(Dawiya sedsala nozdeh û destpêka sedsala bîstem) Vegotina olî derbarê neteweya kurd

Ariyen Qadiriyan

 

Têbînî: Ev gotare ji gotara "Kemal Silêmanî" ya li ser pêwendiya nasyonalîzma kurd û Îslamê hatiye wergirtin.

 

Beşa Yekem: Nasiyonalîzma Kurd û Îslam

Em dixwazin li vir tevlîheviya Îslam û nasiyonalîzmê di dîroka siyasî ya Kurd de rohn bikin. Ji bo vê mebestê jî, di destpêkê de, em ê behsa bîroke û çalakiyên kesayetiyên olî-siyasî yên Kurd di dawiya sedsala nozdehan û destpêka sedsala bîstan de bikin.

Wek her neteweyek dinê, oldariya Kurdan jî bi rehendên wan ên nasiyonalîstî re di yek rastayê de ye. Bi gotinek dinê, kesayetiyên olî yên mezin ên Kurd, bi her awayekî ku bikarîbana ji xwerêveberiya Kurdan piştevanî dikrin û gelek caran ji bo wan xebat dikirin. Wan kurd bi neteweyek cuda dizanîn û bi wê sedemê daxwazî û mafên siyasî yên Kurd bi rewa dizanîn û berevanî jê dikirin. Bi vî awayî ew xala dawî ya netewperestiyê destnîşan dike, ji ber ku şertê mafê xwebirêvebirinê vegerîna bo aliyê xwe ye.

Îsbata xala neteweperestiya olî ev e ku vejîna olî ya modern, sînorên xwe yên bi kom di nav sînorên neteweyî de wesf dike.

Di van salên borî de, komek lêkolîn li ser pêwendiya navbera neteweperestî û îslamê di nav Ereb, Kurd û Tirkan de hatine kirin. Ev dîskursa serdest a Ortodoks ku demek dûr û dirêj e pêwendiyeke bingehîn di navbera nasiyonalîzm û Sekolarîzmê de ava kiriye û her ji ber vê yekê li ser paremayîna her du nasiyonazlîzmên Tirk û Kurd tekezî kiriye, wê red dike.

Niha, bi taybet ev bîrokeye ku vejînerên erebên misliman ên dawiya sedsala nozdehan û destpêka sedsala bîstan ku nasiyonalîst bûne yan di bin bandora nasiyonalîzmê de bûne, bêtir bawerî bi dest xistine. Jiyan û nerîna karbidestên olî yên ku di paradayma nasiyonalîzmê de dixebitin, digel neşiyaniya wan li wesfkirina her sîstemeke siyasî ya mezintir ji netew-dewletê, wan dike sedem û vejînerê neteweperestiyê. Dewleta modern jixwe dewletek nasiyonalîstî ye.

Ji ber vê yekê, têgihîştina karbidestên oldar ên moder ji dewleta netewe wekî rastiyek xwemanî, bi qasî ku wek sedemek tevaw bo nîşandana bikerên oldariya modern wekî "Hominus Nationales” tê berçavgirtin, divê wekî neteweperest were hesibandin.

Ew bi awayekî nerm û sade behsa encamên cuda yên neteweperestiyê dikin. Ew dizanin ku çawa vê bîrokeyê belav bikin, çi wekî nûnerên tevgera neteweyî ya serdest an jî wekî nûnerên tevgera neteweyî ya otorîter. Derbarê Kurdan jî, karbidestên olî yên Kurd çi bi zanebûn yan jî bi nezanîbûn, tekezî li ser nasiyonalîzmê kirin yan netewperestiya Kurd an neteweperestiyeke dinê dipejirandin.

Ev gotare jî li ser wan kesayetiyên olî ye ku baweriya wan bi "Yekîtî" û "Umet"ê hebûye û hêviya wan zîndîmayîna xîlafeta îslamê bûye; Ew rast û dirust e.

