Xelata salane ya “Seyîd Mihemedê Sefayî” Dîmeneke nû ya navçeya Hewşarê di warê hunerî de

Dr. Azad Mukrî

 

Wêjeya devkî çavkaniyek girîng ji bo parastina ziman û gelek adetên civakî ye ku li çarçoveya wê cureyê di wêjeyê de hatiye parastin. Hemû ew netewên ku wêjeyeke devkî ya dewlemend hene, zimanek bihêztir bo nivîsîn û afirandinê jî hene. Lê beşeke zêde ji wan netewane di bin serdestî û desthilata zimanên serdest de nekarîne şiyanên xwe biparêzin û edebiyata xwe berfireh bikin û zimanê serdest kirine bi deriyek ji bo vegotina pesn û bîranînên xwe yên civakî û di encamê de zimanê wan ber bi lawaziyê ve çûye û di çarçoveya huner û wêjeya afirandinê de jî destê wan betal e.

Bi xweşî ve wêjeya devkî ya Kurdî yek ji dewlemendtirîn wêjeya cîhanê ye. Şahidiya bo dewlemendiya wê wêjeyê, ferhenga çardeh berga “Mamoste Selahê Payaniyanî” ye ku taybet bi wêjeya devkî ya yek ji navçeyên Kurdistanê wate “Edebiyata Devkî ya Mukriyan”ê ye. Payaniyanî di vê berhema mezin û dewlemend û bihêz de tevahiya şîret, zarave, metelok, zimanxeletîne û axaftinên asayî yên xelkê veguhastiye û tomar kiriye û ji bo her yek ji wan wate û şêweya bikarbirina wan jî diyarî dike û çavkaniyeke zimanî ya wisa pêk tîne ku mirov dikare bêje zimanê Kurdî astekê ber bi serê ve biriye.

Ji xeynî wê berhemê, nivîskarê bi şiyan “Ehmedê Behrî” jî şeş berge ji bety û heyranên navçeya Mukriyanê bi navê “Gencê Ser Be Mor” kom kiriye ku gelempera beyt û heyranên Kurdî li xwe digire û di nêzî pênc hezar rûpelan de hatiye belavkirin. Lê ji xeynî wê wêjeya devkî ku vegotin û komkirina peyv, destewaje, zarave, şîret û wan mijaran li xwe digire, hem karê Mamoste Selah Payaniyanî û hem berhema bihêz a Mamoste Ehmedê Behrî ku beytên Kurdî kom kirine û şirove û perawêzî ji bo nivîsîn û çavkaniyek dewlemend û bi rastî gencek destlênedayî ya zimanî tomar kirine, netewa Kurd gelek çavkaniyên devkî yên dinê heye ku di navçeyên cuda yên Kurdistanê de bi dirêjahiya sedan salên borî sing bi sing û ziman bi ziman hunermendên Kurd berfireh kirine û parastine û dewlemend kirine.

Yek ji wan hunermendên Rojhilatê Kurdistanê ku rola wî li berfirehkirina wêjeya devkî ya Kurdî di bestêna muzîkê de hebûye, kesayetiyek bi navê “Mihemedê Ehmedî” ye ku di nav civakê de bi navê “Seyîd Mihemedê Sefayî” tê naskirin û di seranserê Kurdistanê de tê naskirin. Seyîd Mihemedê Sefayî jidayîkbûyê sala 1923an li navçeya Hewşarê ye.

Ew hunermende li gudnê “Bilûz”a “Sefaxane” a navçeya Hewşarê ji dayîk bûye. Ji seyîdên Sefaxane ye. Her çende nexwendevar bûye lê ji ber hogirî bi muzîka Kurdî ji şêst sal berî niha ve stran û awazên Kurdî bi şêweyekî xwemalî tomar kiriye. Ji bilî wê yekê di hemû navçeyên Kurdistanê de çalak hebûye û ji bo xemilandin û lidarxistina gelek kombûn û dawet û hilkeftên navçeyî û malbatî û netewî, stranên Seyîd Mihemedê Sefayî roleke berçav hebûne.

