# Nav Mane
1 Mado Ji peyva Mad hatiye wergirtin bi wateya Mada Piçûk.
2 Madosa Navê hozeke Kurd bûye li herêma Kerkûkê, ku ji aliyê dewleta Osmanî ve bo Qibrisê hatine dûrxistin û li wir hatine asîmîlekirin û bûne Tirk.
3 Mako Makû. Madkûh (çiyayê Madan). Bajarekî Rojhilatê Kurdistanê ye. Komkirina û serûberkirina tiştan.
4 Makwan Çiyayekî bilind e li Başûrê Kurdistanê.
5 Mamend Nîştecih. Mandegar. Navê çiyayekî bilind e li pişt çiyayê Nawzeng li hemberî Nokan li Başûrê Kurdistanê.
6 Mandak Navê yek ji paşayên Mad bûye ku Yonanî dibêjinê Mandaks.
7 Maniyan Navê kevn ê Mîtaniyan e ku dibêjinê Manayî. Manayî wate girêdayîbûna bi çiqa (tîreya) Manî.
8 Mard Serkêş. Yaxî. Navê kevn ê Mad bi zimanê Yûnanî. Bajarê Mardînê li Bakûrê Kurdistanê vê çiqa Kurdan bi bîr tîne.
9 Mardîn Navê parêzgeheke Bakûrê Kurdistanê ye ku ji deh şaristanan pêk tê û navenda wê jî bajarê Mardînê ye. (Li Başûrê Kurdistanê navê keçikan e jî.)
10 Maro Qeşe. Enîspî. Hespê ku zendê destê wî spî be.
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!