Rêkar û sedemên dirêjbûna bedenê li gel zarokan

Nadiya Resûl

 

Em hemî dizanin ku dirêjbûna bedenê di serî de pirsgirêkek genetîkî ye, lê gelo rêyek heye ku mirov di qonaxa mezinbûnê de dirêjahiya zarokan zêde bike? Gelekî girîng e were zanîn ku genetîkbûn faktora sereke ya dirêjbûna mirovan diyar dike, her wiha em dikarin bêjin ku dirêjbûna zêde nayê kontrolkirin.  Adetên şêwaza jiyanê û faktorên tenduristiyê dikarin bandorê li dirêjbûnê bikin, lê girtina pelên mezinbûnê bi gelemperî piştî ku dirêjbûnê sînordar dibe. di dema temambûyîna laşê mirovan de çêdibe.

Lê belê hin faktor hene ku dibe sedema kêmkirina bejna zarokan, wek kêmxwarinî û hin nexweşiyên dîtir. Ji aliyekî din ve, faktorên din hene ku mezinbûna wan zêde dikin, bi taybetî jî xwarinên têr û giran, hejmarên zêde yên saetên xewê û werzîşbûna zêde.

Rola xwarina baş di zêdekirina dirêjbûnê û pêşvebirina mezinbûnê de

Xwarin rolek pir girîng di mezinbûnê de dilîze. Psporên xwarinê didin diyar kirin ku divê li gel zarokan sîstemeke xwarinê ya hevseng û diyarker hebe, tevî gelek fêkî û şînkahiyan. Ev yek piştrast dike ku ew hemî vîtamîn û mîneralên ku ji bo mezinbûnê hewce ye, bistîne.

Vêtemîn û kalsiyûm bi taybetî ji bo tenduristî û mezinbûna hestî girîng in. Hin xwarinên ku bi proteîn dewlemend in ev in: Goşt, mirîşk, xwarinên deryayê, hêk, nîsk, boz, gûz hwd. Her wiha misogerkirina xwarina baş di dema ducaniyê de jî ji bo tenduristiya hestî û mezinbûna zarok gelekî girîng û hewcedar e. Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî “WHO” şîret dike ku divê bi taybet ji aliyên jinên ducanî xwarinên cûrbecûr ên mîna keskahî, goşt, fasûliya, nîsk, nok û xwarinên mîna mast, fêkî û hwd ve werine xwarin.

Xew li gel zarokan:

Xew, sedema herî sereke ya têrkirina gewde û laşê microvan e, dibê ku zarok xwedî laşekî saxlem û pêşerojeke bi tendrist be. Lê saetên xewê ku ji bo zarokan pêwîste ev in:

Divê zarokên nûbûyî yên heta 3 mehî her roj 14-17 saetan razin.

Zarokên 3-11 mehî divê 12-17 saetan razên.

Zarokên biçûk ên 1-2 salî divê 11-14 saetan razên.

Zarokên biçûk ên 3-5 salî divê 10-13 saetan razên

Zarokên 6 heta 13 salî divê 9 heta 11 saetan razên.

Ciwanên di navbera 14 û 17 salî de divê 8 heta 10 saetan razên.

Rêkûpêkiya hîndariya werzîşê

Werzîşa birêkûpêk ji bo pêşkeftina laşî jî girîng e ji ber ku ew masûlke û hestî xurt dike û hilberîna harmoniya dirêjbûnê bi pêş ve dibe. Aktîvkirina zarokan li ser lîstokan û beşdariya wan di nava werzîşên curbecur ên mîna futbool û avjeniyê dihêle ku bedena zarok û xurt be û heta bandoreke gelek xurt li ser mejiyê wê/wê dike. Her wiha gelekî girîng e ku hinek dem ji bikaranîna hîndariyên li ser avakirina hêzê were veqetandin, mîna hîndariyên, destjihevvekirin, rabûnûrnişkandin û hwd, û hem jî hîndariyên yoga, biskilêt, xweavêtin û hwd dibe sedema xurtbûn û bihêzbûna laşê mirovan.

Xala gelekî girîng jî ku mirov divê baldar be, gava ku we dît zarok pişta xwe xwar dikin û bi awayekî saxlame nameşin, divê ku hûn ji vê yekê haydar bin ku bila her pişta wan rasttkirî be, jiber ku ev yek dibe sedem ku hestiyên zarokan bi awayekî lawaz bixebite û nehêle ku zû dirêj bibin.

Gelo yên mezin dikarin bejna xwe dirêj bikin?

Gelek caran ev pirs di warê tenduristî û werzîşê de xwe dide xuya kirin ku gelo mirovê temen-mezin ku di ser 18 salan re ketiye, dikare bejna xwe bilind bike?. Bi tenê gava ku ciwana ev temenê me gotî derbas bike, êdî temambûyîna laşê mirovan radiweste û hestî di şûna xwe de radiwestin.

Belkî bi rêya hîndariya li ser werzîşê û rastkirina piştê bi awayekî domdar bihêle ku hinekî hestî nerm bibe ku bi kêmanî be jî xwedî bejneke bilind xûya bike, lê mixabin ku di rastî û pratîkê de tiştekî wiha tune ku bihêle bejna mezinan dirêj bike.

KURDŞOP
287 Dîtin

Nexweşiyên Kêmbûna Xwînê

Nexweşiyên penceşêra pêsîran

Nexweşiyên tansiyona xwînê

Girîngiya xweparastinê di dema ducanî de

Dema bûn bi dayîk, xweştirîn beşa jiyana her jinekê ye. Çavdêrî û agehdarbûn di dema ducaniyê de, girîngktirîn karek e ku dayîk û kesên derdorê dikarin bo tendirustiya pitika wê bikin.

Jin û penceşêra zarokdanê (rehîm)

Penceşêra zarokdanê di nav jinan de yek ji cureyên penceşêrê yên herî berçav e. Hebûna zanyarî derbarê nîşaneyên vê nexweşiyê û nasîna bilez a wê, bandoreke zêde li ser çareserkirinê heye. Xwînrêjiya ne asayî nîşana berçavtirîn penceşêra zarokdanê ye.

Bandorên xwezayê li ser ruh û rewanê mirovan

Strês û nîgeranî ji wan pirsgirêkan in ku bi hêsanî dikarin gefê ji tendirustiyê bikin. Geriyan di nav xwezayê de dikare van pirsgirêkane çareser bike û tendirustir bike. Lêkolîna lêkoleran nîşan daye ku kesên di rojê de çend demjimêran di nav sirûştê an jî hêşînahiyên parkên bajaran de derbas dibin ji sedî 20 kortîzola laşê wan kêm e. Hormona kortîzolê di laş de dibe sedema strêsê.

Nexweşiyên Şekir

Pêwendiya di navbera dîlankirin û tendirustiyê de

Li gor lêkolîna pisporan, dîlankirin yek ji wan rêyên pêşîgirtin ji pîrbûna pêşwext e û wisa dike ku mirov bi gencî bimîne, îcar girîng nîne ew dîlana ku tê kirin profîşnalî ye yan ne, girîng ewa ye ku mirov rojane yan jî heftane ji bo demeke kurt dîlanê bike.

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!