Pirtûkên dersxwanên destpêkî û perwerdehiya îdolojîk di Îranê de

Mardîn Rehîmnijad

 

Ji dîtingeha “Niche” ve, desthilat merîfetê berhem tîne û ji ber wê yekê merîfet xizmetê bi desthilatê dike. Merîfeta Îranî, helbet mumkin be mirov navê wê danê merîfet, berhema hizir, ramana netewa serdest e ku ji rêya desthilatê ve vegotinên xwe ji bo hemû rehendên jiyan, nemaze dîrok, ol, huner, û wêje di sîstema perwerdeyê de dixe nav hundurê zarokên ne Fars û di sîstema perwerdeyê de wekî emraz an “Foko” dibêje “teknolojiyeke bihêz” Ji bo şikildana hevwelatiyek Îranî tê bikaranîn; Ev hevwaltiyeyê Îranî hevwelatiyek e ku zimanê wê\wî Farsî ye, di cîhanbîniyeke Farsî de dixwîne û hest û seheke bi tevahî Farsî heye û berjewendiyên netewa Fars bi yên xwe dihesibîne.

“Michael Bellic” dibêje: “Şertê sereke ji bo sepandina serdestiya neteweyî, gelek caran sepandina serdestiya ziman e.” Di serdestiya ziman de tenê axaftin nîne ku guherinkarî bi ser de tê, belkî bîrkirin, hiş, ruh û cîhanbîniya tak jî diguhere û di projeyeke demdirêj de netewa bindest teslîmê îradeya neteweya serdest dibe û tevahiya derbasbûyiya dîrokî ya xwe ji bîr dike.

Bo mînak di hevoka “birayê min serbaz e û li ser sînor teqe dike”, ewa tenê ziman nîne guherinkarî bi ser de tê, belkî hez û dîtina zarokê jî di çemka sînor û tevlîhevkirina wî digel kuştin û teqekirinê de guherinkarî bi ser de tê û sînor di hişê zarok de dibe rastiyek û bawerî pê dike. Ev hevoke û ev perwerdeye di rastî de şerekî saykolojîkî ye bo hişmendiyeke Farsî. Çimkî sînorên welatê sexte yên Îranê ti yek ji wan li ser rastiya erdnîgarî- dîrokî nehatine avakirin û fobiyaya guherinkarî ya sînor tirseke berdewam a netewa serdest e û divê bi serdestî û guhertina hiş û paşeroja zarokan, rê li guherinkarî li sînoran bigire, yan bi watayek dinê Kurdek li ser têgeha sînoran bi Farsî bifikire.

Sînor di hişmendiya siyasî ya Îranê de, tenê hêlek xeyalî nîne ji bo veqetandina sînorên du welatan, belkî îdolojîyek e ji bo paşvekişîn û piçûkirina xeynî Pars û sepandina cîhanbînî û vegotinên Pars bi ser xeynî Pars de. Bikaranîna vê destewajeyê her ji dema Kûroşê Parsî ve bi armanceke diyarîkirî di hember Kurd de hatiye bikaranîn. Derbarê wate û merema bikaranîna sînoran, em ê bala we bo ser çend gotinek ji pirtûka “Dr. Hêriş Qadirî” bikêşin.

Qadirî dibêje: “Kûroş ji ber wê yekê di nav Parsan de mezin û pîroz e ku serdestî ji Medan wergirt û xiste bin destê Parsan. Navê Medan kir bi “xiştir û pawinnişîn” yan sînorparêz û berevajî Pars, her “xiştir û pawinnişînek” jî divê bacê bide. Ji xeynî Medan jî ti “xiştir û pawinnişîn”ek di dîrokê de nehatiye tomarkirin.”

Bi balkişandin li ser wan belgên ku Dr. Qadirî ku anîne ber behsê, ji bo me rohn dibe ku çemka sînor di hişmendiya siyasî ya Îranê de navê hêleke sade nîne, belkî meyleke koloniyalîstî û îdolojiyeke Parsî ye ji bo koyle û bindesthêlan û perwaêzxistina berdewam a Kurdan. Planeke koloniyalîstî ye bo wê ku Kurd wekî bacderê Parsî bihêle. Eger em niha dibînin di pola yekem a destpêkî de sînoran dibine nav ruhê zarokan û bi her şêwazekî be divê wê bacdana Kurd bihêlin. Kurdistan di rewşeke kolonî de ye ku mijûl e berdewam bacê dide Pars û ev rewşe bi xwe yek ji sedemên sereke yên berdewamiya pêwendiya desthilat û rewşa kolonî û lawaziya Kurd û Kurdistanê ye.

