Pîşesaziyên bingehîn li Herêma Kurdistanê – Beşa 3yem

Hanî

 

Pîşesaziya xwarin, vexwarin, hûnandin û çinînê

Berhemanîna xwarinê kar û proseyeke pîşesaziyê  ye ku armanca vê dabînkirina pîşesaziya hemû cureyên xwarinê ye bo civakê. Herweha komeke proseyên guhertina xwarina amade ye bo xwarinên parastî, bi piştgirêdana bi hin proseyên berhemanînê, bi mercê ku demeke herî zêde bimîne. Piştî ku mirov fêrî rê û awayên hilgirtina xwarinê bû, fêr bû ku xwarinê ji kufik, bakteriyan û xerabbûn û genîbûnê biparêze ku ji ber guhertinên hewayê bi ser xwarinê de tên.

Li Herêma Kurdistanê ji destpêka salên 70yan yên sedsaliya borî çend kargehên weke (Kargeha Şekir û Cigareyan li Silêmaniyê, Kargeha Cigareyan li Hewlêrê, Kargeha Vexwarinên Gazî û Ava Madenî li Banîxelanê) hatin avakirin. Lê piştre hikûmeta Iraqê di salên 80yan de ev kargeh girtin û kelûpelên wan birin Bexdayê. Li bajarê Koyê jî çend pîşesaziyên biçûk weke (Berhemên Şîr û Vexwarinên Gazî û Ava Madenî û Ar û Nan û Qeşa û Rûnê Gulberojan) û çend kargehên din hebûn. Lê piştî demeke kurt hatin girtin. Kargeha ferşên destçêkirî ya Koyê heta niha jî berdewam e li ser berhemanîna mehfûr û ferşên biçûk û navendî. Niha jî li bajarê Ranyayê kargeha berhemên şîr û tiştên bi wî awayî zêde dibin û geşe dikin.  Herweha her yek ji pîşesaziyên wek, masî û berhemên dexlûdan û kargehên berhemanîna cîpsên petateyan û çend pîşesaziyên din jî hene.

Di navbera salên 2006-2011an de li parêzgeha Duhokê di warê kargehên biçûk û navend de bi rêjeya %13.86 û %10.1 asta herî bilind a geşeya weberanînê tomar kiriye. di sala 2015an de gihaye %22 û %10.59 lê piştre parêzgeha Hewlêrê di sala 2017an de ev pile bi rêjeya %10.2 bo kargehên biçûk û parêzgeha Duhokê jî di kargehên navend de bi rêjeya %8.7 pile tomar kir. Ew bajar xwedî çend kargehên baş e, weke kargeha berhemanîna goştê hambûrger û çend mijarên din. Silêmaniyê jî çend kargehên mezin hene.

Li gorî amarekê li Herêma Kurdistanê çar hezar û 100 kargehên pîşesaziyê hene ku ji wê hejmarê 377 kargeh taybet in bi pîşesaziya xwarinê ku şeş hezar û 200 karker tê de kar dikin û beşek ji pêdiviyên navxwe yên di warê xwarinê de dabîn dikin. Ji wê amarê xuya dibe ku pîşesaziya xwarinê %9 a pîşesaziya giştî ye li Herêma Kurdistanê.

Sektora çinînê (hûnandinê) bi sektora herî kevin li Herêma Kurdistanê tê hesabkirin. Destpêkê bi awayê sade (seretayî) hebû lê piştre bi taybet di salên 70yan ên sedsaliya borî de çend kargeh û saziyên mezin û modern li Herêma Kurdistanê hatin damezirandin ku piştre piraniya wan ji ber nebûna keresteyên xav ên destpêkê û kevinbûn û şikestina beşek ji amûran ji kar ketin.

Ev kargeh ev in:

Kargeha Ristin û Çinînê ya Hewlêrê

Kargeha Mehfûrên Destçêkirî ya Hewlêrê

Kargeha Cilûbergên Amade li Silêmaniyê (tekstîl)

Kargeha Cilûbergên Kurdî li Duhokê

Sektora pîşesaziyê piştîvaneke bihêz e bo firotina berhemên navxwe. Koma hilberînê di warê pîşesaziyê de li Herêma Kurdistanê %50.33 ye ku bi hemberkirin li gel warên din rêjeyeke bilind e.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê gelek hêsankariyê bo wan kesan dike ku dixwazin li Herêma Kurdistanê hilberînê bikin, bo ku berhemên xwe yên xwarinê di navxwe de bifroşin bo dabînkirina pêdiviyên navxweyî.

Lê pêwîst e rêkxistina gumrikî bo hawirdekirina keresteyên xav bo kargehan bê kirin bo pêşxistina vê sektorê û hewil bidin bêhtir sûdê ji keresteyên xav ên navxweyî werbigirin ku Herêma Kurdistanê beşeke baş a keresteyên xav bo kargehan dabîn dike.

Niha Herêma Kurdistanê her roj di warê pîşesazî û geşepêdana berhemên navxwe de pêş dikeve û hejmara kargehên pîşesaziyê bi qebareyên biçûk û navend û mezin roj bi roj bêhtir dibe.

KURDŞOP
608 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!