Roja cîhanî ya lihemberderketin li dijî bandora şer li ser jîngehê û çend balkêşanek

Roj Qadirî

 

“Jiyan” û “aştî”, du gewherên bi nirx in ku di siya wan de, mirov dikare bestêna geşe û pêgihîştin, aramî û pêşketina civaka mirovî garantî bike. Di vî warî de mirov her tim pêşwaziya aştî û dostatiyê dike, lê mixabin di ti qonaxeke dîrokî de, nekarîne ji şer û pevçûnan xwe dûr bigirin.

“Şer” diyardeyeke nehez e ku tevî standina canê mirovan û têkbirina hundurê mirovan, kavilkirina sirûşt û jîngehê ye jî, sirûştek ku dabînkerê pêdiviyên destpêkî yên mirovan e. Ji ber vê sedemê, di xalên (eslên) 24 û 25 ên daxuyaniyekê de ku di Hezîrana 1992an de li bajarê “Rio” yê paytexta Brezîlê hate belavkirin, bi awayekî eşkere behsa rola wêranker a şer li ser jîngehê û rola erênî ya aştiyê li ser geşepêdana domdar hatiye kirin.

Di xala 24an a daxuyaniyê de hatiye: “Şer, ji bo geşeya berdewam wêranker e. Divê dewlet rêzê li yasayên navneteweyî yên li ser parastina jîngehê di dema pevçûnên leşkerî de bigirin û piştî bidawîbûna şer di geşeya zêdetir de beşdariyê bikin."

Di xala 25an de wiha tê gotin: “Aştî, geşe û parastina jîngehê, bi hev re girêdayî ne û ji hev nayên veqetandin.

Tevî vê ku gelek welatan ev daxuyaniye wajo kirine, lê lêkolîn behsa tiştek dinê dikin ku ev jî ew e, şer di niha de (şerê Rûsya-Ukraynayê; şerê Îsraîl-Hamas) zêdetirîn xisaran didine jîngehê.

Ji sala 2001ê ve, Neteweyên Yekbûyî roja 6ê Mijdarê wekî “roja cîhanî ya lihemberderketin li dijî sûdwergirtin ji jîngehê di dema pevçûnê leşkerî de” destnîşan kir, da ku li ser zanyariyên giştî derbarê bandorên şer li ser jîngeh û çavkaniyên sirûştî tekeziyê bikin.

Pêka raporên belavbûyî ji aliyê Saziya Netewên Yekbûyî ve, tenê di salên dawî yên sedsala bîstem de, 118 pevçûnên leşkerî di cîhanê de qewimîne ku di encamê de 6 milyon kes avare bûne û xelk û jîngeh jî rastî gelek pirsgirêkan hatine, ji wan: “Koç, bilindbûna nesaxî û hişksalî û hwd”, hin pirsgirêkên ku niha jî şûna tiliyên wan xuya ye û xisarên qerebûnekirî yên zêde li pey xwe anîne. Navçeya kendavê û welatên wek: “Îran, Iraq, Kuwêt û Efxanistan”, ji wan welatan in ku wan hemûyan ji ber şer rastî ziyanan hatine û niha jî bandora şer li ser jîngeha wan xuya ye.

Bo mînak, şerê kavilker ê Îran û Iraqê di sala 1988an de dawî pê hat û “Sedam Husên”, serkomarê wê demê yê Iraqê di sala 2006an de hate darvekirin; Lê niha jî bandora wî şerî li ser jîngeh û sirûştê (nemaze sirûşt û jîngeha Kurdistanê) bi rohnî xuya ye; Tê gotin, “Hur El-ezîm” yek ji qobiyên mezin ên başûrê Îranê ye, ku bi fermana “Sedam Husên” hate hişk kirin da ku rêya dizî ya hêzên Îranê ji wê qobiyê ve bo nav axa Iraqê bê girêdan. Di niha de û bi bawera hin ji karnasan, hişkkirina qobiya mezin a “Hur El-ezîm”, ji girîngtirîn sedemên berhemanîna bahoza li navçeya Rojhilata Navîn e.

An jî li Efxanistanê ku bi salan e di nav şer û pevçûnan de ye ku erdên wê tijî ne ji mînên hatinî çandin, di hin ji wîlayetan de nîveya daristanên xwe ji dest daye. Li gor rapora Bernameya Jîngehê ya Netewên Yekbûyî di van salên dawî de hatiye belavkirin, zêdetir ji %50 ji darên piste yên kovî yên Efxanistanê hatine birîn, eva di halekê de ye ku %80 ji xelkê Efxanistanê, rasterast girêdayî çavkaniyên sirûştî û erdî ne.

Herwisa piştî êrîşa Amerîkayê ya li ser Iraqê di sala 2003an de, ekosîstema Iraqê rastî zirareke wisa hat ku heta îro jî şûna tiliyên wî şerê diyar in. Bi giştî, beşeke zêde ji biyolojîka Iraqê ji ber şerên niha û yên berê bo hertimî ji nav çûye û gelek daristanên vî welatî bi erdê re bûne yek.

