# Nav Mane
1 Gabar Karwanek ku çêl û ga bar kiribin.
2 Gabiryas Navê fermandarekî Mad bû, ku berpirsê yek ji hêzên peya ên Kuruşê Hexamenişî bûye.
3 Gare Çiyayek e li herêma Badînan li hemberî bajarê Amêdiyê ku Sedam Husên li ser wî çiyayî kelhek çêkiribû. Guhar. Denê mirîşka hêkker. Çiya. Şax. Kej.
4 Garo Gargaro: Hêlîna teyran ku di kuna daran de çêdikin.
5 Garosa Navê hozeke Kurd bûye li herêma Wanê ku ji aliyê dewleta Osmanî ve bo Qibrisê hatine dûrxistin û li wir hatine asîmîlekirin û bûne Tirk.
6 Gavan Kesê ku agehdarî ga û çêlekan dibe.
7 Gaware Dola Gawiran. Gawere. Çiqek in ji hoza Goran li Kirmaşanê. Di koka xwe de (Gawirderre) bûye, wate: Dolek ku Kurdên Goran li derdorê jiyabin.
8 Gawero Di koka xwe de gawirro bûye wate: Çemê ku Kurdên Yarsan li qeraxê jiyabin. Rûbarê gawiran. Navê çemekî ye di navbera Sine û Kamyaranê.
9 Gelale Pêşnivîs. Dariştina nexşeya kar an şer an ... hwd.
10 Gelo Aya. Axo. Tu bêjî. (Gelo tu bêjî rojekê Kurd bigihîje armancên xwe?). Bo pirskirinê tê bikaranîn.
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!