Têgehên olî yên giştgîr yên wekî "Umet û Xelîfet" ti sûdek ji sedemên dîrokî yên yekîtiyê nîne. Ew di dem û cihên cuda de û bi awayên cuda hatine bikaranîn. Tevî van behsan, di serdema modern de jî, bi derketina dije dagirkeriyê, hem çalakvanên misilman û hem jî dewleta Osmanî hewl dane ku van têgehan biguherînin da ku di bernameyên xwe yên li dijî dagirkeriyê de bikar bînin. Herwiha ev planane di hebûna xwe de ji bandora nasiyonalîzma modern bêpar nebûne. Bi giştî, misilmanên modern bi rêya dagirkirinên wiha ve hewl dane ku li şûna bingehek siyasî ya yekbûyî, destewajeya wekî "Umet"ê nas bikin. Bi awayekî ku wekî wateya neteweya modern a ku li Rojavaya xiristiyan serî hilda.

Şêx Seîdê Pîran

Di paşerojê de em ê zêdetir behsa ramanên "Şêx Ubeydulahê Nehrî" û rewşenbîrên kurdên Stenbolê yên wek "Seîdê Nûrsî" û "Şêx Seîdê Pîran" di sedsala 19an de bikin. Em ê bandora edebî ya van kesayetî û naveroka îradên wan ên Olî-Neteweperestî li ser bûyerên dîrokî binirxînin.

Şêx Ubeydulahê Nehrî

Yekem, neteweperweriya kurd, ji pêkhateya neteweperestiya civakên bindest, mijarek e ku nehatiye lêkolînkirin. Ji xeynî vê yekê, peyamên destpêkî yên vê têgehê ji navendên dûr ji çavnihêriyê yên wekî navendên tesewuf û dibistanên xwecihî yên kurdan û di dema serkirdeyên nefermî yên wek şêx û melayan de hatine weşandin, ku bi hinek awayan xuyabûna wan ji neteweperestiyê cudatir dike.

Bi vî awayî, rehendên wan ên qonaxên destpêka nasyonalîzma kurdî dikarin li dijî hev bin. Behsek ku heta astekê berbelav derbarê dema destpêka nasyonalîzma kurdî hebûye, bi vî awayî hin ji Ewropiyên ku di dawiya sedsalên 19an de ku serdana Kurdistanê kirine, şahidiya hebûna neteweperestiya kurdî dikin, yek ji wan geştiyarên Ewropî "Frederick Millingen" bûye ku di dawiya dehikên 1860ê de çûye Kurdistanê û li wir kar kiriye. Millingen bi alxahînî ve gotiye: “Bê dudilî, ez dikarim bêjim ku ew hesta netewî û daxwaza pir bi dil a serxwebûnê di nav kurdan de heye, di nav hundurê her neteweyekî dinê de jî heye”.

Ev kurte rapore nîşanderê wê yekê ye ku ne tenê egera wê heye ku Millingen bixwe jî bi hin behsan re rû bi rû bibe ku mijara wan hinekî ji netewperestiya Kurd zêdetir e; Belkî vê hestê bi helsengandinkirin bi hesta netewên dinê re dide zanîn. Wisa xuya ye ku “Millingen” ji êrîş û pêla hestên neteweperestiya Kurd bawer kiriye ku ti cudahiyekê bi hestên neteweyên dinê re nebîne. Wî hewl daye bi emrazên tomarkirina dengê bi eşîran re, axavtinên xwe îspat bike. Tevî vê mijarê, ew dibêje ku encamên axaftinên min piştstûr in bi ezmûna pêwendiyên min bi çendîn serokên tevgerên neteweyî yên kurd re. “Millingen” tevgera kurd ya netewî ne diyar û ne jî pênase dike. Lê eger wî heta hin çalakvanên siyasî yên kurd bi tevgereke din re li hev kiribe jî, hebûna tevgerekên wiha, bêyî sedemên nebûna nasiyonalîzma kurdî, nîşan dide ku qonaxên destpêkî yên dîroka siyasî ya kurd nehatiye xwendin.

KURDŞOP
557 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!