Rola jinê di sînemaya Kurdî de – Beşa 3yem

Avesta Xanî

 

Beşa duyem li vir bixwînin

 

Me di beşên din ê vê gotarê de bi awayek gelemperî basa dîrok û destpêka rola jinê di rewt û çalakiyên siyasî-civakî de kir. Basa hindê ku jinan di civakên ewropî û bi taybet di civakên Kurdî de çawa kariye rolê bigêrin, herwisa nexşê jinan di sînemaya cîhanî an sînemaya femînîstî de çî ye. Piştre rola jinan di fîlmên Kurdî de bi hin mînak ji berhemên sînemakarên Kurd û bîhanî me da şirove kirin. Di vê beşê de emê bi nasandina çend berhemek din, dirêje bi basa xwe bidin.

 

Bila em biçine ser wan fîlman ku derhêner, ekter, çîrok û zimanê fîlmê bi temamî bi zimanê Kurdî ne. Fîlmên ku min helbijartine çi rêzbendiyeke wan tineye û bi tewawî heremekî ne. Piştî sala 1926ê û sê fîlmên Beknazariyan ku derbara Kurdên Êzîdî çêkirbûn, li destpêk û dumahîka salên 80an de “Teyfûr Bethayî” li Rojhilatê Kurdistanê, “Mehdî Umêd” li Başûrê Kurdistanê weke yekem derhênerê Kurd hatin naskirin. Teyfûr Bethayî li destpêka salên 80ê de çar belgefîlm berhem înan ku ya herî bi navûdeng “Nan û Azadî” ye. Paşan di sala 1990an yekem fîlma xwe ya metraj dirêj bi navê “Gelegurg” berhem îna. Sênariyoya fîlmê ji aliyê Mehdî Umêd ve hatiye nivîsîn ku çavkaniya vê çîrokeke bi vî navî ji nivîsa “Hisên Arif”. Pêş fîlma ‘Gelegurg’ê li sala 1987ê sênariyoya fîlma “Tunêl” ji aliyê Mehdî Umêd ve hate nivîsîn û li 1988an dest bi karê berhem înanê kir û ev bû yekem fîlma Kurdî.

Tunêl, Mehdî Umêd | 1988, 1987

Fîlma “Tunêl” bi gotina Mehdî Umêd qala cênusayda Kurda dike. Ev li fîlma xwe de tevliheviyeke dîrokî wêna dike, ku têde Zerdeşt dadibeze û dibe şahîdê karesata Kurdan. Bûyer di tunêlekê de diqewmin, bi hezaran kes tunêlê de li du derwazeyeke rizgariyê digerin, Û li dumahîkê biryara damezrandina dewleteke Kurdî didin. Derhêner dibêje daxwaziya min ev bûye ku siyasî yên Kurd bizanibin hunera Kurdî daxwaza dewleteke serbixwe dike. Lê gelo daxaza derhêner ji ragehandina serbixweyî a Kurdistanê bi destê jinê, wateya azadiya jinê jî digehîne gelo? Bi wateyek din gelo ev azadiya jinêye ku serbixweyî a Kurdistanê bi dest tîne?

Kilamek Ji Bo Beko, Nîzametîn Arîç | 1991
Berhema “Kilamek ji bo beko” li sala 1991an li derhênana “Nîzametîn Arîç” bas li çîrokeke siyasî dike. Beko (Nîzamtîn Arîç) bi mebesta peyda kirina birayê xwe Cemal (Cemalê Jora) ku dixwaze tevlî pêşmergan bibe rê dikeve. Ev bi qaçaxî li Bakûrê Kurdistanê li çemê Firatê derbazî Rojavayê Kurdistanê dibe, û li vê derê derbazî sînorê başûr dibe. Di aliyê din yê sînor hejmareke malbatan ji tirsa şerê Îran û Iraqê di reşmalan de dijîn. Beko teslîmê Zeyno (Lusika Hesen) tê kirin, heya li benda xeberekê li birayê xwe be. Zeyno bi awayekî rolê serok anku birêveberê reşmalên navçeyê digêre. Zeyno xwedî biryar û helwêste, pêşmerge dibine mêvanê wê û rewşa navçeyê ji wê dipirsin. Ya balkêş ev e ku rola jinê di fîlmê de pesîv nîne, berevajî heta radeyekê roleke çalak û ektîv heye. Jin mil bi mile mêran kar dikin, di kombûnan de mil bi mile mêran dirûnên û beşdarê basên siyasî dibin û nerîna xwe dibêjin.