Navendên berpirs ên Neteweyên Yekbûyî li ser metirsiyeke demdirêj huşyarî didin ku gemarbûna avên bin erdî û şêwaza nestandard a jinavbirina ziblan pêsîra Iraqê girtiye. “Angelica Clausen”,  ji Komeleya Navnetewî ya Pizîşkên Dijî Şerên Navkî dibêje: “Tevî van hemû krîz û karesatan, mixabin hejmara zarokên ku kêmendam ji dayik dibin roj bi rojê zêde dibe”.

Karesatek dinê ku jîngeha deverên din ên cîhanê xistiye metirsiyê, rûdana şerên navxweyî ye. Li gorî Bernameya Jîngehî ya Neteweyên Yekbûyî, herî kêm ji sedî 40 şer û pevçûnên navxweyî yên 60 salên borî bi berhevkirin û destbiserdegirtina çavkaniyên sirûştî ve girêdayî ne. Şerên navxweyî li piraniya welatên Afrîqayî rasterast ji bo dagîrkirina çavkaniyên bi nirx ên sirûştî bûne. Herwisa li Rojhilata Navîn jî, ji bo destbiserdegirtina çavkaniyên avê û erdên bi bereket gelek şer hatine holê û hene.

Ev krîz hîna jî di welatên Iraq û Sûriyê de berdewam e. Girûpên terorîst û çekdarî, ji wan DAIŞ, bareke giran xistiye ser milê jîngeha van welatan. DAIŞ û girûpên terorîstî yên dinê, bi sûdwergirtin ji alavên şer, av û axa van welatan gemar kirine. DAIŞê bi talankirina dahatên sirûştî û bikaranîna nebaş, jîngeha van herêman wêran kiriye û ber bi jinavbirinê ve biriye. Li Sûriyê jî, ku ji destpêka sala 2011an vir ve di nava şer de ye, tevî êşên mirovî û hilweşîna aboriya vî welatî, karesateke mezin a jîngehê jî rû daye.

Rêkxistineke Holendî ya çalak di warê karûbarê jîngehê de ya bi navê “PEX” ku lêkolîneke berfireh li ser rewşa jîngeha li Sûriyê kiriye, çend rapor li ser karesata jîngehî ya vê herêmê belav kiriye û tê de hatiye: Aliyê kêm 25 sal pêwîst e ku jîngeha Sûriyê bikare heta radeyeke kêm bê vejandin û heta wê demê, êdî ax û ava vî welatî bi kar nayê. Ev maddeyên hanê ji bo tenduristiya mirovan jî metirsiyek cidî çê dike.

Di niha de jî ku şerên Rûsya û Ukrayn û şerê Îsraîl û Hemasê di gorê de ye, em hîn jî dibine şahidê bandorên van şeran li ser jîngeha wan welatan û divê em bibêjin ku bandorên jîngehî yên şeran, sînorên erdnîgarî jî binpê dikin û nebûna birêveberiya dirust di dema şer de û nûjennekirina sirûşta kavilbûyî ya piştî şer, herwisa dikare bi danîna bandorê li ser tendirustiya xelkê û gihandina xisarê bi sirûştê, qurbaniyan li pey xwe bîne.

Ji aliyeke dinê ve di Îranê de, Komara Îslamî bi rêya hêzên xwe ve bi taybet Spaha Pasdaran, ji xeynî vê ku di heyama zêdetir ji 40 salên desthilatdariya xwe de tev dahat û çavkaniyên Rojhilatê Kurdistanê bi talan biriye, plana têkdan û talankirina sirûşt, jîngeh û daristanên Zagrosê di bernameya wê de ye û heta xwe ji zevî û bexçeyên zehmetkêşên Kurdistanê jî naparêze, bi hincetên cur bi cur û bi lidarxistina manhorên nimayişî û bi handana xwefiroşan, darên daristanên Zagrosê dibirin û ji bo parêzgeh û bajarên navendî yên di bin desthilata xwe de vediguhazin û paşê bi berdewamî agir berdidine jîngeh û sirûşta navçeyên Kurdistanê û gelek caran bax û rezên xelkê Kurdistanê jî bûne qurbaniya van planan. Her di îsal de bi hezaran hiktar ji daristanên Rojhilatê Kurdistanê û çiyayên Zagrosê hatine şewitandin û ji nav çûn.

Ji aliyek dinê ve, em berdewam dibine şahidê destdirêjiya Tirkiyê li ser axa Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê, ku heta niha lêkolîn li ser wan destdirêjiyane nehatiye kirin û amar jî li ber dest nînin.

Dawî

Awirek li ser rewşa jîngehê li deverên ku şer tê de qewimîne yan jî berdewam in, nîşan dide ku jîngeha wan deveran ne tenê, belkî jîngeha hemû cîhanê di metirsiyê de ye û divê karekî cidîtir ji bo bê kirin, çimkî di îro de, zêdetir ji her karek dinê, jîngeh û jiyana mirovan, di metirsiyê de ye.

KURDŞOP
545 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!