Parêzgeha Sine salane zêdetirî yek milyon ton genim berhemtîne

Kanî

Genim li gelek welatên cîhanê berhemeke stratejîk e. Berhemdariya vê berhema stratejîk hertim di nava gelê Kurd de xwedî nirx û rêzeke taybet bûye, lewma xelkê bêwestan ên Kurdistanê genim wek bereketa zeviyê dibînin. Di demên berê de, edet bû ku cotkar beşek ji genimê xwe yê sala bê di çaleke taybetî de bihêlin.

Genim li parêzgeha Sinê ya Rojhilatê Kurdistanê berhemeke girîng e û zêdetir li berhemên çandiyên yên din yên vê parêzgehê berhem tê û her sal beşa herî zêde ya zeviyên çandiyê yên vê parêzgehê bo çandina genim tên destnîşankirin. Parêzgeha Sinê ku xwediyê zêdetir ji 100 Hezar hektarî li zeviyên çandiniyê yên bi kalîte ye, yek ji qatên berhemanîna çandiniyê bi taybetî genim li rojavaya Îranê tê hesibandin. Ji ber qazanca bilind a sektora çandiniyê, aboriya Kurdistanê hîn jî li ser vê sektorê dizivire û ne tenê di berhemanînê de, lê di hinardekirinê de jî xwediyê pişka herî mezin e.

Parêzgeha Sinê di asta herî bilind a çandiniya genimê dêmahî de li Îranê ye, her çend mezintirîn rûbera zeviyên çandiniyê yên vê parêzgehê ji bo zeviyên berheman tê veqetandin û pişkek kêm jî ji zeviyên çandiniyê heye, lê ji ber hewaya xweş û baranbarîna baş ji aliyê berhemanîn û garantiya kirîna genim pileya duyem heye.

Genim di du beşên giştî de tê parve kirin: Genimê Biharê û genimê Payizê, her du cure ji hêla reng, pêkhate û şekil û hem jî ji hêla şert û mercên mezinbûnê ve ji hev cuda ne. Genim di du demên cuda de tê çandin. Genimê Biharê di serê Biharê de tê çandin, û piştî şînbûnê, di Biharê û serê Havînê de vedigeşe û di dawiya Havînê de berhem digihîje û tê çinîn.

Bê îstîqrara di berhemanîna çandiniyê de tişteke xwazayî ye bi taybetî li zeviyên dêmahî de. Yek ji baştirîn û bi bandortirîn rêyên zêdekirina berhem û dahata genim li parêzgehê, avdana zeviyên dêmî ye.

Rêjeya ava ku li vê parêzgehê heye, li şûna ku ji bo avdana zeviyên dêmî yên parêzgehê were bikaranîn, bi lêçûneke mezin tê veguhestin bo avdana zeviyên parêzgehên din ku bi qasî Kurdistanê berhema wan nîne.

Bi 5 Hezar sêca av, hektarek zeviyê dêmî dibin ber av û bi vî awayî 5 Hezar ton genim tê hilberîn. Bi berçavgirtina vê yekê ku çandina zeviyên dêmî bi baranê ve girêdayî ye, di salên ku baran zêde dibare, em dibînin ku berhema çandiniya dêmî jî zêde dibe û ji ber kêm barîna baranê û hişkesaliyê, hilberîna çandiniya dêmî gelek kêm dibe.

Hilberîna genim a domdar bi pêkanîna avdaniya tevaker(tekmîlî)

Genimê ber av bi gelemperî heft qat zêdetir av hewce dike, lê di avdana zêde ya bi du qonaxên avdanê de, berhem dikare ji 2 ton bo 3 ton û nîv zêde bibe. Bandortirîn avdaniya tevawker zêdetir e û cotkar zêde feyde jê dibîne, û ger em li hilberîna domdar a genim bigerin, baştirîn çareserî bo gihîştin bi armancê, cîbicîkirina avdaniya tevawker e li zeviyên dêmî de ku hewcehiya wan bi avê kêmtir heye, ji ber vê yekê baştirîn bijarde ji bo kêmkirina girêdayîbûna zeviyên dêm bi baranê, avdanîkirina zeviyên dêmî ye an jî pêkanîna avdaniya tevawker e.

Çinîna genim li parêzgeha Sinê di 10ê Pûşperê de dest pê dike û heta dawiya meha Gelawêjê berdewam dike. Hilberîna genim li parêzgeha Sinê ji hêla aborî ve çalakiyek bi tevahî rewa ye. Hejmara cotkarên genimê dêmî û ber av li Kurdistanê 90 Hezar kes e, ku zêdetirî ji sedî 70 ji hemû cotkarên sektora çandiniya parêzgehê ye û ev amara han nîşan dide ku dahata beşeke zêde ya cotkarên vê parêzgehê girêdayî dahata berhema genim in.

Tê pêşbînîkirin ku îsal Yek milyon ton genim li parêzgeha Sinê bê berhemanîn. Berhemanîna stratejîk a genim dahata salane zêdetir ji 15000 milyar Tûmenê Îranî (300 milyon Dolar) ji vê parêzgehê re derdixe, û her ji ber vê sedemê jî pîşeya sereke ye di warê aboriya gundewarî ya parêzgehê de.

Îsal hikûmetê her kîloyek genim bi 15 Hezar Tûmenî ji cotkaran dikire, lê beşeke berçav ji cotkaran ku hewcedariya wan bi pere heye û nikarin li benda vegerandina deynên hikûmetê bin, berhemên xwe bi nirxeke erzantir difiroşin bazirganan.

KURDŞOP
627 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!