Berhemanîna baskdaran li parêzgeha Sine

Kanî

Pîşesaziya mirîşkan yek ji pîşeyên herî girîng ên Rojhilatê Kurdistanê ye ku ji ber rêjeya veberhênan û peydakirina kar. Ev pîşesazî hewcedariyên goştê spî yên navxweyî dabîn dike û her weha mirîşk û hêk hinarde dike, ku ev dikare bibe çavkaniyek girîng a dahat û geşbûna aborî ya welat.

Parêzgeha Sine di warê berhemanîn û xwedîkirina mirîşkan de yek ji parêzgehên sereke yên Rojhilatê Kurdistanê ye. Li vê parêzgehê 752 yekîneyên çalak ên mirîşkan hene û salane zêdetirî 95,000 ton goştê spî berhem tînin. Ev qasa tenê ji sedî 40î vê rêjeyê di nava parêzgehê bi xwe de tê bikaranîn û ji sedî 60ê mayî jî bo parêzgehên din û Başûrê Kurdistanê tê hinardekirin. Ev hejmara yekîneyên xwedîkirina mirîşkan li parêzgeha Sine, şiyana hilberîna 20 milyon perçe mirîşkan e.

Li parêzgeha Sine 17 kargehên xwarinê û 7 serjêgehên mirîşkan hene ku rojane 18,000 parçe serjê dikin. Zêdetir ji sedî 90 ji farqînên mirîşkan ên vê parêzgehê naha bi alavên otometîkî, di nav de bi dana xwarinê û avdanê otomatîkî, hatine saz kirin. Parêzgeha Sine di nav parêzgehên rojava û bakurê rojavayê Îranê de pileya yekem û di warê berhemanîna mirîşkan de jî di rêza heştemîn a Îranê de ye.

Ji ber zêdebûna berhemanîn û nirxa guncaw, goştê mirîşkê dikare şûna kelûpelên bingehîn bigire. Pîşesaziya mirîşkan weke çavkaniyeke dahat û çavkaniya xwarinê gelek girîng e û yek ji wan pîşesaziyane ku kar ji bo hejmareke zêde ya welatiyan peyda dike û tekane pîşesazî ye ku kariye di bin şert û mercên dijwar ên dorpêçên aborî de berdewam be.

Rêjeya texmînkirî di warê pîşesaziya mirîşkan a parêzgehê de 100,000 milyar Tûmenê Îranî (2 milyar Dolar) e û bi awayekî rasterast û nerasterast kar ji bo nêzîkî 15,000 kesî peyda kiriye. Rêjeya xwarina goştê mirîşkê li parêzgeha Sine salane bo her takekê 30 kg e û her weha qaîdeyên kirînê yên garantîkirî yên ji aliyê hikûmetê ve ji bo piştgirîkirina vê pîşesazî hewce dike ku giraniya mirîşka berhemkirî ji 1 kg û 200 gram heta 1 kg û 800 grem be.

Dabînkirina ewlekariya xwarinê weke erkê herî girîng ê vê sektorê, dikare bibe xaleke gelek bi nirx a berhemanîn û dahata parêzgehê.

Pirsgirêk û astengiyên farqînên mirîşkan li parêzgeha Sine

Di wan salên borî de, piştî bandora dorpêçên Amerîkayê yên li ser tevahiya aboriya Îranê, têkçûna rewşa aborî, zêdebûna hejarî û bêkariyê bi taybetî li Rojhilatê Kurdistanê û daketina nirxê perê Îranê, pîşesaziya mirîşkan rastî çendîn pirsgirêkan bûye, ji wan jî:

- Zêdebûna lêçûnên enerjiyê, nirxa xwarina mirîşkan û dermanan

-Zêdebûna nirxa mirîşka qediyayî. Zêdebûna berdewam a nirxê genim û soya, zêdekirina lêçûnên veguhestinê û nebûna çavdêriyê, bêîstîqrarbûna nirxê mirîşkan di yek rojekê de û guherîna nirxan, bilindbûna nirxê madeyên xwarinê yên biçûk, vaksîn, derman û alavên pêwîst ji bo vê pîşesaziyê û di dawiyê de jî kêmbûna sermayê.

Ji bo çareserkirina van pirsgirêkan, farqînên mirîşkan daxwazê ​​ji hikûmetê dikin ku sermayeyê pêwîst bi rêya terxankirina deynên bankî yên bi faîza kêm, paşxistina deynên paşdemayî yên xwediyên farqînên mirîşkan û bi berçavgirtina ziyanan, bide. Her weha di wê baweriyê de ne ku ji bo piştgirîkirina farqînên mirîşkan divê hikûmet rê li ber têrbûna bazar bi goştê spî bigire da ku nirx kêm nebe û di vê navberê de hilberîner zirarê nebîne.

KURDŞOP
558 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!