Pîşesaziya bingehîn li Herêma Kurdistanê - Beşa 2

Hanî

Pîşesaziya materyalên avahîsaziyê

Pîşesaziya avahîsaziyê ji demên berê ve li herêmê hebûye û pêşketiye û dîrok şahîdiya jîriya neteweya kurd li ser hunera avahî, avahîsazî û materiyalên xav ên herêmê dide. Ev cureya pîşesaziyê dahatek zêde û bilez dest dixe. Bi taybetî zêdebûna nifûsa Herêma Kurdistanê û hewcehiya zêde bi materiyalên avahîsaziyê, bi taybetî jî, çîmento, blok û tiştên din, bûye sedema gelek daxwaziyan û ev cure pîşesazî berdewam berfirehtir dibe.

Naha li Herêma Kurdistanê çendîn cureyên pîşesaziyê di vî warî de hatine avakirin; Yên herî girîng ji wan ev in:

1-Pîşesaziya Çîmento ya Serçinar: Ev kargeh di sala 1945an de ji aliyê kompanyayeke Fransî ve hatiye dîzayn kirin û di Adara sala 1957an de hatiye vekirin û armanca damezrandina vê kargehê dabînkirina çîmentoyê ji bo bendavên Dukan û Derbendîxan û avahiyên mezin ên hikûmetê bû ku wê demê dihatin çêkirin. Şiyana berhemanîna kargehê rojane nêzîkî 300-350 ton bûye. Ji ber daxwaziya zêde ya çîmentoyê, şiyana berhemanînê du qat zêde bûye, lê ew kargeh ji bo dûrketina ji bajêr û berfirehkirina vê pîşesaziyê li devereke berfireh de ye û naha hatiye daxistin û parçeyên wê ji bo kargeha çîmentoyê ya Taslûceyê hatin veguhestin.

2 - Kargeha Çîmentoya Taslûce: Ev kargeh wek mezintirîn û girîngtirîn kargeha Herêma Kurdistanê tê hesabkirin. Ev kargeha ku di sala 1980an de hate damezrandin, di sala 1984an de ket nav xebata ceribandinê û di sala 1986an de bi şiyana berhemanîna 2 milyon ton di salê de bi tevahî xebitî. Ev kargeh ji ber şerê Îran û Iraqê çendîn caran zirar dîtiye û hatiye çaksazîkirin û naha jî berhemanînê berdewam dike.

3- Kargehên Blokên Ranya: Cihê cografya herêma Raperînê ji ber hebûna gelek çem û rûbaran ji bo avakirina kargehên blokan gelek guncaw e,  ji ber vê ku bi hêsanî materyalên berhemanîna blokan dest dikeve, lewra zêdetirîn kargehên blokan di wê deverê de hatine avakirin ku piraniya wan dikevin ser sînorên bajarokên wek Çarqurne û Hacî Avayê.

Tişta ku li herêmê tê çêkirin ne tenê blok e, lê mîna kargehên blok firoşan, kargehên berhemanîna benîşt û cemedê jî bazara xwe hene.

4- Kargeha Mermer a Hewlêrê: Ev kargeh li herêma pîşesazî ya bakurê Hewlêrê hatiye damezrandin û di sala 1976an de dest bi berhemanînê kiriye û şiyana wê heye ku salane 100 Hezar metre çargoşe berhem bîne, lê ew kargeh bi tevahî ev şiyana wê nexistine kar. Belkî di sala 1989an de gihîştiye 60.888 metre çargoşeyan.

Ji bilî van kargehan, çendîn kargehên biçûk û navîn di warê avahîsaziyê de li Kurdistanê hene, ku ji wan kargeha herî giring “Geca Bazyanê, kargeha kerpîçên sor, kargeha blokan, boriyên avê, kaşî û … hwd, herweha gelek kagehên biçûk û navîn bo çêkirina derî û pencereyan bi madeyên hesin û almînyûm û PVC yê hene.  

Li Hewlêrê kargeha şîşên avahîsaziyê ku bi helandina hesinê kevin û ji nû ve bo berhemanîna şîşên avahîsaziyê, ji sala 2005an şûnda ketiye xebatê.

Bêguman, naha çendîn kargehên din ên pîşesazî yên biçûk li Kurdistanê de hatine damezrandin û bi sedema zêdebûna daxwaz û baştirkirina berhemanîna wan materiyalên avahîsaziyê di pîşesaziyên Herêma Kurdistanê de, hejmara wan zêde bûye.

Naha hin kargehên herî mezin li herêmê netenê hewcehiyên navxweyî ji bo keresteyên avahîsaziyê dabîn dikin, belkî berhemên xwe hinardeyî deverên din ên Iraqê jî dikin.

KURDŞOP
630 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!