Bilûr sembola neteweyekê û pencereyek ji bo gotûbêjeke çandî

"Hûmî Behabeha" feylesûf û bîrmendê mezin ê Hindî ku di warê hizra naskirina Rojhilatê de tevî "Edward Seîd" û "Gatyarî Spîwak Çakrawîrtî" xwediyê teorî û dibistana xwe ya hizrî ne, di mijara netewe (Etnîkî) de behsa du cureyên peywendiyan dike. Peywendiya aliyê serdest û bindest ku li ser bingeha Hêza Çekdarî, Aborî û Çandî hatiye avakirin û di vê têkiliyê de neteweya serdest dixwaze ku hemû hêz û hegemonya xwe bi ser neteweya bindest de bisepîne û wê ji enerjî, şiyana çandî û zimanî ya hûnerî vala bike. Di peywendiyeke bi wî awayî de neteweya bindest ku lawaz û bê dest û lep be di hemû waran de tişta ku neteweya serdest dixwaze bê pirsgirêk werdigre û di nava neteweya serdest de asîmîle dibe û hemû sembolên nasname, çand, civak û dîroka xwe wenda dike.

Lê di vê hevkêşeyê (Têkiliyê) de aliyeke din jî heye, ku aliyê serdest û bindest bi hev re têkiliyê dîzayn dikin û wê demê edî ne neteweya serdest ew serdestiya xwe ya tam heye û ne jî neteweya bindest ewqas lawaz û bê desthilate ku di warên çandî û hunerî de her tişta neteweya serdest bêje bê pirs û guman qebûl bike. Neteweya serdest ji ber kar û serederiya neteweya bindest û dahênan û afirandina wê reftara xwe diguhere. Ew bindest, bindestekî/ê jêhatî ye ku plan û reftara xwe ya taybet heye, şiyanên xwe bikar tîne û bandorê li neteweya serdest dike. Li gorî ku "Hûmî Behabeha" dibêje, eger neteweya bindest bikare di warê çandî de kareke wesa bike ku taybetmendiya hunera xwe nîşan bide û neteweya serdest neçar bike ku di şopa wê de biçe (Bi zarî wê bike) wê demê hevkêşeya serdestî û bindestiyê ji têkiliyeke yekalî ve dibe peywendiyeke dualî, herwaha peywendiya sepandî û zordarî tê guhertin û dibe danûstan û gotûbêjeke çandî û hunerî.

Îca bila em bizanin ka çi têkiliya vê mijarê li gel bilûra Kurdî heye ku heta niha bi kêmî giringî pê hatiye dan. Eger em bixwazin bi awayekî rast li ser vê amûrê biaxivin, divê destpêkê em rola bilûrê weke amûrekî mûzîkê li Kurdistanê diyar bikin. piştre bandora wê ya derekî bi pêşkêşkirina çend mînakan nîşanî xwandevan û wergiran bidin.

Yek ji riyên debara jiyana xelkê Kurdistanê xwedîkirina pez bû. Wê jiyanê dab û edet û çanda xwe ya taybet hebû. Yek ji taybetmendiyên vê jiyanê hebûna du Texan bo ku yek xwediyên pez û yên din şivan bûn. Şivan ku piraniya caran bi tenê bûne weke her miroveke din xwe dane aliyê mûzîkê û pê ve hatine girêdan. amûrê ku bikarin bi hêsanî hilgirin, bi xwe re bigêrin, fêr bibin û taybetmendiya jiyana wan têde hebe bilûr bû. Piştre ew amûr derbasî nava bajar bûye û hunermendên kurd ên li bajar bikar anîne û pêşxistine.

Yekem nîşaneya çandî ya bilûrê di nava perçeyê "Hawar Bere" de diyar dibe ku serboriyeke xwe ya taybet heye û awayeke axavtina bilûrvan e li gel wergirê xwe bi riya bilûrê.

