# Nav Mane
1 Hadar Mend. Tiştê ku nabizive. Nalive. Necûł.
2 Hako Ji nişkê ve. Bêyî vê ku lê binêre.
3 Hano Alîkar. Hono. Yarîdeder.
4 Harsim Ava qoreyê. Ava pesîreyê. (Qore û pesîre: tiriyê ku tirş e û hêla negihîştiye).
5 Haşiye Qerax. Perawêzî kopeř. Qeraxa kaxezê.
6 Havî Biyanî. Namo. Nenas.
7 Havil Encam. Akam. Berhem. Hewldan. Alîkarî. Netirsan ji kar û Xwelêdan.
8 Havîn Demsala havînê.
9 Hawa Navê çiyayê Demawend e li Avestayê de.
10 Hawar Hewar. Bang û hawar. Hawarbirina xwe bo kesekî din. Ax û dax. Navê kovarekê ye ku Celadet Alî Bedirxan di sala 1932an de weşand û 57 hejmar jê derketin. Navê kovarekê ye ku ji aliyê Hafiz Mistefa Qazî ve li sala 1971an li Bexdayê dihate weşandin, lê piştî sê hejmaran hate daxistin. Navê gundekî ye li Başûrê Kurdistanê li quntara çiyayê Şinirwê ku Kakeyî ne.
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!