Girîngiya xweparastinê di dema ducanî de

Dema bûn bi dayîk, xweştirîn beşa jiyana her jinekê ye. Çavdêrî û agehdarbûn di dema ducaniyê de, girîngktirîn karek e ku dayîk û kesên derdorê dikarin bo tendirustiya pitika wê bikin.

Mêhrî Edîm

 

Ji xeynî pitikê, tendirustî û dabînkirina hewcehiyên dayîkê jî di wê demê de, girîngiyek taybet heye. Heta wê astê ku pizîşk daxwazê ji jinan dikin heta dema ku çend mehek beriya wê ku bixwazin ducan bin, şêweya xwarina xwe biguherînin û rêjeya xwarina wan di bin çavdêriyê de be.

 

Çima divê dayîk di dema ducaniyê de agehdarê cureyê xwarinên xwe be?

Xwarinek tendirust di jiyana her kesî de beşek girîng e ji awayê jiyanek tendirtst, lê hekî dayîkek bixwaze ducanî bibe, girîngiya berçavgirtina parêz ji xwarinê çend qat zêdetir dibe. Ji ber ku di dema ducaniyê de xwarinek tendirust bandorek erênî li ser geşekirina zarok û parastina hevsengiya kêşa dayîkê dadinê.

Pêwsît nake dayîk li gorî du kesan xwarinê bixwe!

Dayîk ji bo agehdarbûn ji xwe û pitika xwe pêwsîtiya zêdetir bi xwarinên bi hêz û bi made heye. Xwarindarên hûr vîtamîn û madên kanî li xwe digire ku bi rêjeyek gelek kêm pêwîstiya wan pê ye. Xwarindarên mezin bi wan madeyan re tê gotin ku kalorî yan wizeya laş dabîn dike, wekî karbohîdrat, piroteîn û çewrî.

 

Kêşa dayîkê di dema ducanî de çiqas zêde be?

Pîvera BMI bo diyarîkirina rêjeya kêş di dema ducanî de gelek girîng e.

Pêka zanista pizîşkî, eger beriya cucanbûnê kêşa dayîkê normal be, divê nêzî 11-16 kg kêşa wê bê zêdekirin.

Bo dayîkên ku berê kêşa wan kêm bûye, 12-18 kg û bo dayîkên ku berê kêşa wan zêde bûye ev rêjeye divê 1-11 kg be.

Rêjeya zêdekirina kalorî:

Ev rêjeye pêwendî bi temen û herwisa kêşa dayîkê ji beriya ducaniyê heye. Bi kurtî:

Di sê mehên yekem de, bi egera zêde ve pêwîstî bi kaloriya zêde nîne.

Di sê mehên duyem de, dayîkên ducan pêwîstî bi 340 kaloriya zêdetir hene.

Di sê mehên dawî de, belkî pêwîstiya wan bi 450 kaloriya zêdetir hebe.

 

Ew xwarinên ku pêwîste dayîkên ducanî girîngiyê bidinê

Her xwarinek ku pêwîst e dayîk di dema ducanî de bi kar bîne, bandora rasterast li ser rewşa tendirustî, hiş û hişyarî û geşeya pitika wê heye.

Xwarin

1- Êmîş û pincarat:

Xwarina êmîş û pêncar bi qasî zêde ji ber dabînkirina vîtamîn madên kanî, wisa dike ku helandina xwarinan hêsan bike û ji xitimînê dûr bixe.

 2- Nîşaste (karbohîdrat)

Xwarinên ku nîşasteyan wan heye wekî nan, sêvik, birinc, makironî, genmeşamî û ceh, hevkariya wê yekê dikin ku dayîkên ducanî bo heyameke zêde hest bi birsîtiyê nekin. Ev xwarinane vîtamîn û wizeya laş dabîn dikin.

 3- Proteîn

Dayîkên ducanî divê rojane 15 girem zêdetir ji dema beriya ducaniyê piroteîn bixwen ku wate rojane divê 70-100 girem piroteîn bi kar bînin.

Ew xwarinên ku dewlemend in bi madên piroteînî pêk hatine ji: Goştê golikê, mirîşk, masiyên selemun, çerezat, penîr û baqile.

Rola piroteînê di geşeya pitik, çêbûna cotbûn, xwîn û (amniotic fluid) û ava derdorê pitikê de gelek girîng e. herwisa pêşiya jinavçûna masulkeyên dayîk û pitika wê digire.

4- Kalisyom

Kalisyom ji bo çêkirina hestiyên pitikê pêwîst e û rêjeya bikarbirina tirawiyê ji aliyê laş ve, rêk dixe. Jinên ducanî rojane pêwîstî bi 1000 mîlî girem kalisyom heye.

Ew xwarinên ku kalisiyom tê de hene pêk hatine ji: Şîr, mast, penîr, masiyên azad, meygû, konsêrwî masiyên ton, pincarên ku pelên wan gewir in. Bo wê ku zêdetir kalsiyom wergirî û biçe nav xaneyên laş, pêwîst e vîtamîn D bixwen.

5-  Esîdfûlîk

Ev madeye rolek gelek bi bandor di geşeya sîstema demar yan heman sîstema telziya pitikê û wergirtina hesin bo gera xwînê û oksîjenê de heye û divê rojane 600-800 mîkrogiram esîdafûlîk bê bikaranîn.

Xwarinên wekî dil, çerezat, baqile, nîsk, hêk û pincarên pelpan, dewlemend in ji esîdfûlîkê.

6- Hesin

Pitik wan xwarindarên madeyî ku ji bo geşeyê hewce ne, ji rêya xwîna dayîkê re werdigire. Bo wê ku laşê dayîkê bikare wan madeyane bigihîne pitika xwe, pêwîstiya wê bi hesin e.

Dayîkên ducanî rojane hewcehiya wan bi 27 mîlîgirem hesin hene. Kêmiya hesin di dema ducanî de dibe sedema kêmxwîniyê ku hem bo dayîkê û hem bo pitikê jî pir metirsîdar e.

Ew xwarinên ku hesin tê de hene pêk hatine ji: Goştê sor, mirîşk, masî, hêk, nok, espenax, kelem û kerewz.

Çi xwarinek ji bo dayîkên ducanî hatine qedexekirin?

E) Kafeîn: Di dema ducanî de nahêle pitik bi tevahî geşeyê bike.

B) Xwarina mey û elkolat: Dibe sedema jibinçûna pitikê. Eger jî ji dayîk bibe, tûşê nexweşiya dil, kêmiya hiş û hizir dibe.

P) Goşt, masî û hêkên nekeliyayî: Bi egera zêde ve peta di wan de hebe û dayîkê nexwş bixe.

T) Xwarina jiqasderçûyî ya mêjî, ziman û gurçikên ajelan: Ji ber rêjeya çewriya zêde û vîtamîn A, bi taybetî di sê mehên yekem de nabê bêne bikaranîn.

S) Zeiferan: Xwarina zeiferan bi taybetî di destpêka ducanîbûnê de dibe sedema xwînrêjî û cudabûna tovê li dema ku dixwaze çê bibe û di encamê de dibe sedema jibinçûnê.

Rola werziş di dema ducaniyê de

Ji xeynî xwarinek tendirust û rêkûpêk, werziş di dema ducaniyê de hevkar e bo tendirustiya dayîkê û kêmirina strêsê. Yûga, avjenî û geriyan di vê derheqê de bijardeyên gelek baş in. Encamên werzişkirina rojane wisa dike ku dayîk di dema jidayîkbûna pitikê de gelek rastî êş û azaran neyê.

KURDŞOP
162 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!