# Nav Mane
1 Kajîn Ka jîn. Kaniya jiyanê.
2 Kajok Navekî kurdî ye.
3 Kakî Kake. Biragewre. Deşta rast û text.
4 Kakil Giyayekî bêhnxweş e wek rêhanê, lê pelgên wê naziktir in.
5 Kako Keko. Kake. Peyvek e bo axaftina digel birayê mezin tê bikarhînan. Birayê dayîkê. Xal. Çiqeke Kurdan e ku di navbera Sine û Kolyayiyê de dijîn. Tê gotin ku ew çiqa Kurdan paşmayiya çiqa Kasoyî bin, wate Kasoyî Akad. Navê pehlewanekî ye ku hevalê Kaweyê Hesinkar bûye.
6 Kalo Ey mirovê pîr û kal. Pîro.
7 Kameran Kesek ku gihîştibe hêvî û miraza xwe. Kamrewa. Kamriwa.
8 Kamiyar Pîroz. Serkeftî. Kesê ku gihîştibe hêvî û mirazên xwe.
9 Kanêwar Ka war. Wargeh li kuderê ye.
10 Karbîn Pispor. Zana di kar de. Kesê ku karekî peyda dike.
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!