Antolojiya xebata medenî (hewcehiyên xebata medenî) – Beşa 1em

Şaho Husênî

 

Helbet beşa herî girîng a dîroka siyasî ya cîhanê li ser wê nigeraniyê bûye ku çawa pêşî ji tevahiyetxwaziya desthilatê, dîktatorî û serberdayiyên desthilata hikûmetê bê girtin. Ji bo vê encamê jî du rê hatine berçavgirtin: Yekem, lihemberderketin û şoreşa sor wate sûdwergirtin ji tundûtîjî û xebata çekdarî. Duyem, xebata medenî û dûrketin ji tundûtîjî û xebata çekdarî. Xebata medenî şêwazek ji nîşandana nerazîbûn û bertekan e li dijî hikûmet û sîstemên wê ku xwe ji her cure tundûtîjiyekê dûr digirtin û herwisa kesên nerazî jî xwe ji her cure tundûtîjiyekê dûr digirin. Xebta medenî weke lihemberderketina dûr ji tundûtîjiyê bi awayê kiryarî û berteknîşandina dûr ji tundûtîjiyê, nafermaniya medenî, beşdarînekirin di piroseyên hikûmetê yên wek aborî, siyasî û kultûrî de tê dîtin.

Ev şêwaza xebatê li hin welatên wek Amerîka, Arjantîn, Birezîl, Koreya Başûr, Fînland, Hindistan, Şîlî, Bêrme, Yûnan û piştî bidawîhatina şerê sar û hilweşîna Yekîtiya Sovyetê ji xeynî Romaniya li piraniya welatên Ewropaya Rojhilatê jî tê dîtin û karîne serkeftinê bi dest bixin. Em dikarin îşareyê bi teorîsiyen û rêberên vê şêwaza xebatê bikin ku ev jî wiha ne: “Mahatma Gandhi, Martin Luther King, Nelson Mandela, Michael Negler, Mubarek Ewaz, Aung San Suu Kyi, Adam Milichin, Leo Tolstoy, Andrei Sakharov, Weslaw Howl, Jane Sharpe, Lech Walesa û hwd.”

Lêkoler dîroka xebata medenî û berxwedana bê tundûtîjiyê vedigerînine bo sedsala pêncan a beriya Zayînê li welatê Çînê û behsa dibistana felsefî ya “Mohîzmê” dikin, dibistana felsefî ya li dijî şer û tundûtîjiyê ku di serdema siyaseta bikaranîna şer de derketiye holê, lê li dijî şerkirinê bû û zanista kelehsazî, xweparastin û dûrketina ji şer berfireh dikir. Herwisa lêkoler behsa xwenîşandan û têkoşînên bêtundûtîjî li Orşelîmê di sedsala yekem a beriya Zayînê de dikin ku ji bo berçavnegirtin û cîbicînekirina yasayên Romayê xwenîşandan kirine.

Bi giştî lêkolînên li ser xebata medenî di dîroka siyasî ya cîhanê de vê rastiyê nîşan didin ku ev şêwe têkoşîne li her kuncikeke cîhanê hatiye berçavgirtin û ceribandin, lê serkeftin û têkçûna wê ji ber hin faktorên girîng e.

 

Pêdiviyên xebata medenî:

Bestêna siyasî ya cîhanê di van sî û çil salên borî de bûye şahidê rûxandina gelek dîktatoran ku ji aliyê hêza cemawerî ve hatine rûxandin an hejandin, lê li hember berxwedana yekgirtî ya cemaweriya xelkê dûr ji tundûtîjiyê jî, rûxane û rastî niskoyê hatine. Aliyê kêm ji salên 1980an vir ve, zêdetirî bîst şoreşên medenî li seranserê cîhanê karîne bi ser dîktatoran de ser bikefin, her çend hinekên dinê ji wan şoreşan bi tevahî nekarîne bi ser desthilatên dîktator de serdest bin, lê karîne heta asteke zêde rûmet û aramiya wan bişkînin. Ji bo vê armancê jî gavên herî pêwîst ên ji bo hilweşandina desthilatek dîktator hatine berçavgirtin, ev bûne:

1- Bidestxistina gotareke alternatîv li hemberî gotara serdest û desthilatdariya hikûmetê yan jî desthilatdariya siyasî ku bikare gotara serdest a hakimiyetê paşde bibe, ewa jî demekê dikare derkeve û wek alternatîv di hember gotara hikûmetê de desthilatê bi dest bîne ku xwastên hemû tex û qat, kêmîneyên olî, kultûrî û hemû pêkhateyên netewan li xwe bigire, wate gotareke ku şaxê wê yê navendî cihê baweriya hemûyê civakê be û bikare xwestekên cur bi cur ên civakê wekî perawêzan li dora xwe kom bike.

2- Bawerî bi serketinê di nav civaka dijberê desthilata hakim de bi dest bê, da ku şarezayiyên lihemberderketên di nav xelkê de berfireh bin.

3- Pêwîst e rêxistinên serbixwe yên civakî û medenî ji aliyê tex û qatên cuda yên civakê ve li dora gotareke hevbeş û di xizmeta pêşxistina wê gotara hevbeş de were pêkanîn û hêdî hêdî ew navendên serbixwe yên medenî hêzeke navxweyî ya yekgirtî di nav civakê de li hember hêza nerewa ya desthilatê pêk bînin.

4- Pêwîst e di bin rênimayiyên gotara hevbeş de û bi bikaranîna rêxistinên civakî yên serbixwe, gellaleyeke setratejîk bo rûbirûbûna desthilata hakim ji bo bidestxistina azadî û demokrasîziyonê amade bikin û bikin nexşerê. Her çend di heyamên borî de, gelek caran xebata li dijî dîktatoran bi nebûna gellaleyek stratejîk hatiye meşandin, lê bê şik ji ber taybetmendiyên cuda yên dîktatorên serdem û digel desthilatdarên pawanxwaz ên berê, hebûna gellale û planek setratejîk hewcehiyek haşahilnegir e, çimkî her cure plan û gellaleyeke karbokirî û dewlemend di warê zanisî de wekî ku îro pîvanên helsengandina rewşa siyasî, adet û reftarên mirovan, helwest û bertekên dîtingehên wisa ku heta qasek zêde di ber dest de ye, dikare şansê serkeftina xebata li dijî dîktatoriyê û pêvajoya demokratîkbûnê zêde bike.

 

Dom heye…

KURDŞOP
405 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!