Rola jinê di sînemaya Kurdî de – Beşa dawî

Avesta Xanî

 

Beşa sêyem a vê gotarê li vir bixwînin

 

Beşên din ê vê gotarê ji wan ser babetan pêktên: kurtasiyek ji dîroka rewt û sînemaya femînîstî, rola jinên Kurd di çalakiyên siyasî – civakî de, herwisa şirove û pênseya rola wan di berhemên sînemakarên Kurd de. Em li beşa dawiya vê nivîsê de berdewam didin liser nasandina çend berhemek din ku jina Kurd têde rol digêrre.

Kusî Jî Dikarin Bifirin - Behmen Qûbadî | 2004
“Kusî Jî Dikarin Bifirin” berhema sala 2004ê, ji derhênerê Kurd “Behmen Qûbadî” ye. Fîlm dinyaya zarokên şer nîşanî me dide. Zarokên ku zarokatiya wan jê hatiye sitandin. Ew zarok ne gotinên wan yê zarokan e, ne hizir kirina wan, û ne jî karên ku dikin. Agirîn (Awaz Letîf) yek ji ekterên sereke yê fîlmê ye; ew keçeke biçûk e ku bûye qûrbaniya şer. Agirîn di dema hêrişa sedam bi ser bajarê Helbecê ji aliyê serbazê be’sî tê tacîz kirin. Ew di temeneke zarok de dibe dayîk, dayîka zarokekê ku bavê wî Agirîn û Hengaw  (Hêriş Feysel) bi tenê hêlane. Em dibine şahîdê guşarên derûnî yên Agirînê. Şer û destdirêjiya, duh ji bo wê kiriye kabûs û îro û siberoj jî jê standiye. Agirîn berdewam hizra çuyînê dike, çûyînek ku belkî wê ji wan êşan rizgar bike. Lê di dumahîkê de take rizgariya ku şik dibe, xwekujiye!

Nîvê Heyvê

Em di “Nîvê Heyvê” a Behmen Qûbadî de dîsa rastî wê çendê dibin ku jinê têda roleke piştguhkirî tinîne. Jin têde rizgar dike. Hêşû (Hediye Tehranî) û Nîv Heyv (Golşîfte Ferahanî) hemî hêviya Mamo (Îsmaîl Xefarî) û komê ne. Koma ku biryare li Başûrê Kurdistanê konserteke musîqayê pêşkeş bike. Fîlm kêmasiya kêmiya dengê jinê nîşan dide li sîstemek ku Îslam û nêrsalarî serdest e. Jinên ku dengê wan hatiye qedexe kirin û sirgun kirin.

Reşeba, Hisên Hesen | 2016
“Reşeba” berhema sala 2016ê, ji aliyê derhênerê Kurd “Hisên Hesen” ve hatiye berhemanîn. Fîlm hewl dide tirajêdiya fermana 73 a Êzîdiya bibe ser perdeya sînemayê. Li sala 2014ê rêkxirawa terorîstî ya Daîşê hêriş kire ser bajarê Şingalê û nêzî 5000 keç û jinê êzîdî weke xenîmeta şer bi esîr girt û kirine koleyên cinsî. Reşeba çîroka tenê yek ji wan jinan e ku hatiye esîr kirin. Pêro (Dîmen Zendî) ew keç e ku bi çendîn cara hatiye firotin, destdirêjî bi ser da hatiye kirin û jiyana wê bûye kabûsek ku qet jê rizgar nabe. Rêko (Rêkiş Şêhbaz) evîndar û dergistî yê Pêro ye, biryar bû ku bihevre bizewicin, lê şer rêkê nade. Rêko hemî hewlê xwe dide ku evîna xwe peyda bike. Jinên şervan ku roleke berçav hene di rizgar kirina jinên êzidî, hejmareke jin rizgar kirine, rêko ji bo ku bizanibe Pêro yek ji wan jinan e, berê xwe dide Rojavayê Kurdistanê û Pêro yê dibîne. Lê belê Pêro êdî ne ew keça dev bi kenî ye. Ew pêkve dizivrin Başûrê Kurdistanê û eve destpêka nehametiyên namûseke lekedar e!

Li komelgeheke mêrsalar da bihaya jinê bi perdeyekê girêdaye ku eger li dest dana wê bi dilxwazî (bê zewac) an bi destdirêjî be jî yek derencam heye. Ew dibe jineke eyibdar û lekedar, weke kalayeke deste dû ku pêştir hatiye bi kar anîn û çi mêrek êdî wê qebûl nake. Pêro serbarî hemî zehmetiya, divê bergeya guşarên derûnî a wê sîstemê jî bigre, guşarên ku bûye sebeba xwekujiya hejmareke zêde li jinên rizgar bûyî. Ya rast di sîstema mêrsalarî de tenê jin nîne ku qurbanî dibe, belkî mêr jî qurbanî ne. Rêko weke bavê xwe hizir nake, ji bo wî çi tişt neguheriye, Pêro evîna wî ye û ev ser biryara xwe ya zewicînê rawestaye. Lê belê bavê wî sond xariye ku nehêle bûkeke eyibdar û bi hemil pê bavêje mala wî. Li aliyeke din bavê Pêroyê xuya nake ku kêfxweşe ji rizgar bûna keça xwe an ne? Hevdem ew jî li bin bandora gotinên sîstema mêrsalar de aloze û nizane çi bike.

