Destana text û perdeyê Şanoyê

Alan Ebdela

 

Bêguman dema em dikevin mijara şano de, wekî bîranînek xemgînî tê ber çavên mirov. Ji ber ev hunera ku di demekê de wekî bûka wêjeyê bû, niha dîl hatiye girtin û ketiye zindana tiknolociya “Tilfizyon û Telefon”ê de. Ew amûrên ku her tiştî di malan de pêşkêş dikin, bû sedema ku şano were biştguh kirin. Tevî wilo jî hîn gotina şano li ser zimanan digere û hin şano hene ku bi bandora xwe dikarin civakê wekî demên berê ji mal derxînin. Helbet ev hemû ji hêza şano ye, ku dikare li dijî hemû kiryarên li dijî wê derdikeve, têkoşînê bike û hîn jî girîngiya xwe bi berdeng dide nasîn û coşa xwe di dilê wan de dide bişkivandin. Huner û wêjeyek weke şano, çiqasî li himberî zoriyê were lê têk naçe.

Wekî şorerşên ku li himber desthilatdaran berxwedanê dikin, şano jî li himberî van amûran têkoşînê dike.  Ji bilî ku karê sînema û şano ji hev cûda ne, her yek ji wan taybetmendiyek wê heye û tu huner jî dewsa şano nagirin, wekî wê tu huner dewsa sînemayê jî nagirin. Belê mirovan xwe ji şanoyê dûr kirine. Ez vî gunehê mezin davêjim ser dijmin û bitaybet dijminê mirovahiyê ku ew jî “Kapîtalîzm” e. Mixabin ewan wilo kir, me jî bi ya wan kir. Wan xwest ku em dûrî lîstika xwe bikevin û me jî armanca wan pêk anî. Ji ber ku şano şoreşek cûda bû ku wan têk bibe û ta roja îro jî em wê girîng dibînin. Lê mixabin ev girîngiya em dibînin jî, tenê bi gotina ziman e û gotina ziman jî tiştekî biser naxe, belê ji bo girîngiya şano û alîkariya wê ku ew jî têk neçe, gerek em xwe ligel şanoyê pêk bînin. Şanoyan binvîsin û lîstikan amade bikin û pêşkêş bikin, ji bo vê jî xebatek cûda û bi hêz pêwîste ku em bihêlin bendaora şanoyê karibe civakê ji ber telefizyonan rake û bi alî xwe de bikşîne. Bi taybet di dema niha de ku em rewşa şoreşek zindî jiyan dikin û dijmin bi riya amûrên xwe dixwaze şoreşê bide rawestandin. Gerek em jî bi amûra xwe ya pîroz (Şano) milet û civakê şiyar bikin.

Derketina milet û civakê ji malên xwe ji bo temaşekirina şanoyekê ew bi xwe şoreşeke ku şano rêbertiya wê dike, mirovên ku di rojên heftiyê de her roj pirtûkê dixwîne, roja heftan jî li holên şano kom dibin û li şanoyan temaşe dikin, ji ber ev şano bi xwe giyanê vê civakê ye. Nivîskar, derhêner û lîstikvanên vê şanoyê ji nava vê civaka birîndar in û êşa tevan yek e .Mirovên ku temaşe dikin, di nava zindîbûnê de jiyan dikin û xwe biyan jê nabînin, ne wekî amûrên vê dawiyê ku ji her tiştê xwe dûrî civakê ye, belê dûrî zindîbûnê bi xwe ye. Ji bo ku em tevayî milet bi şano bidin hezkirin, dîsa ez dibêjim xebatên bê hempa pêdvî ne. Dijmin bi hovîtî zanist li dijî me bikar anî, gerek em jî bixwînin û xwe li pêş bixin ku em karibin şanoyan ji amûrên wan bihêztir biafirînin, bikin lîstik û pêşkêş bikin. Ev şanoyên ku civakê ji ber amûrên wan rake û bi alî xwe de bîne.

Civak jî ne ji xwe ber berê xwe dide temaşekirina van şanoyan, lê ji ber sûdên ku ji şanoyan digirin, ev civak bi şanoyê pêş dikevin, çi serpêhatî, çîrok, jiyan û zehmetiyên wan hebin, bi saya endamên şano dibe lîstik û ji civakê re tê pêşkêşkirin. Civak bi xwe ji wan rexneyên ku bi rêya şanoyê tê pêşkêşkirin pêk tê, şano wekî lîstikek rexneyî tê pênase kirin. Wek hevalekî ji berdengê xwe re berçavkek zelal e. Qencî û xerabiyên wan bi awayek zelal û danasîna çareseriyê dide xuya kirin. Berdeng rexneyên wan şanoyan ji xwe re dikin pîvanên wijdanî. Bextewar in ew zarokên dibistanê yên ku mamosteyê wan hezkerê şano be, ji xwe ku berpisyarê wan yê perwerdeyê jî hezker bin. Ew şagirt bi rêbazên hêsan fêrî hemû waneyên xwe dibin û di serê wan de tê neqişandin. Ew kadroyên fêrkirinê ku di saziyan de ji bo pêşketina şanoya dibistanan dixebitin û rêbazên fêrkirina hêsan ji xwendekarên xwe re dibînin, ew jî xwedî hizrên pak û pîroz tên nasîn.  Nexasim ger wekî pirtûk ji bo wan saeta şano eyar bikin û mamosteyan jê re amade bikin. Di zanko û peymangehên amadekirina mamosteyan de, gerek mamosteyan fêrî bingehên şano bikin. Gerek ew jî bi xwendekaran re bibin alîkar û dibistanê bi xwendekaran bidin hezkirin.

KURDŞOP
263 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!