Beşeke zêde ji stranên Seyîd Mihemed, têm û rîtma wan ji folkorê hatine wergirtin û heta beşeke zêde ji wan jî helbestên folklorî ne, lê ew hunermende ji ber şêweya lidarxistinê û awayê taybet ê derbirîna stranan di seranserê Kurdistanê de hatiye naskirin. Wate Seyîd Mihemed Sefayî di şêweya gotina stranan de, bi taybetî ew stranên bi stranên bezmî yan şad hatine naskirin, şêwazek taybet hebûye ku ew awayê taybet çi di gotinê de, çi di pêşkişkirinê de ku bi şêweyekî pêrformansê li dar xistine, bûne sedema wê ku alîgireke gelek zêde di nav tex û qatên civakê de ji bo xwe bi dest bixe.

Ji xeynî wê yekê jî çend berhemên wî bi şêweyê pirofîşnalî di radyoyên wek radyo Kirmaşan, radyo Tehran û radyoya Sinê de hatine tomarkirin. Awayê taybet ê Sefayî bûye sedema wê ku gelek ji hunermendên naskirî yên Kurd di warê muzîkê de girîngiyê bidine karên wî. Bo mînak girûpa naskirî ya “Kamkarekan” di kasêta “Kanî Spî” de yek ji stranên wî hunermendê par vekiriye û dîsan gotiye.

Seyîd Mihemed Sefayî heyama sê salan li Başûrê Kurdistanê nîştecih bûye û li wir jî bi hunermendê mezin ê Kurd Hesen Zîrek re hevmal û hevnişîn bûye. Di wê heyamê de gelek tiştên taybet ji Hesen Zîrek hîn bûye. Pêwendiyek civakî ya berfireh hebûye. Taybetmendiya sereke ya karên Seyîd Mihemed, dûrkevtin ji gelek normên adetî yên birêvebirin û pêşkêşkirina stranan e. Heta kilama Seyîd Mihemedê Sefayî kelamek e ku digel gelek ji normên kilamî yên muzîka Kurdî re cudahî heye û bi şêweyekê keşeke azadtir bo hunermend bi dest aniye ku bikare stranên xwe dûr ji kilêşeyên civakî bibêje.

Xelata Seyîd Mihemedê Sefayî

Ji ber bandorekê ku wî hunermendî li ser vejandina hunera muzîk û folklora navçeya Hewşarê hebûye, roja Sêşemî 12ê Kanûna 2023an, li bajarê Tikaba Hewşarê merasimek mezin hate lidarxistin ku di wê merasimê de hunermend û nivîskarên wî bajarî bo cara yekem xelateke salane bi navê xelata “Seyîd Mihemedê Sefeyî” pêşkêş kirin. Ew xelate salane bi wan hunermendan re tê danê ku di yek ji warên muzîk û huner û wêjeya navçeya Hewşarê de çalak bûbin. Her bi hilkefta wê xelatê, çend hunermendan li bajarê Tikabê çend straneke Mihemed Sefayî gotin.

Ji xeynî wê yekê peykerê Seyîd Mihemed Sefayî ku ji aliyê hunermendê mezin ê Kurd Hadî Ziyaedînî ve hatibû çêkirin, perde li ser hate vêdebirin û yekem xelata salane ya Seyîd Mihemed Sefayî bi “Seyîd Şukre” ê hunermendê navûbang ê navçeya Hewşarê hate bexşîn. Seyîd Şukre bi xwe yek ji wan beytbêjên mezin ê navçeya Hewşarê ye. Naskirîtirîn betytên ku bi xwe afirandiye û gotiye, beyta bi navûbang a “Ezîz û Kubra” ye. Hêjayî behskirinê ye ku hunermendên mezin ên Kurd yên wekî “Mezher Xaliqî, Nasir Rezazî, Necme Xulamî, Şahû Endelî, Hejar Zehawî û hwd”, peyamên xwe yên vîdyoyî ji bo wê merasimê şandibûn.

Xelata salane ya Seyîd Mihemedê Sefayî mizgîniya ronahî û çirîskiya ser ji nû ya hunerê ye û bi taybetî hunera muzîkê li navçeya Hewşarê ye.

KURDŞOP
308 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!