Li Bakurê Kurdistanê demsala çinîna fistiqan dest pê kir

Şadî

Kurdshop – Li Bakurê Kurdistanê demsala çinîna fistiqên kesk yên ku ji bo şirînî û çîkolateyan tên bikaranîn destpê kiriye.

Karkerên ku ji bo çinîna fistiqan diçin kar, di bin germaya zêde ya li ser 45 dereceyî de, rojane bi heqdestê 400 lîreyê Tirkiyê ango 14 dolaran kar dikin

Karker dibêjin îsal heqdestên me li gor westandina me û demjimêrên zêde ya kar, gelek kême. Herwaha dibêjin, hewa pir germe divê heqdesta me li gor wê bê zêde kirin.

Fistiq piştî çinînê, li kargehan ji qalikên xwe têne cuda kirin û piştre jî di çêkirina şirînî û peqlewayan de tên bikaranîn.

Li gorî amarên Wezareta Çandinî û Daristanan a Tirkiyê, li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê zêdeyî ji sedî 95ê fistiqan li Bakurê Kurdistanê û nêzîkî ji sedî 5ê wan jî bajarên Tirkiyê tên berhemanîn.

Li Bakurê Kurdistanê fistiq bi rêjeya ji sedî 37,6an herî zêde li parêzgeha Rihayê tên berhemanîn.

Piştî Rihayê li Dîlokê ji sedî 31, li Sêrtê ji sedî 14,4, li Semsûrê ji sedî 3,1, li Kilîsê ji sedî 2,6, li Êlih û Mereşê jî ji sedî 1,2 yê fistiqan li wan bajarên Bakurê Kurdistanê tên berhemanîn.

Li bajarê Dîlok a Bakurê Kurdistanê jî fistiq li ser dezgehan cihên xwe girtin. Fistiqên Dîlokê ku weke zêrê kesk tê naskirin û pênase kirin, li gor agahiyên heyî, nirxê kîloyekî wê di nav bera 250 heta 280 lîreyê Tirkiyê ye.

Miraz Şahîn ku li Dîlokê yek ji firoşyarê fistiqane dibêje, ‘’Îsal berhemanîna me daketiye. Wekî ku me hêvî dikir, berhem nehat wergirtin. Bi giştî îsal, sala zêdehiya fistiqan bû lê wekî me xwast çênebû, ji ber ku di zivistanê de gelekî teyrok û gijlok barîn û di mehên havînê de jî ew germayiya tê xwestin bo geheştina fistiqan tinebû û tam wekî ku em li bendê bûn, nebû.’’

Şêniyên wê herêmê dibêjin fistiqên Dîlokê ji laliyê tama xwe de cudane û li Bakurê Kurdistanê û bi giştî li Tirkiye û cîhanê jî xwedî navûbangekî taybet û gelek xweş in û pir jê hez dikin. Herwaha dibêjin tama fistiqên Dîlokê li gel fistiqên bajarên din gelek cudaye, ji ber wê jî eger hezar lîreyê tirkî jî be emê her bikirin.

Fistiq li Bakurê Kurdistanê berhemekî serekî ye û Tirkiye di berhemanîna fistiqan de piştî Îran û Amerîkayê welatê 3yem e li cîhanê û sedî 95ê fistiqan jî li Bakurê Kurdistanê berhem tê.

KURDŞOP
640 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!