Mamoste Elî Merdan asoyeke rohn rû bi muzîk û nasnameya Kurdî ye - beşa 1em

Diyako Şasiwarî

 

“Gelayê Payîz” navê pirtûkekê ye ku bîranînên yek ji mezintirîn hunermendên Kurd “Mamoste Elî Merdan” li xwe digire. Di rastî de nasiyariya min li ser Elî Merdan wekî nasiyariya piraniya xelkê Kurd ji rêya stranên wî ve bûye. Wek wê ku Elî Merdan stranbêjek wekî tev stranbêjên din ên Kurd bûye ku bi awayekî xwebexş hinek meqam û beste û elaweysî û awazên Kurdî fêr bûbe û bi rêkeft jî tomar kiribe. Lê piştî xwendina nêzî 400 rûpel ji bîranînên wî hunermendê, ji bo min derket ku Elî Merdan ji xeynî wê ku hunermendek bi şiyan û xwedan şêwaz û lêzan di warê muzîkê de bûye, mirovekî hûrbîn, bi pilan û di heman demê de xwediyê zanista pisporane di warê muzîkê de bûye.

Beriya wê ku aliyên cuda yên bîr û hunera Elî Merdan pêka bîranînên wî bixime ber behsê, min pê baş e ku ez behsa şêwaza nivîsîna wî hunermendê mezin bikim. Elî Merdan bîranînên xwe pêka metodek taybet vegotiye. Wate bîranînên wî bi şêwazekî xetî û hêleke rast, ji zarotî ve heta serdema kalbûnê venegotiye. Belkî ew rawestingehên ku di jiyana takekesiya wî û jiyana huneriya wî de girîng bûne, tekezî li ser kiriye û bi hûrî ji bo xwînerê xwe rohn kiriye.

Her yek ji beşên bîranînên Elî Merdan bi naveke taybet hatine nasîn û xuya ye ku wî hunermendê bi mebest ew kare kiriye. Bo mînak ji beşa yekem ve ku dest pê dike bi navê “Tarmayiyekanî Mindalî”, tekeziyê li ser koka malbatî û warê jidayîkbûna xwe wate Kerkûkê dike. Hin resm û adetên civakî û kultûriyên wê serdemê yên bajarê Kerkûkê vedibêje ku ji bo tev xwîner û nemaze bo şirovekar û pisporên warê civaknasiya kultûrî girîng in û em ê paşê zêdetir li ser bisekînin.

Di beşa duyem a wan bîranînan de ku bi navê “Leylan û Dîwexanê” şêx e, tevî vê ku kevneşopiyek xirab a civakî ango destbiserdagirtina malên sêwiyan dibe kevirê bingeha wê beşê, rola dîwanxaneya axayan û xaneqaya şêxan li berfirehbûna muzîk û dora hev komkirina hunermendan û hunerdostan tîne ber behsê. Ewa ku bi xwe di wê keşûhewaya kultûrî û qatî de çawa kariye dengê xwe peyda bike û şiyanên xwe bibîne û derfetekê ji bo xwe peyda bike. Di beşa sêyeme de ku bi navê “Aşiqekî Helweda” ye, ezmûna evîna xwe vedibêje. Ezmûnek ku her ji temenê 18 salî ve hiş û bîrên wî dagîr kiriye û heta dawiya rawestangeha wê berhemê û bîranînan di hiş û bîra wî hunermendê de maye. Evîna hunermendekê derbarê keça xalê wî.

Beşa piştre vegotinek e ji cîhêştina welatê xwe ya bi navê “Heftexar û Rencekanî”. Ewa ku bo cara yekê ji Leylan wate gundê xwe diçe derê û di Heftxarê de dimîne. Bo cara yekê stargehekê peyda dike. Lê paşê ew stargehe jî jê tê hilweşandin û ew mala ku tê de xwedan dikin rastî pirsgirêkek mezin a civakî tê û ewa jî hem jiyana wê malbatê û hem paşeroja Elî Merdan diguherîne.

