Pîşesaziya bingehîn li Herêma Kurdistanê - Beşa 1

Hanî

Kurdshop - Pîşesazî li Herêma Kurdistanê di van salên dawî de pêşketineke mezin dîtiye. Pîşesazî xwe bi hilberîna materyalan û tevlîkirina wan bi mebesta pêşkêşkirina hilberîna çêtir girê dide ji bo vê ku bikare hewcedariyên mirov bi baştirîn şêweyî dabîn bike.

Pîşesazî di cîhanê de xwedî dîrokeke kevnar e, lê piştî derketina şoreşa pîşesazî li Brîtanyayê û belavbûna li welatên Ewrupayê û piştre cîhanê pêşketineke berçav dît û piştî demekê gelek guhertin di awayê pîşesazî de çêbûn.

Sedemên herî girîng ên ku bi hevre an jî bi cuda di damezrandin û bicihkirina pîşesaziyê de rolek lîstine ev in:

1- Materyalên xav an jî madeyên xav

2 - Çavkaniyên enerjiyê

3 - Sermaye

4- Bazar

5- Destê kar

6 - Veguhestin

7-  Polîtîkayên hikûmetê

Ev bingeha jî kêm caran hemî li yek cîhekê kom dibin.

Yaku peywendî bi pîşesazî li Herêma Kurdistanê heye, Herêma Kurdistanê heta destpêka sedsala 20’an tenê çend pîşesaziyên destpêkî hebûn.

Pispor, pîşesazîya li Başûrê Kurdistanê li ser du koman par ve dikin:

Pîşesaziyên bingehîn ên weke: Hêza elektrîkê, hesin û pola, parzûnkirina petrolê, sulfur û çîmento.

Pîşesaziyên bikaranînên weke: Xwarin, pêlav, tiştên malê, kinc û … hwd.

Kargehên pîşesaziyê yên li herêmê li ser sê curên mezin, navîn û piçûk tên parvekirin.

Pîşesaziyên giran û bingehîn

Pîşesaziya Petrokîmya: Destpêka serhildana vê pîşesaziyê li Herêma Kurdistanê vedigere bo destpêka dîtina petrolê. Ev pîşesazî li ser du curan tê parvekirin.

1- Pîşesaziyên petrolê li Herêma Kurdistanê, ku li ser derxistin û parzûnkirina petrolê ne û li cihên cuda yên cografî de cih digirin. Parzûnên petrolê yên herî girîng ev in:

1- Parzûngeha Elwend: Parzûngeha yekem li Herêma Kurdistanê û Iraqê di sala 1927`î de hatiye avakirin û şiyana berhemanîna wê salane 6000 ton bûye. Parzûngeha petrolê ya Elwend li devera Xaneqînê ye. Li Xaneqînê 34 bîrên petrolê hene.

2 – Parzûngeha Kerkûkê: Ev parzûngeh di sala 1929an de li nêzîkî bîrên petrolê ya Babagurgur hatiye damezrandin û şiyana berhemanîna wê ya salane 150 Hezar ton petrola xav ji bo berhemanîna petrola spî, mazot, rûnê şewatê û petrola reş e. Di sala 1977`an de, parzûngeh hate berfireh kirin û şiyana hilberînê zêde bû.

3 – Parzûngeha Silêmaniyê: Piştî serhildana sala 1991`î û azadkirina beşek ji Herêma Kurdistanê û avakirina hikûmeta Herêma Kurdistanê bo yekem car di sala 1993`an de, Serokatiya Encûmena Wezîran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê du komîte ava kir. Yek ji bo Şîwaşokê û ya duyemîn jî ji bo avakirina parzûngehekê li Silêmaniyê. Parzûngeh yekem car di sala 1996`an de piştî anîna petrolê bo parzûngehê dest bi kar kir û herweha çend parzûngehên biçûk li deverên din ên wek Bazyan, Baycan û Pîremegrûnê hatin avakirin.

4 – Parzûngeha Koyê: Ev parzûngeh li navçeya Koyê ya Başûrê Kurdistanê hilkeftiye. Parzûngeh rojane 70 Hezar bermîl heye.

5 – Parzûngeha Kewergoskê li devera Kewergoskê ya ser bi bajarokê Xebatê ya girêdayî parêzgeha Hewlêrê hatiye avakirin. Parzûngeha herî mezin a Herêma Kurdistanê ye ku piştî rûxandina rejîma Beis ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi beşdariya sektora taybet hatiye avakirin û beşek zêde li hewcehiyên navxweyî yên wek benzîna Kurdistanê dabîn dike.

Van pîşesaziyan pişta xwe bi hilberîna petrolê û gaza xwezayî girê dane û bi vê yekê tên naskirin ku hewcehiya van bi gelek sermaye û teknolojî û alavên pêşkeftî heye. Her çend Herêma Kurdistanê yek ji wan herêman e ku di warê madeyên xav ên petrol û gazê de dewlemend e, lê hejmareke zêde li kargehên peywendîdar di wî warî de tunînin. Ev jî ji ber siyaseta hikûmetên berê yên Iraqê û bihabûna amûran e, lê tevî vê yekê jî, em ê behsa du kargehan bikin.

1 - Gaza xwezayî: Ev yek ji madeyên sereke yên pîşesaziya petrokîmyayê ye, tevî wê ku rojane bi hezaran tonî dişewite û ber bi esmanan ve diçe (bi taybetî li Kerkûkê), lê ji bo berhemanîna elektrîkê kariye li ser rûbara Zê yê Baçûk bo berhemanîna enerijiya elekterîkê feyde jê werbigire.

2 - Pêjandina Kerkûtê li gaza xwezayî: Ev proje li rojavayê Kerkûkê ye, kargeha wê heye û şiyana berhemanîna 88 milyon scî gaza xwezayî heye. Bi mebesta berhemanîna rojane 100 Hezar ton madeya sulfur scî, û 42 milyon gaza xwezayî ya hişk û 18 Hezar bermîl gaza şil derxe.

Naha li Herêma Kurdistanê di warê kargeh, kar û berhemanînê de gelek guhertin çêbûne, ew jî ji ber hebûna hejmareke zêde ya madeyên xav li navçeyên Kurdistanê ye.

KURDŞOP
610 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!