Îdolojî çi ye û axo “Kurdayetî” îdolojî ye?

Roj Qadirî

 

Ewa ku nasiyonalîzma Kurdî yan “Kurdayetî” îdolojî ye yan ne, ez li ser wê bawerê me ku îdolojî ye, çimkî nabe di zanistên siyasî de bi şêweya bijardeyî mêzeyê diyardeyan bê kirin, eger nasiyonalîzma Ewropî, Tirkî, Farsî û Amerîkaya Latîn û hwd îdolojîk in, ku wisa ye nasiyonalîzma Kurd jî îdolojîk e.

Îdolojî çi ye?

Îdolojî bi du wateyan tê bikaranîn: Yekem, bi wateya sînordariya çemka îdolojî ku tenê nerîn û ramana tunajoyan wate nasiyonal- sosiyalîzm, faşîzm, nerîn û bawera tundajoyên çep ango komonîzm, li xwe digire. Duyem, bi wateya pan û berfirehiya çemka îdolojiyê ku her cure teoriya bi mebest yan her cure hewlek bo nêzîkkirina zanist û siyaset bi sîstemek ji baweran li xwe digire yan bi watek din, du cure ji mektebên tundajoyane yên wek komonîzm û faşîzm yan miyanero wek lîbralîzm û parêzkar û cureyên din ên ramana sosiyalîstiyan li xwe digire.

Her çend pênaseyên cur bi cur ên îdolojiyê hatine pêşkêşkirin jî, lê tev ew pênaseyane xwediyê xalên hevpar in; Ewa ku îdolojî sîstemeke cuda ya ramanê ye û li hember diyardeyên taybet û mijarên civakî û siyasî xwedî nêrîn e. Bi vê wateyê ku îdolojî di hember van têgehan de bê alî nînin, belkî hem xwedî bîr û ramanê ne û hem hewl didin van ramanan bixin warê cîbicîkirinê. Lewma li vir xala cudahiya îdolojiya di teoriyeke siyasî û civakî de derdikeve û teorî li halê wesfkirin, şirovekirin û di dawiyê de raspartin e, lê îdolojîk hewlê dide rê û şêwaza xwe pêşkêş bike û di vê rêyê de pêdivî bi pêkhateyên hêza civakî û siyasî heye.

Axo nasiyonalîzm îdolojîk e?

Nasiyonalîzm wekî doktorîneke siyasî di destpêka salên 1800ê de li Ewropayê çê bûye û gav bi gav kete nav wêjeya siyasî û civaknasî.  Bingehên nasiyonalîzmê wekî bawereke siyasî, vedigere bo şoreşa Feransê (1789), ku li ser bingeha sereke ya berxwedana xelkê sitemjêkirî li dijî desthilatdariya zordar bû û bi vî awayî destpêkê li Ewropa û piştre li Amerîkaya Latîn berfireh bû.

Nasiyonalîzm bi resenetîdan bi yekeyên nîştimanî û regezî yên wekî îdolojiyeke siyasî û bingeheke hizrî û teorîk û kiryarî ya neteweyekê tê hesibandin.

Tevî vê ku mirov nikare pênaseyek diyarîkirî ji bo nasiyonalîzmê bîne, lê bi giştî li gor nerîna “Wînsênt” li ser nasiyonalîzmê, em dikarin bêjin: “Girûpek ji xelkê ku bi gişî ji ber sedemên nîştecihbûnê li melbendeke hevbeş, mîrat, çanda hevpar, berjewendî û hogiriyên hevpar di niha de û hêviyên wan ên hevpar di paşerojê de û meyla wan ya hevpar bo jiyan û parastina dewletê bi hev re yekgirtî ne, girûpeke nasiyonalîstî ne. Herwisa tev îdolojiyên nasiyonalîstî (olî, sekolar, parêzkar, radîkal, empiryalîstî û serbixweyîxwaz û hwd) di yek xal de, wate netewexwazî, hevpar in."

“Wînsênt” nasiyonalîzmê bi tevgereke îdolojîk dizane ku hewla gihîştin û parastina serbixweyî, yekîtî û nasnameya heşîmeta mirovî ye ku hejmarek ji endamên wê li ser wê bawerê ne ku neteweyek in. Nasiyonalîzm diyardeyeke modern e; Çarenivîsa her neteweyekê, vegerîna bo derbasbûyiya xwe rûmetî nîne, belkî berhemanîna dubare ya ruha wê derbasbûyî ye di rewşeke modern de.

Di vî warî de nasiyonalîzm îdolojîyek e û li gor taybetmendiyên îdolojiyan, mînakên dîrokî hene ku ew îdolojiye jî wek îdolojiyên dinê karesatnên mirovî afirandiye. Her çiqas nasiyonalîzm karîbû bibe sedema avabûna dewletan ku pêka etnîkî şekil girtine û taybetiyên dewlet-netewesazî hebûne, di hin qonaxan de jî bûye îdolojiya têkoşîna li dijî dagîrkeriyê. Lewma nasiyonalîzm di vî warî de bandora herî mezin li ser şekildana cîhana nû hebûye.

Axo nasiyonalîzma Kurdî (Kurdayetî), îdolojîk e?

Ewa ku nasiyonalîzma Kurdî yan “Kurdayetî” îdolojî ye yan ne, ez li ser wê bawerê me ku îdolojî ye, çimkî nabe di zanistên siyasî de bi şêweya bijardeyî mêzeyê diyardeyan bê kirin, eger nasiyonalîzma Ewropî, Tirkî, Farsî û Amerîkaya Latîn û hwd îdolojîk in, ku wisa ye nasiyonalîzma Kurd jî îdolojîk e.

Lê xala sereke di nasiyonalîzm û îdolojiyê de ew e nîne ku îdolojîkî ne û ji ber wê jî bi şik û guman wek diyardeyeke dijemirovî bêne dîtin, ewa ku girîng e hin gotar in ku di bin siya îdolojiyan de têne şekilgirtin. Derbarê nasiyonalîzmê jî, hem gotar û hem curên nasiyonalîzmên (etnîkî, radîkal, olî û medenî û hwd) şekilderê pêkhateyên cuda ên civakê ne.

Ku wisa ye nasiyonalîzma Kurdî yan jî Kurdayetî, her çendî wekî îdolojiyekê ye, lê di gotarên xwe de ji tundûtîjiyê dûr bûne. Bi rastî yê din ê nasyonalîzma Kurd, netewên serdest nebûn, belkî hikûmet bûn û ev jî bûye sedem ku nasiyonalîzma Kurdî berevajiyê nasiyonalîzma cîranên xwe, xwe ji dijberiya netewan dûr bigire.

KURDŞOP
590 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!