Cooperatîve ya Jinên Colemêrgê dest bi birîna hingiv kirin

Jinên Colemêrgê di nava xwe de kooperatîf ango Saziya Şirîkbûnê ava kirin û dixwazin di qada mêşvaniyê de jî derkevin pêş

Şadî

Kurdshop – Li bajarê Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê jinên ku di bin banê Cooperative ya    Cewherê Kulîlkan(Saziya Şirîkbûnê, ku bi kurdî wek Zêbare jî dikare bê pênase kirin) de bi firotina şînkayî, fêkî û şîr ên ku bixwe berhem tînin, debara xwe bi dest dixin, dixwazin naha di mêşvaniyê de jî derkevin pêş.

Jinên ku li bajarê Colemêrgê beriya 7 salan bi armanca  tevkarî di îstiqdamê de kirin û  bi armanca hilberîn berfireh kirinê Kûperatîv   ava kirin, xebatên xwe yên di fîrmaya ku li gundê Dizê bi alîkariya pere û piştgiriya makîneyê ku ji aliyê weqfa nirxandina keda jinê û wezareta bazirganiyê wergirtine, didomînin.

10 jinên ku zebze û fêkiyên organîk berhem tînin, bi komkirina giyayên ji çiyê berhev dikin û ji wan giyayan tirşiyê çêdikin, penîr çêdikin û wan berheman difroşin, bi saya perwerdeya ku berî 4 salan wergirtine dest bi xwedîkirina mêşvaniyê jî kirine.

Jinên ku di 450 sandoq û qovanên mêşên hingiv yên ku li quntara çiyayên Cîlo bi cîh kirine de hilbirînê dikin û di vê pêvajoyê de nêzîkî 20 ton hingivê ku bi dest xistine, bi firotina rêze marketên li bajêr û mişteriyan, dahata xwe zêdetir kirin.

Seroka Kûperatîvê Sîbel Adiyaman diyar kir ku wan berê di bin bane kûperatîvê da giyayên xemlê û berhemên herêmî çêdikirin.

Adiyaman diyar kir ku ew bi 20 endam û 50 jinên ku hatine dabîn kirin xebatên xwe didomînin û 30 şagirtên wan jî hene. Adıyaman got, ‘’Em di ware paketkirin, xwaringeh û hunera destan de xebatên xwe fêrî xwandekar-şagirtên xwe dikin. Ew jî bi vî awayî xwe pêş dixin û dahatê bi dest dixin.’’

Adiyaman anî ziman ku li quntarên çiyayên Cîlo de, di 450 sandoqan de hingiv hildiberînin û wiha got:

‘’Em hingivînê xwe bi rêya bazara online û înternetê difroşin derveyî welat û rêze marketan. Mêşvanî karekî zehmete lê ji bo her dijwariyekî aliyekî wê yê xweş jî heye. Niha 10 jinên me bi mêşvaniyê re mijûlin. Piştî perwedeyê  dest bi kar kirin. Ji ber ku hingivînê me ji zozanên bilind tê bi destxistin, berhemekî pak û paqije û piştî ku em analîza wê dikin, em difroşin. Ji ber ku em li gundan dijîn, me biryar da ku em karê xwe yê rojane bikin dahat. Jin di nava kûperatîvê de dahateke baş bi dest dixin.  Em hingiv, berhemên herêmî, şîr û şîremeniyê difroşin û ji ji berhemên me jî daxwaz zêde ne. yên ku bi taybet ji Dubêy û Awistirya ji me hingiv û tehînê dixwazin jî hene. Ev yek jî me gelekî kêfxweş dike û îradeya me ya xebatê zêdetir dike.’’

KURDŞOP
636 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!