# Nav Mane
1 Zadîn Mirovê pîr û kamil. Jîr û dunyadîtî (Jineke zadîn û kamil).
2 Zagros Zagros an çiyayên Zagrosê, navê rêzeçiyayê ku ji herêma Wanê - Colemêrgê dest pê dike û ber bi başûr ve diçe. Di nav axa Kurdistanê re derbas dibe. Ji bakûr ve di destpêkê de di navbera tixûbên Tirkiye û Îrana îroyîn û piştre wek tixûb di navbera Îran û Îraqa îroyîn de dom dike. Nêzîkî kendavê di nav axa Îranê de heta herêma Hurmizê diçe. Dirêjiya çiyayên Zagrosê 1500 km ye. Di rêzeçîyayê Zagrosê de gelek çiya hene.
3 Zana Şareza, Kesê ku gelek dizane. Dana. Aqilmend. Hişmend.
4 Zanist Îlm. Zanyarî. Zanîn. Şarezayî.
5 Zanyar Zana. Dana. `Alim.
6 Zapan Çiqên çem û rûbaran. Kevirên hilû û nazik ku zarok pê dilîzin.
7 Zaro Zarok. Mindal.
8 Zaxo Bajarekî Başûrê Kurdistanê ye.
9 Zaza Nevî û nevîçirk. Herêmeke pan û berîn e li Kurdistanê. Yek ji zaravayên kevn ê zimanê kurdî ye. Tîr yan beşek e ji Kurdan li Bakûrê Kurdistanê.
10 Zêbar Herêmek e li Başûrê Kurdistanê. Herêma ku qeraxa avê be. Navê hozekê ye ku di navbera Akrê û Zêyê Mezin de dijîn li Başûrê Kurdistanê.
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!