Fîlma "Cîran" bişkivîna bîranînên bi êş e

Aras Hiso

 

Erdê kalikê min li ber sînor bû, rojekê Kalikê min destê min girt û em bi hev re çûne nav erd. Wî di nava erdan de keskahiyên curebecure diçandin. Di ber sînor re xeteke tirênê hebû, min lê nihêrî dengê tirênê tevî gir-gira xwe li ber me re derbas bû. Min ji kalikê xwe dipirsî ev çi xet e bavo, ji min re got;

- Kurê min ew dera aliyê Bakûr jê re dibêjin serxet û em jî li binxetê ne. Hîn milet û xizmên me li aliyê hene.

- Ê em çima bûne du parçe?

- Kurê min em ne tenê bûne du parçe, em bûne çar parçe. Di sala 1923`an me dît hew bi tev û bêrên xwe hatin gundên me ji hev parçe kirin.

Wekî ku kalikê min nedixwest vê çîrokê berdewam bike. Bêr di nav destên wî de çilkên hêsirên wî dinuqtî dilê min û tiştek ji destê min nedihat ku ez bikim.

Ev fîlma bi navê “Cîran” ya derhênerê kurd “Mano Xelîl” ji me re qala êşên Rojavayê Kurdistanê dike. Êşên kurdên ku bi salan di bin zilm û zordariya sîstema Bae`sê  de mane. Êşa bindestî, ziman, sînor, netew û axê hemû bi hev re di naveroka vê fîlmê de dikelijin. Di salên 1970’an de bi navê sîstema “Kembera Erebî” li derdora 2000-3000 sedan malbatên ereb anîn û di nav malên kurdan de bi cih kirin, da ku bi her cure û awayan çanda erebkirinê bidin meşandin. Çîroka vê fîlmê li Rojavayê Kurdistanê, li bajarê Qamişloyê qewimiye, lê li Hewlêr a ser bi Başûrê Kurdistanê hatiye kişandin.

 

Kurteya Fîlmê:

Naveroka fîlmê ji me re qala çîroka zarokekî kurd ê şeş salî dike, ku li gundekî nêzî sînorê Bakûr û Rojavayê Kurdistanê, li bajarê Qamişloyê dijî ku malbata wî di navbera du dewletên wek Tirkirya û Sûriyayê de hatiye parçekirin. Ev fîlm bi qasî du saetan qala pêncî salên zordariya sîstema Bae`s, nijadperestî, belengazî û malwêraniyê dike. Fîlm li ser gelek tiştên taybet radiweste ku ji bo her kurdekî pişkivîna bîraînên bi êş e. Ji wan; zarokê ku ji bo axaftina bi zimanê Kurdî her lêdan dixwar û dikete navbera du agiran, li dibistanê bi zimanê Erebî û li mal jî bi zimanê Kurdî. Sînorê ku bi xwe re erd, milk, mal, çand, hest û mirovatî parçe dikir û welatî rojane ji aliyê eskerên Tirk ve bê sûc û sebeb dihatin kuştin. Her wiha di bin navê “Kembera Erebî” û bi hatina Erebên ku bi zorê di nava çavên Kurdan de hatibûn bi cih kirin, da ku Demografiya herêmê biguherin. Ji aliyekî din ve jî çîroka Cihûyên Sûrî yên ku neçar mabûn dev ji mal û milkê xwe berdin û koç bikin. Ya din qala mamosteyî Ereb ku ji paytextê, ji şamê tê û bi xwe re silogana “Umetu Erebiyetu El-Wehîde” (Miletê Ereb yek in), “Sûriye El-Esed” (Sûriya Esed e) û gelek siloganên din bi darê zorê dixe nava mejiyê xwendevanan.

Gava temaşevan bi dateyî bala xwe bide fîlmê, gelek sembol û motîvên balkêş tê de xwe dide der. Gava ku min û hevalên xwe ev fîlm temaşe dikir, min li tiliya xwe ya ku ji ber derbên mamosteyê Ereb hatiye şikandin nêrî. Tenê sûcê min ew bû ku min bi şaşetî sirûda Erebî ya netewî bilêv dikir û nedizanî bixwînim. Hîna jî gava ku tê bîra min ji min be ew ne dibistan bû, zîndan bû û bi rastî jî wiha bû. Lê çi gava ku dersên Neteweyê didane me, ji me be tu miletên demokrat, mirovane û nirx dide mirovan yên wekî sûrî tune ne. Tişta bêhtir ku ez pê diêşiyam, hinek ji wan Kurdan bi xwe bûn. Bi darê zorê bi dehan sirûdên netewî yên Şovînîst di mejiyê me de bi cih dikirin, mixabin îro ez dikim û nakim dixwazim wan sirûdan ji mejî û hişê xwe bavêjim, nikarim. Nexwe çiqasî bi çanda pişaftinê xwe berdane damarên gelê Kurd.

“Mano Xelîl” Derhênerê  fîlma   "Cîran"

 

Ev fîlm ji aliyê gelek welatan ve hatiye ecibandin û beşdarî bi dehan festîvalên navnetewî bûye û hêjayî gotinê ye ku derhênerê kurd “Mano Xelîl” tenê ji bo vê fîlmê bi dehan xelat wergirtine.

KURDŞOP
702 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!