Warê min ê îsota şêrîn, Hiner Selîm | 2013

Warê min ê îsota şêrîn, (2013) ji aliyê derhênerê kurd “Hiner Selîm” ve hatî kişandin. Bi gotina derhêner fîlm qala pêşmergeyekî dike, ku rastî neguncanekê bûye di serdema nû de, û şêwaza miameleya wî di gel serdema nû û azadiyê de. Derhêner hewl dide bi vê rêkê qala dû serdemên Kurda bike, serdema şax û serdema bajêr û azadiyê. Lê palewanê fîlmê Govend e. Jinek ku şerê civakê dike ji bo gehiştin bi hêvî û daxwazên xwe, ew jinek entelektuel û hinermend e. Govend di gel heza xwe ya perwerde kirina zarokan, hez bi jenîna amûra handpan ê dike, ku çêjeke taybet daye fîlmê. Govend bi cesaret û wêrekî, sînora dibezîne û diçe gundê Qemeriyan (Gundekî dikeve xelîfana ser bi bajêrê Soran li parêzgeha Hewlêrê) da ku erkê xwe bi cî bîne.

Bi gelemperî jin di fîlmên Hiner Salîm de roleke giring digêrin. Ev di hevpeyvîneke xwe de dibêje: “Li gorî min eve jin nîne ku problem heye, belkî yê ku xwedî probleme zilame!” Ji ber vê çendê di fîlmê wî de evê ku bi ser dikeve, jin e. Di fîlma ”Ger Bimrî Ez ê Te Bikujim” cext dike ser babeta jin û pirsa namûsê. Li civakeke mêrsalar de jin bi berdewamî bi sebeba namûsê tê kuştin, çimkî tenê kuştine ku namûsê temîz dike! Lê belê Sîba (palewanê fîlmê) weke Govendê di fîlma Warê Min ê Îsota Şêrîn sînora dişkîne bo gehiştin bi daxwaziyên xwe, û bi ser jî dikeve.

Bîranînên Li Ser Kevirî, Şewket Emîn | 2014

“Bîranînên Li Ser Kevirî” berhema 2014ê, ji aliyê derhênerê kurd “Şewket Emîn Korkî” ve hatî kişandin. Çîroka fîlmê basa astengên xilasnebûyî yê çêkirina fîlmeke Kurdî dike li Kurdistanê. Astenga herî berçav peyda kirina ektereke jin e. Lê li Kurdistanê de hê kultûra sînemayê cî ne girtiye û jin wek namûs hêlek sore û rê nadinê di sînemayê de rol hebe. Çimkî bi vî awayî şeref û namûsa xwe neparastine! Sinûr (Şîma Molayî) palewanê fîlmê, gelek bi hilkewt di TVyê de dibîne ku ji bo fîlmekê sebaret bi Enfalê daxaza ektereke jin dikin. Bavê Sinûrê Enfal e û wê bi dirêjeya temenê xwe êşa bêbavitiyê kêşaye. Ji ber wê çendê dixwaze bibe beşek ji fîlmê. Lê di civakeke nêrsalar de jin biryardera yekem nîne, Sinûr bêbave û mamê wê cihê bavê vê digire û biryarderê wê ye, lê belê ev jî razî nabe. Çimkî sinûr hê nezewiciye. Hîwa (Bengîn Elî) evîndar û kurmamê Sinûrê ye, ew ji bo Sinûrê şerta didane û dibêje heger gel wî bizewice, vê razî bibe ku di fîlmê de beşdariyê bike. Sinûr bi neçarî qebûl dike, lê serbarî vê çendê gelo ji asteng û fişarê rizgar dibe? Sinûr niha namûsa Hîwa ye, Hîwa xwediyê Sinûrêye! Ew dibe çavdêriya sinûrê bike, kes nabe destê Sinûrê bigre û jê nizîk bibe. Çimkî ev çend ji bo Hîwa û paşan ji bo Sinûrê serşoriye! Lê belê dumahîkê serkeftin ji bo wî kesiye ku kol nade.

 

Ev gotarê dom heye…

 

KURDŞOP
462 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!