Nasîna amûrên muzîkê – Beşa 12em

Hawar Hewraman

 

Amûra dîwanê

Ev amûre bi navê saz, saz dîwan, baxleme, cure û bizq tê naskirin.

ji malbata amûrên têlî ye ku bi hevkariya mizrabê tê jenîn.

Ji darên gûz, tût û efra û hwd tê çêkirin.

Bi giştî ji çar şikil û qebareyan tê çêkirin

Destika wê dirêj û kasika wê jî navendî ye. (Dîwan)

Destika wê kurt û kasika wê mezin e. (Baxleme)

Destika wê kurt û kasika wê piçûk e. (Cure)

Destika wê pan û dirêj û kasika wê mezin e ku ji kasika berbetê diçe. (Bizq)

Ev amûre ji van beşan hatiye çêkirin:

Kase (sindoqa deng), rûyê kasikê (sefhe), destik, ser destik (cihê kilîd yan mala kilîdan), têl, têlgîr, xirek (koleke), kilîd.

Kasik (sindoq deng)

Kasika amûra dîwanê bi du şêwazan tê çêkirin ku her yek ji wan du şêwazane mezinî û piçûkiya wan heye.

Cura yekem: Kasika wê her wekî amûra tenbûrê dikolin û di nav de vala dikin.

Cura duyem: Wekî amûra ûdê tê çêkirin wate ji parçe darên piçûk sûd tê wergirtin û bi hev re têne çespandin.

Rûyê kasikê (sefhe)

Rûyê kasikê ji dara kacê ya bi navê Êspîros tê çêkirin ku regên wê rast ê rêk in.

Pêka qebareyên cuda yên vê amûrê, panatiya rûyê kasikê ji 15 bo 25 sante ye û dirêjahiya wê jî 25 bo 50 sante ye.

Destik, ser destik (cihê kilîd yan mala kilîdan)

Destikên vê amûrê ji darên gûz, tût û efra, raş û hwd tê çêkirin.

Dirêjahiya destika amûrê bi du şêweyan e, deste dirêj û deste kurt. Qasa kasikê bi mezinahî û piçûkî ve tê xuya. (Saza deste mezin a deste kurt, kasika mezin a deste dirê)

Rûyê destika amûrê tê rêk û safkirin û binê destika amûrê jî diçeme wekî tîpa (u).

Dirêjahiya serdestikê yan destikê 22 bo 23 sante ye û kilîd li serê wê cihgir dibin.

Bi giştî baxleme û dîwanê 7 bo 9 kilîd hene û cure û bizqê jî 6 kilîd hene.

Têl, têlgîr

Têlên vê amûrê li cure û bizqê 6 û di dîwan û baxlemeyê de 7 bo 9 têl in

Têlgîr ji aliyê jêrîn ê kasikê ve li ser piştbendê tê girêdan. Parçe darek piçûk û qahîm tê kunkirin û têl tê de têne alandin. Bi vî awayî ku di wêneyê de tê nîşandan.

Xirek (pird)

Du cure xirek hene. Ji daran têne çêkirin û şûna danîna têlan li jorê hatine diyarîkirin. Yek ji wan jî di dawiya destika amûrê de ji aliyê serwe ye.

Kilîd

 Kilîd ji darên qahîm û req têne çêkirin. (Piranî ji darên gûz, Abnûs û hwd in)

Serekî têlê dora têlgîrê tê alandin û bi ser du dane xirek re diçe û digihîje cihê kilîdan û paşê serê dinê jî di kilîdan de lûl dibe.

Her têlekê kilîda xwe heye û sist û tundî û ragirtina têlan bi hevkariya kilîdan tê encamdan.

KURDŞOP
359 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!