Zêdebûna berhemên petate û ketina qonaxa henarde kirina bo derve li Başûrê Kurdistanê

Pêşxistina çandiniyê li her welatekî de bingeha dewletê ye û di warê dagirtina xwarinên navxweyî, bazarkirin û heta pevguhertin û bazirganiyê ji bo bihêzkirina aboriya dewletê, yek ji stûnên sereke tê hesibandin. Wek tê zanîn Kurdistan ji demên kevnar ve ji bo çandiniyê feyde jê hatiye wergirtin û axeke bi quwet û berfireh heye ku ji naha û paşerojê jî em dikarin sûdê jê werbigirin.

Nêzîkî 15 sal in ku li Kurdistanê hilberîna petateyan tê plankirin. Ji sala 2009an ve çandina kartol ango pitateyan ketiye lîsteya berhemên stratejîk ên plana pênc salane ya Wezareta Çandinî ya Herêma Kurdistanê û piştî sala 2018an dest bi anîna tovên pitateyan ji Holanda û Fransayê kiriye û Kurdistanê kariya her sal 85 Hezar ton petate hilberîne. Naha û sala 2023an de, ev berhem ku ber bi zêdekirinê ve çûye, texmîn têkirin ku hilberandin bigihîje 752.000 ton an.

Niha li Herêma Kurdistanê salane 35 Hezar donim zeviyan de pitate tên çandin û dema ku wisa ye jî sal bi sal berhemanîna pitateyan li Kurdistanê zêde bûye û roj bi roj jî daxwaza wê zêdetir bûye. Vê yekê ne tenê li navxwe, li gelek welatên Kanada û gelek welatên din jî daxwaza pitateyên Kurdistanê zêde kiriye.

Cureyên pitateyan

Li Kurdistanê gelek cureyên pitateyan hene, bi taybetî cureyên wek: "Kesîvra, Losînta, Slîvana û gelek cureyên din ku ev cure baştirîn cureyên pitateyan in û temenê wan dirêj e û demeke dirêj dimînin û rêjeya xirabûnê nagihîje ji sedî 1, ji ber baştirîn şêweyî û bi kalîteya bilind tên hilberandin.

Pitate piştî 150-160 rojan tê hilberandin û di mehên 8 û 9ê de tên berhevkirin.

Pitate li gelek deverên Kurdistanê tê berhemanîn û gelek deverên din jî ji bo berhemanîna pitateyan guncaw in, lê ji sedî 70 ji berhemanîna pitateyan li Herêma Kurdistanê li bakurê navçeya Berdereşê tê berhemanîn.

Deşta navkurî ya Berdereşê deşteke bi bereket e û salane rêjeyeke zêde ji berhemên çandiniyê bi taybet pitateyan berhem tîne û derfeta kar ji bo zêdetir ji 3000 karkeran diafirîne.

Di sala 2020an de li parêzgeha Duhokê nêzîkî 30 Hezar donim zeviyên çandiniyê pitate lê hatin çandin. Li gorî amarên Wezareta Çandiniyê, parêzgeha Duhokê di warê çandin û berhemanîna pitateyan li Herêma Kurdistanê de yekem parêzgehe û naha ji sedî 78ê pitateyên Kurdistanê li wê parêzgehê tên berhemanîn.

Naha di kargeheke Silêmaniyê de rojane 75 ton pitate dibin çîps. Û di kargehekê de 200 ciwan kar dikin û pitateyên zeviyên Kurdistanê di şeş temên cuda de çêdikin û ji hemû parêzgehên Iraqê re dişînin. Kargeh rojane 500 Hezar kîs çîpsan çêdike. Lê, Wezareta Çandiniyê ya Herêma Kurdistan – Iraqê (HKI) ragihand ku tayên McDonald's li welatên Kendavê daxwaza hinartina pitateyên Kurdistanê kirine. Lê eger 40 Hezar ton pitateyan werbigire wiha dê 20 Hezar ton fîngerî dê hilberîn bike û ji bo Herêma Kurdistanê jî dahateke baş dibe. Herî dawî Hikûmeta Herêma Kurdistanê rêkeftinek îmze kir ku 5 hezar ton pitateyan ku li Herêma Kurdistanê tên berhemanîn bo Îmaratê (Îmarat) henarde dike.

Di warê tenduristiyê de pitate di cîhanê de wek berhemeke girîng tê hesab kirin û girîngiya wê digihîje asta dexlên wek genim û birinc ku di rêza pîşeya rêzbendiya xwarinê de ne. Pitate ji bilî feyde wergirtina ji bo hestî, tansiyona xwînê, kêmkirina metirsiya penceşêrê û başkirina rewşa dil, di heman demê de wek xwarina feqîran û sedema nehêlana qatuqirî jî tê hesabkirin. Di nav riwekan de cihê xuya yê xwe heye ji ber ku ew çavkaniyek erzan a enerjiyê tê hesibandin û hejmareke pir zêde karbonhîdrat têde heye. Ev ji bilî hebûna qasek têr vîtamîna C û vîtamîna B1ê ye. Ango her pitateyek 156 gram, piştî pijandinê, ji sê parên hewcedariya rojane ya mirovekî tekûz dabîn dike.

Berhema pitateyên Kurdistanê li Îmaratê gelek daxwaz ji bow ê heye û bo welatên Kendavê û heta welatên Ewrupayê jî tê hinardekirin. Pitateyên Kurdistanê hatine ceribandin û ji aliyê şekl, tam û cûre ve weke baştirîn cureyên Rojhilata Navîn tên hesabkirin.

Berhema pitateyan li Kurdistanê di her sê demsalên Bihar, Havîn û Zivistanê de tê çandin, ku embarên wê berhemê tijî dibin û bi ti awayî hewcedarî bi berhemên derve nabe.

KURDŞOP
663 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!