Kultûra modern û desthilata modern

Şaho Husênî

 

Zêdetir ji sedsalekê ye ku xebata bo azadî û geşepêdana aborî, civakî û siyasiya civakê li Rojhilata Navîn hatiye destpêkirin, lê ya ku bi berdewamî tê berhemanîn, tevahiyetxwaziya aborî, siyasî û civakî ye û Rojhilata Navîn netenê ti pêşkeftinek bi xwe ve nedîtiye, belkî paremayî jî maye. Ev herekete eger bi hûrî neyê lênihêrînkirin, ne dikare bi zelalî bê ravekirin û ne jî dikare were çareserkirin. Helbet tişta ku li Rojava wekî pêşketina aborî, siyasî û civakî tê dîtin, berhema şoreşa pîşesazî, derketina ramanên aborî yên modern, ronakbîrî bi wateya peydakirina derfetên rewşenbîrî û zanînî, pêşketin û geşepêdan, pêşketina mirovê modern ji rêya perwerdekirin li ser bingeha hizr û ramanên modern û derbasbûn ji cîhana meinewî, kultûrî û hizriya kevneşopî ye.

 

Kultûra modern

Modern nayê wateya nûbûnê, di riwaletê de tê wateya dûrketin ji kevneşopiyên misogerkirî yên wekî rastiyên rawest û pîroz ên ku mirovên stûxwar û betal ji îradeyên kiryarî ber bi tewerbûn, serbixwebûn û mijarbûna mirovî û serweyê ploralîzma rastîn, dîtingeh, mijar û bingehên gihîştin bi xwast û daxwzên modern, geşebûna siyasî, aborî û civakî ye. Wate di pêşî de nirx, norm û kultûr tê nûkirin, piştre jî ev nûbûne di rûxandin û jiyana cîhana derve, bi taybetî jî civaka mirovî de xwe dide holê.

Şoreşa pîşeyî, geşekirin û pêşketina pîşeyiyê berhem tîne. Jiyan ji gund û eşîran ve ber bi bajaran ve tê veguhastin wekî navendek li derveyî hêz û bazneya desthilata hişmendî, kultûrî û riwaleta jiyan û desthilata kevneşopî, bingeha têkiliyên mirovan ji xwîn û malbatê ve vediguheze bo têkiliyên pîşeyî, qatî û hizrî. Wate meriv ji pêwendiya kevneşopî tê avêtin bo nav pêwendiyên pîşeyî. Bi vî rengî girêdanên kevneşopiyê ji holê têne rakirin û civakeke nû û cuda ji eşîre, tayfe û malbatan derdikeve holê ku wekî netewe tê pênasekirin. Ev forma nû ya civakî berhemanîna sîstem û nîzameke nû ya siyasî ya ku wekî dewleta modern a demokratîk tê pênasekirin. Bi vî awayî li kêleka moderniyetê wekî hizr û felsefe, modernîteya civakî, kultûrî û aborî jî bi modernîteya siyasî tê berhemanîn û bi vî rengî hemû kevirên nûbûn û modernbûnê derdikevine holê.

Tewera sereke ya van hemû çarçove û pêkhateyên ku em wekî modern, moderniyet û nûbûnê dizanin, mirov e. Ango mirov dibe mijara sereke ya cîhan û jiyanê û hemû regez, pîvan û nirxên pêşketina mirov û mirovatiyê, geşebûna mirov û mirovatiyê û xizmeta bi mirov û mirovahiyê re tê berhemanîn. Helbet ev hemû li ser bingeha modern ango dîtingeh, hizr û ramaneke nû ya li ser mirov tê berhemanîn.

 

Desthilata modern

Desthilata modern ne di forma riwaletî de, belkî wekî kultûr û dîtingehek zanîstî, berhema vegera mirov wek tewer e bo nav cîhana jiyan û ramanê. Di rastî de, mirovê destkird, guhdêr û stûxwarê jîngeha kevneşopî, dibe mirovek serbixwe, xwepênaseker û xwe avaker ku afirînerê desthilatê ye û desthilatê bo xizmeta pêşxistina berjewendiyan û parastina cîhana taketî ya ew aliyên tak ava kiriye. Eva di demekê de ye ku di cîhana kevneşopî de desthilat afirînerê tak, xwestek û cîhana jîn û ramana tak e. Desthilat serweyê mirov, jiyan, jîngeh û hizra tak diafirîne.

Berevajî di cîhana modern de desthilatdarî li hember tak berpirsyar e û cîhana takekesî û civakî ya takekesî diparêze. Desthilat bi îradeya tak û bi awayekî demkî rol dilîze û ne bi armanca hikûmetkirin û hukmkirin bi ser  tak de ku bi mebesta parastina tak û cîhana takî ye. Pêvajoya derketina desthilata modern bi vî rengî ye ku pêşî jîngeh û cîhana serbixwe ya tak derdikeve û piştre tak cîhana siyasî û desthilatê diafirîne, ewa di demekê de ye ku cîhana modern a hevşêweyê li Rojhilta Navîn di destpêkê de hikûmeta modern a hevşêwe derdikeve bi mebesta modernkirin û nûkirina tak û civakê, lê dema ku giha bi desthilatê ji hemû alavekê ji bo misogerkirina  berdewamiya desthilata xwe û bindesthêlana tak di bin hêza xwe de sûd werdigire.

KURDŞOP
322 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!