# Nav Mane
1 Qapo Qapok. Ew tiştên ku lehî digel xwe radimale û davêje qeraxê.
2 Qareman Qehreman. Qereman. Pehlewan.
3 Qasimlo Navê gundekî ye li Urmiyê. Gundê malbata şehîd Dr. Ebdulrehman Qasimlo ye.
4 Qehreman Gernas. Egîd. Wêrek.
5 Qelatan Nişîngeha mîr û mezinan. Xaniya ser çiya. Navê gundekî ye li herêma Şarwêran a girêdayî bajarê Mehabadê ye û hêzên rejîmê xelkê wir komkuj kirin.
6 Qelxan Sîper. Mertal.
7 Qereman Qehreman. Qareman. Pehlewan.
8 Qesrî Qesrîn. Sirêbirî. Tevizî.
9 Qetûr Navê kelh û herêm û gundekî Kurdnişîn e li rexê bajarê Xoyê (Xwê) li herêma Şikakan ku derbazbûyiya wê vedigere bo sala 716an berî zayînê, û di vê salê de Sargonê duyem paşayê Aşûr ji wir re derbas bûye û çûye nav xaka Urartûyê.
10 Qezaz Firoşyarê hewrîşmê.
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!