Di beşa pêncem de ku bi navê “Berew Bexda” ye, rêwîngek dûrûdirêj heta dawiya temenê Elî Merdan tê destpêkirin. Rêwîngiyek ku ji betalî û razan di baregeha Şêx Ebdulqadirê Geylanî de û razan li ser şeqaman heta gihîştin bi bilindtirîn pileyên hunerê vedibêje. Rêwîngiyek ku tê de hevnişîniya kedkar, rencderan û lêqewmiyên Bexdayê ye û paşê pile bi pile ser dikeve û wê carê digihe astekê ku bi bilindtirîn hunermend, nivîskar, helbestvan û siyastevanên Kurd û Ereb re li Iraq, Misir û Ordun û welatên dinê pêwendiyê çê dike.

Di wê rêwîngatiyê de behsa dehan rawestangehên dinê kiriye ku ji bo xwîner û mirovê Kurd bi sûd in û em ê paşê behs bikin.

Hesen Zîrek û Elî Merdan

Ewa ku ew hunermende vedibêje û ew bûyerên ku li Bexda û welatên dinê hatine serê wî, her yek ji wan ji bo xwînerê Kurd û bo hogirên hunera muzîkî li Kurdistanê, komek data û ezmûnên nû tê de hene ku nabe herwisa bi ser serî bi ser wan re derbas bibin. Ewa ku di wê koma bîranînên Elî Merdan de balkêş e û xwediyê girîngiyê ye, ewa ye ku em ti beşek ji beşên wan bîranînan şik nabin ku wekî em ê paşê behsa wam bikin me digel diyardeyek nû zaniyariyek nû û ecêbmayînek nû hevnas neke. Çimkî di her yek ji wan beşan de tiştên negotî ku pêwendî bi huner, muzîk û civaka Kurdî re hene behs dike.

Wate tenê tekeziyê li ser vegotina pêngav bi pêngav a bîranîna xwe ya takekesî nekiriye, (ku gelek caran em di pirtûka bîranînan de dibînin û renge ji bo xwîner gelek girîn nebin), belkî Elî Merdan bi zanînê ve ew rawestangehên bîranînên xwe vegotiye ku diviya bi xelkê xwe, netewa xwe û hogirên hunera muzîkê re par vebike.

Bo mînak wî hunermendî çawa kariye bi şêwazekî pisporane bê nava dinyaya hunerê. Bi kîjan yek ji hunermendên mezin ên Ereb û Kurd re pêwendî hebûye? Ew pêwendiyaneyên wî bi wan hunermendan re li ser çi bingehekê bûne? Axo hunermendên Ereb û Kurdên hevmil û hevzimanên wî bandor li ser wî hebûne yan wî bandor daniye ser wan?

Elî Merdan û Mihemed Ceza

Çiqas muzîk bi şêwazê zanistî zaniye? Çi rolek di berfirehkirina muzîka Kurd de hebûye. Axo Elî Merdan wekî mamoste di fêrgehên Bexdayê de wane gotiye yan wane hîn bûye. Gelo Elî Merdan tenê di çarçoveya muzîka Kurdî de hatiye naskirin yan jî di panatiya dinyaya Erebî de jî hatiye naskirin. Pêwendiya wî bi muzîka Erebî û muzîka welatên wek Misr, Ordun, Sûriye û Iraqê re çi bûye? Bi muzîk û hunera Kurdî re çi pêwendiyek wî hebûye? Kîjan yek ji hunermendên Kurd pesna meznahî û şiyana Elî Merdan kirine? Elî Merdan kîjan rawestangeh ji bîranînên xwe bo kîjan ji hunermendên Kurd terxan kiriye û tekezî li ser kiriye. Ew hunermendên wekî muzîsiyen ku hevalên Elî Merdan bûne kê ne. Axo hemûyê wan Kurd bûne yan wekî tê gotin hemû Ereb bûne? Gelempera wan pirsane di berdewamiya bîranînên Elî Merdan de ji bo xwîneran tê rohnkirin û em ê di nivîsên piştre perdeyê li ser yek bi yekê wan vêde bibin.

KURDŞOP
329 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!