Dr. “Kemal Silêmanî” û “Dawûd Osmanzade” di lêkolîneke tejî naverok de naveroka pirtûkên xwe xistine ber behs û lêkolînê û pêka vê lêkolînê, “pirtûkên xwendina Komara Îslamî ya Îranê, farsan girê didin bi asayişa nîştimanî û parastina nîştimanî”. Her ji ber vê yekê pirtûk tijî bûne ji hezkirina zimanê Farsî, çand, huner û sembolên neteweya serdest. Di berdewamiyê de dibêje: “Sîstema perwerdehî ya Komara Îslamî ya Îranê, Îranîbûnê pê wekhev e digel Farsbûnê. Sîstema perwerdeyî ya Îranê, Fasrsîbûna hemûyan bi tişteke rohn, eşekre û bi belge dihesibîne, çimkî armanca wê ya bingehîn afirandina rastiyeke civakî ya tevaw Farsî ye. Farsî vegotina xwe wekî çîroka min û te vedibêje, çîroka min bi çîroka Îranê, nîştimana min a hezkirî û dîroka wê re dest pê dike.”

Herwisa di berdewamiyê de Dr. Silêman dibêje: “Di sîstema perwerdehiya Îranê de, kultûra xwedê hînxwazên du zimanî dibe bindestiya kultûra yê din. Çîrokên etno-neteweya desthilatdar ku rengvedana kultûrî, olî û nirxên hevpar ên dinê heye, ew dîroka neteweyeke xwestî pêk tîne, eve jî wê yekê dibêje me ku çawa desthilat lîstika dualî ya serweriyê vediguheze ku sirûşta hogiriya pabendbûnê û herwiha morala civakê diyarî dike û ji wê rêyê ve hêncetan ji bo perawêzxistina aliyên dinê tîne”.

Herwisa di nivîs û wêneyên pirtûkan de dema ku mirov rûyê qirêj û neşaristaniyetiya weke talan, xwînrijan û hwd dibîne, ti carî ew rûye di qabê kesayetiyeke Fars de neyê pêşandan, belkî di qabê Ereb yan Kurd yan kesekê de tê pêşandan ku ti elaqeyek bi netewa Fars ve nîne.

Di çîrokekê de ku bi çîroka “Dîkilê Îranî” nav û bang e, mebest ji wê çenbiçen û propagendeya serdema şer e, her di pola sêyem ya destpêkî de wê hizrê dixine nav ruhê zarokan ku ji bo dijminê xwe xet û nîşaneyê bikêşin û hînê lihemberderketin li dijî dijmin bin.

Bi giştî dema ku mirov bi hûrî mêzeyê naveroka pirtûkan dike, ew mijarane beşa herî zêde ya naveroka pirtûkan pêk tînin ku ji xeynî meyla koloniyalîstî ji bo reşkirina nasnameya Kurdî û şilkdana hiş û kesayetiya takê Kurd, ti rehndeke hizrî, zanistî û afirandina pirsan tê de nayê dîtin ku dibe sedema perwerdebûna takê afirîner û bi bandor û jêhatî:

Yekem: Dîroka Îranê û ustûre û çîrokên Îranî wate Fars. Destpêka waneyên pirtûkan tijî ne ji çîrokên destçêkirî û xeyalî yên netewa Fars û zimanê Farsî.

Duyem: Çîrokên Îslamî û rêwîngkirina bo hecê û Kerbela û herwisa wêneyên Xumeynî weke bavkê ruhî û kesayetiyekî esmanî ku zarok maç dikin yan zarokan ew wêne hembêz kirine û hwd.

Sêyem: Tevahiya rûpelên pirtûkan pêk hatine ji wêneyên Xumeynî, Xamineyî, alaya Îranê, xişteya Îranê û wêneyên nimêjkirin û çadir lixwekirina keçên çar û pênc salî û hwd.

Çarem: Exlaq û kiryara Îslamî û pêşandana singxistin û hwd, ku çavkaniya Şîeyîzma Îranî ye.

Pêncem: Ziman, wêje, huner û kultûra Farsî.

Şeşem: Hezkirina nîştiman û cangorî bo parastina Îranê û herwisa pêşandana berdewam a leşker û cebilxane û çeperên şer ji bo parastina Îranê.

Heftem: Perawêzxistin û piçûkkirina bi zanebûn û danîna plan ji bo etnîkên ne Fars û nîşandana wan wekî beşek ji gelempera neteweya Îranê an Fars.

Eger em bixwazin di çend hevokekê de mijarê kurt bikin, em ê vegerin bo gotara pir naverok ya Dr. Silêmanî ku di wir de dibêje: “Bi giştî armanca perwerdehiya netewî pêk hatiye ji guherîna zarokeke bê alî di dibistanan de bo mijareke netewî ya dilxwaz, bi danîna wan zarokan li cihê ku zimanê fermî, wêje û dîroka neteweyekê ku bi her awayî îdiaya fermîbûnê ji bo tê kirin, bi hemû şêwazekî têne hînkirin. Erka dibistanên giştî ew e ku di nav ciwanan de nasnameya dilxwaz a dewletê darêje, ew jî ji rêya nasandina lehengên nîştimanî û bîranîna ne agahane û sepandina bûyerên netewî û hwd.”

KURDŞOP
520 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!