Jin û penceşêra zarokdanê (rehîm)

Penceşêra zarokdanê di nav jinan de yek ji cureyên penceşêrê yên herî berçav e. Hebûna zanyarî derbarê nîşaneyên vê nexweşiyê û nasîna bilez a wê, bandoreke zêde li ser çareserkirinê heye. Xwînrêjiya ne asayî nîşana berçavtirîn penceşêra zarokdanê ye.

Mêhrî Edîm

 

Zarokdan endamek e ku di nav hundurê vajîna jinan de ye ku heta hatina dinê ya zarokê, pitikê diparêze. Ev endame dikare tûşê penceşêrên cur bi cur ên wekî penceşêra andomitr (cura herî gelemperî ya penceşêra zarokdanê ye), penceşêra sarkom û penceşêra pêşiya zarokdanê bibe. Jin di temenên sertir (50 sal jortir) û di dema ayisînê (ayisîn an jî asê, bo jinên pîr ku zarokên wan nabin, tê bikaranîn) de ji ber rêkûpêknebûna hormonan pitir tûşê penceşêra zarokdanê didin.

Penceşêra zarokdan di nav jinan de yek ji cureyên penceşêrê yên herî berçav e. Hebûna zanyarî derbarê nîşaneyên vê nexweşiyê û nasîna bilez a wê, bandoreke zêde li ser çareserkirinê heye. Xwînrêjiya ne asayî nîşana berçavtirîn penceşêra zarokdanê ye.

Rola zarokdan di laş de

Zarokdan (rehîm) beşek e ji endamê zayînê yê laşê jinan û cihek e ku pitik di dema ducaniyê de li wir tê geşekirin. Du cur hormonên sitrojên û pirojistron ku dibine sedema stûriya andomitrê, û andomitr ji bo ducanbûnê amade dike. Eger ducanbûn rû nede, laş “projistroneke” kêm berhem tîne ku dibe sedema kolandina rûyek ji andomitrê û di dawiyê de bênimêjî yan “heyz” rû dide.

Nîşaneyên penceşêra zarokdanê:

1- Xwînrêjî di heyama ayisînê de

2- Xwînrêjî di navbera du heyzên mehane de

3- Bênimêjiya ne asayî

4- Derketina teratiya ne asayî yan hatina deratiyê bi xwînê re

5- Cotbûna bi êş û azar

6- Êşa berdewam a bin zikê

7- Êşa simt, pişt û ling

8- Qilpik û diltêkçûn

9- Westiyayîbûna berdewam

10- Hebûna xwînê di nav mîzê de

11- Kêmbûna kêşa laş bi bê xwasta tak

12- Bê meylî

Sedemên tûşbûn bi penceşêra zarokdan an malzarokê:

1- Temen: Piraniya penceşêrên zarokdan, li temenê 50 saliyê bo sertir çê dibe.

2- Xwarinên ku çewriya ajelan zêde tê de heye.

3- Jenetîk: Hin mirov têkçûna jenetîkî wekî mîrate werdigirin ku metirsiya tûşbûn bi penceşêrê li wan zêde dike.

4- Tûşbûn bi nexweşiya şekir.

5. Qelewî: Ji ber rêjeya zêde ya çewriyê asta sitrojênê bilind dibe.

6- Nexweşiyên hêlkedan.

7- Bênimêjiya pêşdem bi taybetî beriya temenê 12 saliyê.

8- Paremayîna heyzê.

9- Nebûna ducaniyê û rêgirîkirin ji ducaniyê.

10- Xwarina hebên ERT ku li cihê sitrojênê têne bikaranîn.

11- Xwarina hebên tamoksîfin ku ji bo çareserkirina penceşêra memikan têne bikaranîn.

Rêgirîkirin ji tûşbûna penceşêra zarokdanê

Pir caran, mirov nikarin pêşî ji penceşêra zarokanê bigirin, lê mirov dikarin hin rêkaran cî bi cî bikin bo wê ku egera tûşbûn bi vê penceşêrê kêm bikin; wekî:

1- Kontrolkirina nexweşiya şekir.

2- Ragirtina kêşa tendirust.

3- Bikaranîna hin hebên berevaniya hormonî.

4- Encamdana berdewam a rahênana werzişî.

5- Kontrolkirin berdewam û şêwirmendîkirin bi pisporekî pizîşk re.

6- Di dema dîtina nîşaneyên penceşêrê de bilez serdana pizîşkên pispor bikin.

7- Hevnasbûna bi hormondermanî û ziyanên wê re.

Çareserkirina penceşêra zarokdanê:

Bi kêfxwaşî ve, penceşêra zarokdanê di qonaxên destpêkî de têne naskirin û yek ji diyardeyên herî gelemperî yên wê, xwînrêjiya ne asayî ye. Eger penceşêr bi zûtirîn dem were dîtin û di nav endamên din ên laşê jinan de nehatibe belavkirin, bi rakirina zarokdan dibe ku ew nexweşiye were çareserkirin.

Rêkarên din ên çareserkirina penceşêra zarokdanê pêk hatine ji: Hormondermanî, tîşkdermanî û kîmîdermanî.

Egera zîndîmana bo heyama 5 salan ji tûşbûna penceşêra zarokdanê 81 ji sedî ye. Bi wê wateyê 81 ji sedî ji kesên ku tûşê vê penceşêrê dibin bo heyama 5 salan zîndî dimînin. Dema ku penceşêr bo derveyê zarokdanê belav nebûbe, ev rêjeye ji 81 ji sedî bilindtir dibe û digihîje 95 ji sedî.

Penceşêra zarokdanê demekê dibe sedema canjidestdana jinan ku ji tûşbûnê agehdar nebûbin û belav bûbe. Dema ku penceşêr endamên din ên laş jî li xwe bigire, egera zîndîman bo 17 ji sedî kêm dibe.

Nasîna penceşêra zarokdanê

Ji bo nasîna yekalîkiriya penceşêra zarokdanê, divê serdana pizîkê pispor ê jinan bê kirin û yek yan çend ceribandinekê ji bo alxahînbûnê bê kirin, yên wekî:

Sonogirafiya “tirens wajînal” (TVU), hilgirtina mînakan, hîstroskopî, biyopsî aspîrasiyon û ceribandina xwînê.

KURDŞOP
200 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!