Li Rihayê demsala rakirina îsotan û çêkirina dimsa îsotan destpê kir

Kurdshop – Li parêzgeha Riha ya Bakurê Kurdistanê, wekî gelê herêmê bi nav dike îsot û dimsa îsotan an jî wek salça bîberê jî tê pênase kirin demsala wê destpê kir. Hemwelatiyên ku dixwazin bîber an jî îsotên hişk kirî û hûrkirî çêbikin, herwaha bikin salça û dimsa îsotan, piştî komkirina bîber û îsotên xwe berê xwe didin kargeha ji hev veqetandinê. Xwediyê kargehê jî dibêje rojê 6 heta 7 tonên bîberan û dimsa îsotan çêdikin û dibêje herçend bihaya wê girane jî lê xwastina wê jî gelek zêde ye.

Li Riha û navçeyên wê û bi giştî li gelek herêmên Bakurê Kurdistanê îsot û dimsa îsotan gelek tê xwarin û bi giştî li Bakurê Kurdistanê û bi taybet jî li Riha, Dîlok, Mereş (Gurgum) û herwaha piraniya bakur wek tameke taybet a hemû xwarinan a serekî tê bikaranîn. Îsal jî demsala dimsa îsotan û çêkirina bîbera hişk kirî û hûrkirî destpê kir û hemwelatî ji bo pêdiviya xwe ya vê derbarê de temam bikin li bazarê ew bîber û îsotên ku dikirin, dibin bo kargeha çêkirina bîbera hûr û dimsa îsotan. Piştî ku bîber û îsot li wê kargehê tên paqij kirin û ji hev tên cuda kirin, dikin salçe û dimsa îsotan, an jî wekî ku tê gotin riba îsotan û li ser banên xwe radixin û li ber tavê hişk dikin. Ji 12 kîlo îsotan 1 kîlo bîbera hişk kirî ya tê hûrkirin derdikeve û ji 9 kîlo îsotan jî yek kilo dimsa îsotan derdikeve.

Wekî ku hîn komkirin û berhev kirina îsotan berdewam dike, lê ji aliyê din ve nirxê wî jî her diçe bilind dibe û bi sedan û tonan îsot hişk kirin jî kareke gelek zehmete. Lê li gel wê jî zêdebûna nirxê îsotan dîsa jî xwasteka kirînê ya ji bo bi taybet dimsa îsotan her diçe zêde dibe.

Li navçeya Xelîliye ya Rihayê yek ji xwediyê kargeha îsotan Mihemed Olmez dibêje herçend nirx bilinde jî lê xwasteka dimsa îsotan her zêde ye û em ji vê jî gelek keyfxweş dibin.

Mihemed Olmez got, me demsala îsotan a 2023yê vekir, em hem difroşin hem jî karê paqijiya wê dikin û dikin dimsa îsotan. Kare me îsal pir baş birêve diçe, xwasteka li ser berhemên dimsa îsotan pir zêde ye û em pê re jî nagehin. Hûn dizanin îsotên Rihayê tenê li Rihayê na, li hemû cîhanê navûdeng e. Ji ber wê jî em dişinin derve jî. Hemwelatiyên ku dixwazin bikrin jî divê lez bikin ji ber her roj nirx girantir dibe.

KURDŞOP
600 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!