Piştre alîgirên bilûrê ew amûr pêşxistin û bû sedem ku ew bikarin hêvî û armancên gelê Kurd, çi evîndarî be an trajîdiya an jî siyasî bi riya bilûrê nîşan bidin, ew bû sedem ku bilûrvan bo nîşandana hêvî û hezên cûda, bi gelek rê û teknîkên cûda deng û awazên cuda ji vê amûrê derxîne.

Kûrbûna dengê bilûrê di nava neteweya Kurd de heta wê astê pêş ketiye ku, dengê bilûrê bûye nasnameya netewî ya gelê Kurd. Radyoyên Dengê Şoreşa Kurdistanê berî weşana programên xwe, bo çend deqeyan perçeyeke bilûrê weke marşa nîştimanê weşan kirine û piştre dest bi programên xwe yên din kirine.

Ev deng û mûzîka taybet a Kurdî li ser destê hunermend û bilûrvanê mezin "Qale Mere" Bokanî gihaye asta xwe ya herî bilind, ew hûnermend di bilûrvaniyê de ewqas jêhatî bû ku hemû neteweya Kurd bû evîndarê dengê bilûra wî.

Lê xala giring ev e ku bandora bilûrê tenê di nava gelê Kurd de nemaye. Mijareke herî nû ku derbarê Bilûrê belav bûye, hevpeyvîna mamostayê naskirî yê mûzîkê yê Fars "Mihemed Mûsewî" ye ku yek ji mamosta û mûzîkjenên herî zîrek ên "Ney"`ê ye û di nava Fars an de, piştî hunermendên nifşa yekem kû "Ney" lêdixistin, wî bi guhertin û dahênana di deng û jenîna "Neyê" de pêgeheke taybet bidest xist û şêwazeke xwe ya taybet heye.  Wî bi gelek hunermendên naskirî û navdar weke Şeceriyan û Nazirî û hwd … re karê hevbeş kiriye û bi dehan û sedan perçe muzîkên naskirî hene ku Fars weke mîrata xwe ya çandî didin naskirin.

Dema ku jê dipirsin; Mamosta tu kesekî ku ji riya mamostayên ku berî te li "Ney"`ê dixistin derketî û te şêwazeke xwe ya taybet çêkir, te çawa ev kar kir? Mihemed Mûsewî bersiveke rast û cihê heybetiyê dide.

Bersiva Mihemed Mûsewî wehaye ew dibêje "Ez şagirtê mamostayên mezin ên jenîna neyê yên Îranê bûm û ez bûme kesekî jêhatî, rêbaza min her heman rêbaza dibistana qedîm a "Ney" lêdanê ya Îranê bû. Rojekê mamostayê mezin ê mûzîka Îranê "Murteza Henane" kasêtek daye min û got lê guhdar bike, ev bilûra Kurdî ye. Dema ku min guhdar kir ez şok bûm ku çawa ew hemû dengên ecêb ji vî hesinî derdikevin, ez bûme evîndarê vê bilûra (mûzîka) Kurdî ku mamostayê Kurd "Qale Mere"lê dida û hêdî hêdî min xwe fêr kir ku Neyê weke bilûra Qale Mere lêxim. Divê ez rast bim, ev şêwaza min a lêdana Neyê, weke bilûrvaniya Qale Mere ye û ez ji wî fêr bûme, ez çûme Bokanê û çûme ser gora wî û min li wê derê jî ew qise gotine"

Ev gotinên "Mihemed Mûsewî" mûzîkjenê navdar ê "Ney"`ê yê Îranî vê rastiyê ji me re eşkere dike ku weke "Hûmî Beha Beha" dibêje, têkiliyên Fars ên serdest û Kurd ên bindest di warê hunerî û bi taybet mûzîkê de hatine guhertin, ew îtirafê bi vê yekê dikin ku ketine bin bandora mûzîka Kurdî, ew jî wê wateyê dide ku êdî Bilûr tenê semboleke hunerî nine lê pencereyeke bo danûstan û gotûbêja bi gelên din ên cîhanê re.

KURDŞOP
728 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!