Antolojiya xebata medenî (hewcehiyên xebata medenî) – Beşa 2yem

Şaho Husênî

 

Beşa yekem a vê gotarê li vir bixwînin

 

Di beşa din a vê gotarê de, me behsa xebata medenî û hewcehiyên xebata medenî kir; Di berdewamiya vê gotarê de em ê behsa “destkeftên xebata medenî bikin”.

Xwendina wan guhernkarinên ku karîne demokratîzasiyênê misoger bikin, nîşan daye ku rizgarbûn ji dîktatoriyê, di nebûna hemû tex û qatan de bi rengekî yekgirtî mumkin nîne, wate ger çepên ortodoks hişmendiya dara têkoşînê bi pêş xistibin ku tê de pêwîst e hemû civak şûna gellale û metodên kêmîneyek şoreşgerên pisporî bikevin, ewa modela “rayzomatîka dloz” li ser wê bawerê ye ku hemû tex û qatên civakê divê li gorî şiyan û qasa xwe li piroseya dijayetî digel desthlatek dîktator û bo serxistina demokratîzasiyonê sûdê jê wergirin û hemû di piroseya xebatê de bêne beşdarîkirin û neyêne perawzêxistin.

Destketên xebata medenî:

Xebata medenî tevahiya tevgera wê beşa civakê li xwe digire ku berevajî partî û rêxistinên siyasî ku armanca wan gihîştin bi desthilatê ye, armanca wê paşvekişîna desthilat, sînordarkirina desthilat û sepandina daxwazên xwe bi ser desthilat û serweriyê de ye, lewma jî desthilatên dîktator bi ti awayekî geşe û berfirehbûna wê cure xebatê naxwazin, çimkî bi hênceta vê xebatê derfeta berfirehkirina tundûtîjiyê nîne û divê di cihekî de îtirafê bi xwastên wê tevgerê, herçiqas kêm be jî, bike. Wate yekem destkefta xebata bi vî rengî, rawestana desthilatda siyasî ji rûbirûbûna bi wê tevgerê re ye, di heman halet de li derveyî sînorên ew erdnîgariya ku desthilatek dîktator bi ser de serdest e, raya giştî her ku diçe zêdetir piştgiriyê dide tevgerên bi vî rengî.

Xebata medenî ger rûyek wê rû li rûbirûbûna bi desthilata tevahîxwaz re ye, rûyek din jî, rû li perwerde û hişyarkirina tak û civakê ye, pêgihandina tak û civakeke berpirs di hember çarenivîsa xwe de. Eger ev perwerdeye yekem encamên wê li rûbirûbûna bi desthilatdariya hakim re serkeftî be, piştî rûxandin û nemana desthilata dîktator, ewa ti carî îzn nade û bestênek nayê pêkanîn ku tê de careke din deshilatek din a dîktator serî hilde, wate destketa duyem ya xebata medenî pêşîgirin ji dubarebûn û serhildana desthilatek din a dîktator û tevahîxwaz e, ewa di halekê de ye ku dîroka guherinkariyên siyasî nîşan deye ku ew desthilatên bi şoreş û tundûtîjî hatine herifîn, bi giştî desthilatek din a dîktatoriyê bi xwe ve dîtiye.

Encam:

Xebata medenî bi giştî di wan welatan de kariye serî hilde û bigihe encamê ku piraniya wan yek netewe, yek çand û yek ziman in, ango ji yek neteweyê ne, di rewşeke wiha de serhildana gotarekê ku bikare civakê li dora xwe kom bike, derfet û egera wê zêde ye, ewa di demekê de ye ku Îran welatekî pir netew, pirçandî û pirxwestek e, lewma jî her ew taybetmendiye bûye astengiyeke mezin li pêşiya pêkhatina gotareke hevbeş ku hemû civakê li dora hev kom bike. Wate şert û mercên derketin û pêşketina civakeke medenî ya misoger û pêşketî pir guncaw nîne, her çend derketin û pêşketina civaka medenî nemimkin nîne, lê li gorî welatên ku yek netewe tê de heye û serdestî û desthilata zêde kêmtir e, lewma di welatek wekî Îranê de xebata medenî û rûbirûbûna medenî bi tenê lawaztir ji wê yekê ye ku bikare paşekêşeyê bi desthilata tevahîxwaz û dîktator bike, bi taybetî di nav civaka Kurd de ku li Îranê di warê heşîmetê de kêmîne ye, lê wek ku hate gotin ewa mimkin nîne, bo wê mebestê jî Kurd pêwîst e bi wan hizr û hêzên ku dîtingehek vekirî û demokratîk ji bo paşeroja Îranê hene, di egera her cure guherinkariyekê de, ji hev nêzîk bin û curek hevahengî û hevkariya wan hebe.

Ji bo wê mebestê jî, pêwîst e Kurd pêwendiyên xwe bi hêzên demokratîk ên seranserê nav Îranê re nûjen bike, çimkî ezmûna Îran, Iraq, Tirkiye û Sûriye nîşan daye ku Kurd di egera her guherinkariyekê de bi tenê ew hêze nîne ku bikare di bestêna siyasî de serdest û bi bandor be. Di heman demê de jî, Kurdan pêwîstî bi hêzeke çekdarî ya netewî heye ku bikare hêza berxwedan û danûstaninê ya Kurd di bestêna siyasî ya Îranê de ber bi pêş ve bibe, wate ger aresteya siyaseta Kurd xebata medenî ye û ji aliyê hizb û rêxistinên medenî ve tê rêberîkirin, lê ji ber taybetmendiyên jîngeha Kurd li Îranê ku hem digel netewên serdest û hem jî digel kêmîneyên din rastî pirsgirêkê bê, hêzeke çekdarî ya netewî dikare wek piştevaniya civaka medenî û xebata medenî ji bo pêşîgirtin ji niskoya civaka medenî û rêkxistinên medenî bandorek pozetîv hebe.

KURDŞOP
312 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!