 

Dumahiya wê basê bi dû berhemên derhênera kurd “ Qudret Guneş”ê bi dawî tînim; ku basa piraniya berhemên wê basa jinê û civaka Kurdistanê ye. Ew bas li cesareta hin jinên Kurd dike ku serbarê zilm û zordariyê, çi ji aliyê sîstem, hikumet û malbat ê be, kol nedane û çi tiştek nekariye wan ji xebat ji bo gel û axa wan biwestîne.

 

“Leyla Zana Mizgîna Gelekê” berhema 2002yê

Belgefîlm qala xebata aştiyane a Leyla zanayê dike. Basa şiyan û cesareta wê jina xebatkar dike ku xwe dike qurbana nîştiman. Ew diçe ser sekoyê û ji bo sedan jin û mêrên Kurd dersa azadiyê dibêje, dersa berxwedan, dersa têkoşîn ji bo gehiştin bi mafên xwe.

 “Femmes Humiliées” berhema 2009ê

Çîroka dû jinên kurde ku bi hokara azar û eşkenceya dewleta faşîst a tirkiyê, bi neçarî bûne penaberê diyaspora. “Hozan Canê” yek ji wan jinan e, ev hinermende û sitranbêjî di temenê xwe yê 6 saliyê dest pê kiriye. Di temenê 11 saliyê de bi zor bi mêr dane, paşan bi her awayekî be kariye xwe ji vê zilmê rizgar bike. Lê ji bo kuderê? Li sîstema faşîsta tirkiyê jineke Kurd û sitranbêj ku sitranê eşq û evînê dibêje û bi Kurdî dijî, dibe ku çawa di gelda bê reftarkirin? Belgefîlm bi serhata Canê û Nazlî Top ê ye. Ev basa eşkence û dest dirêjiya sîstima tirkîyê dikin. Bas û wesfa birînên xwe dikin. Birînên ku heta heta şûnwarê wan li ser leş û rihê wan vê bimîne.

 

Dumahîk gotin:

Sînemaya Kurdî serbarê hemî kêmasî û astengan kariye heta radeyekê xwe pênase bike, ji daxazên ku hene û ji peyamên ku dixwaze bigehîne. Her çi qas derhênerên Kurd an ku sînemaya kurd bi gelemperî hê xwediyê pletformeke netewî nîne ku ji hemî aliya bê piştîwanî kirin; lê hewldaye karesat û êşên xwe, arîşe û rewşa Kurd bi şêwazên cuda bibe ser perdeya sînemayê. Yek ji wan kêşe û pirsgirêkan mijara jinê ye. Cihê dilxweşiyê ye ku ger li welatên rojavayî sînemaya femînîstî piştî gelek salan ji hebûna sînemayê serhildaye, lê Sînemaya Kurdî her ji destpêka xwe bi awayekê xwedî qalibeke femînîstî ye. Berhemên ku min bas jê kirî tenê beşek bûn ji Sînemaya Kurdî, ku em kêm têda şahîdê bi alet bûna jinê ne. Rola jinê di Sînemaya Kurdî de bûka pêleystok nîne ku weke Mulvey amaje pê dike di bin çêja dîtineke mêrsalarî be, belkî ew bi xwe ye her çawa ku heye. Lê ev bes nînin ji bo hebûna sînemayek ku peyama wê yeksanî xwazî be. Bas kirin li jinê û pirsgirêkên wê nabe tenê di basa dayîkîtî, evîndarî, namûs û şer de bê kurtkirin. Hevdem me pêwîstî bi rola jinan e ku bibine îdol li hemî babetên zanistî, aborî, felsefî, siyasî, edebî, hunerî, sînema û hemî mijarên ku heta vê gavê jinê kêmtirîn rol têda hebûye. Jinên Kurd pêdivî bi pletformekê heye ku xwe weke takeke serbixwe nas bike û binasîne. Herwiha bi mafên xwe haydar bibe û ji bo bi dest înana wan bê teşwîq kirin; ji bo vê mebestê ez bawerim sînema baştirîn amiraz û amûr e ji bo bi cî înana wan daxwaz û xwesteka dikare serkeftî be.

 

 

Çavkanî:

Laura Mulvey, Visual Pleasure.pdf (amherst.edu)

فێمێنیسم و سینەما – چەکۆ ڕۆژهەڵات / گۆڤاری تیشک 57))

صد زن؛ زنان و سینما، ازافزایش تولید فیلم تا جنبش برابری جنسیتی درسینما - BBC News فارسی

نقد فمینیستی فیلم (hawzah.net)

#Pispor (2) - Ekrem Yildiz : Yekem Fîlma Kurdî "Nan û Azadî" ye. - YouTube

فیلمی {زارێ} لە بۆتەی شووناسی نەتەوەید - YouTube

Kürd Yönetmen Kudret Güneş ile Rozerin Urucu Konuştu: – MEZOPOTAMYA HABER 24

Kudret Güneş (kameraarkasi.org)

 

 

KURDŞOP
478 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!