Nasîna amûrên muzîkê – Beşa 9em (tembûr)

Hawar Hewraman

 

Amûra tembûrê

- Ev amûre bi navên tembûr, tenbûr, telmûr, temîre û temûre tê naskirin.

- Ji dara tûtê tê çêkirin

- Ji malbata amûrên têlî ye ku bi hevkariya serê tiliyan_ çar tilî û hin caran jî pênc tiliyên destê tê lêxistin.

(Li cihê rih yan jî mizrabê bi serê tilî û nînikên dest ve tê lêxistin).

- Di navçeyên cuda yên Kurdewarî de bi çend qebare û şêwazên cuda têne dîtin ku bi giştî pêk hatine ji sê şêwazên sereke:

- Tembûra olî ya Yarsan (Kirmaşan)

- Tembûra olî ya Êzidî (Mûsil)

- Temûra olî ya Elewî (Dersîm)

 

Amûra Tembûr ji van beşan hatiye çêkirin ku pêk hatine ji:

- Kasik (sindoqa deng), rûyê amûrê (lewhe), destik (deste), qatbendî (perde), têl, têlgîr, kilîd, xirek (koleke).

- Kasik (sindoq dengê)

- Kasika amûrê bi şêweya hêkê ye û li ser kasika sêtarê mezintir e, û ji dara tûtê tê çêkirin.

- Stûriya kasikê du bo çar mîlemetre ye û dirêjahiya wê sê û heft santîmetre ye.

- Rûyê amûrê (lewhe)

- Rûyê amûrê yan jî lewhe ji dara tûtê tê çêkirin û rûyê pêşiyê li ser dengê têlan û bi giştî li ser dengê amûrê bandordar e.

- Stûriya rûyê pêşiyê yan jî lewheyê, yek û nîv mîlemetere ye.

- Destik (deste)

- Deste yan destik ji darên qahîm yên wekî hermî û qeysiyê tê çêkirin. Dara gûzê ya kevn ji hemûyan baştir e

- Dirêjahiya destikê pêncî û neh santîmetre ye, xirik û kilîdên wê li ser têne danîn.

- Destika amûrê di dawiyê de nazik û saf dibe. Ji ber ku destê jeniyar bi hêsanî li ser amûrê hatinûçûnê bike li jêr ve tê xirkirin û rûyê wê jî tê safkirin.

- Qatbendî (perde)

- Ji roviyên ajalan qatbendî an jî perde tê çêkirin, îro têlên naylonê jî tê bikaranîn.

- Perde di xalên cuda yên destikê de têne girêdan û cihê xwe hene.

- Ji binê destikê, wate ji cihê çespandina destikê bi tasikê ve heta serê destikê, wate li cihê ku kilîd lê tê girêdan, perde di xalên cuda cuda de têne girêdan.

- Têl

- Têl yan “jê” ji têla kanê hatiye çêkirin. Ji serekê ve bi têlgîr re tê girêdan û serê din jî bi kilîdên wê ve lûl dikin û girê didin.

- Mewdaya di navbera têlan yek û nîv mîlemetre dibe. Tembûra navçeyên Rojhilatê Kurdistanê sê têl heye bi giştî tembûran du têl û sê têl hene.

- Tembûra sê têlî

 

- Têlgîr

- Têlgîr ji kan, hestî, lek yan şaxê ajelan tê çêkirin ku ji bo parastin û ragirtina têlan li beşa pişta sindoqa dengê tembûrê tê danîn.

- Kilîd

- Kilîda amûrê ji dara qahîm tê çêkirin

- Li ser destika amûrê destik tê kunkirin û kilîd pêve têne ragirtin. Rêkûpêkkirin, şidandin û sistkirina têla tembûrê ji aliyê kilîdan ve tê encamdan.

- Xirek (pird, koleke)

- Du curên xirekê di tembûrê de heye. Yek ji wan li ser rûyê serweyê kasikê wate li ser rûyê kasik yan lewheyê tê danîn û piştre têl li ser tê danîn, yek din jî di dawiya destika amûrê de ye.

- Xireka serweyê kasikê ji darên qahîm yên wekî “şimşad û qeysi”yê tê çêkirin

- Têl bi ser cihê diyarîkirî bi ser van du xirekan re derbas dibin û paşê bi kilîdan re têne alandin.

Bi giştî amûra tembûr û destika wê 96 santîmetre ye.

KURDŞOP
591 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!