Berhema simaqê û jêkirina wê di vê werzê de li Başûrê Kurdistanê

Hanî Murteza

Simaq an jî tirşok cure dareke sirûştî ye ku zêdetir di deverên bilind û dijwar de şîn dibe, û di niha de berhema simaqê bi sedema sûd û daxwaziyên zêde li piraniya deverên Başûrê Kurdistanê tê jêkirin û berhemanîn. Zêdetirî 250 cureyên simaqê di cîhanê de heye, lê li Kurdistanê zêdetirî sê cureyên ku li gor keşûhewa û axa Kurdistanê ne, têne çandin.

Ew jî pêk hatine ji  simaqa sor, simaqa spî û simaqa kêvezerd.

Eger bi çandina şitla simaqê be û rastî ti nexweşiyekê neyê, dê di sê salan de bê berhemanîn. Simaq di warê tendirustî de jî çendîn sûdên girîng li ser laşê mirov heye,    ev ji hêla vîtamîna C, proteîn, hesin, potasyûm, kalsiyûm, magnezyûm û fosforê ve dewlemend e û alîkariya proseya mihandin û kêmkirina pirsgirêkên komendamên mihandin û zikê dike.

Li Kurdistanê, simaq ji bilî ku wek biharatê tê bikaranîn, bi taybet digel tirozî û kaliyar jî tê xwarin û dixine nav selete, dew, dolme, kibab, masî û gelek xwarinên dinê.

Her sal di demsala havînê de cotkarên gundên Kurdistanê berhema simaqê jê dikin ku jê re dibêjin simaq şikandin. Tirşok bi çend awayan ji bo xwarin û firotanê têne amadekirin. Simaq di dawiya demsala havînê û destpêka payîzê de tê jêkirin û helbet şikandina wê jî mandûbûneke zêde heye .

Herêmên herî girîng ên Kurdistanê ku simaq tê de tê berhemanîn:

1- Akrê: Bajarê Akrê yek ji wan navçeyên binavûbang ê Kurdistanê ye ku salane berhema simaqê tê de tê komkirin. Akrê yek ji heft bajarên parêzgeha Duhokê ye û nêzîkî 250 gundên avedankirî hene. Li piraniya gundên Akrê bi taybetî jî li sînorê bajarokê Dînarte simaq heye, û heta hemû gundên Dînarte jî bi çandinî û berhemanîna simaqê binavûbang in.

Li Akrê zêdetirî 200 baxên simaqê hene ku her yek ji wan baxan (2-8) ton simaq berhem tînin.

Li bajarê Akrê zêdetirî 11 hezar û 500 donim zevî bi simaqê hatiye çandin û sal li pey salê çandina simaqê berdewam û zêdetir berfireh dibe. 80% ji simaqa parêzgeha Duhokê li Akrê ye, gundên Dînarte û dola Zêbar bi simaqê têne naskirin, bi taybetî gundê Dustek ku bi berhemanîna baştirîn simaqa Iraq û Kurdistanê navdar e.

Balekayetî: Simaq li vê herêmê bi rêjeyên baş li asta Kurdistanê tê berhemanîn. Her sal cotkarên vê herêmê mil bi milê jinan simaqê jê dikin. Bi taybetî jî li navçeya Gelale, jêkirina simaqê ji bo rûniştvanên vê herêmê bûye çavkaniyeke baş a dahatê.

Bintara Qendîlê: Li beşeke zêde ya bintara Qendîlê û bi taybet li dola Soredê, ji ber çiyayî û çolatiya herêmê, niha dema jêkirina simaqê ye û xelkê sînorê wê herêmê simaqê jê dikin. Li sînorê Qendîlê ji bo derhatina darên sirûştî axek bi bereket e û cotkar jî tevî komkirina berheman ji bo bazaran vediguhezînin û dibe destkefteke aborî ya baş ji bo xelkê wê herêmê.

Ev çend ji navçeyên girîng ên Başûrê Kurdistanê ne ku roleke mezin di berhemanîna simaqa Kurdistanê de hene. Cura simaqê û kalîteya wê jî bi qasekî  baş e ku hem li navxweyê Kurdistanê hem jî li Iraqê daxwaziyek mezin jê re heye. Bêguman simaqa Akrê ji ber kalîte û curên wê hem têra pêdiviyên navxwe dike û hem jî dikare biçe qonaxa hinardekirinê. Niha li deverên cuda yên Kurdistanê çend kargehên biçûk û xwecihî hene ku simaqê berhem tînin û ji bo bazarê bi awayekî pîşesazî amade dikin. Ev yeka jî wisa kiriye ku sal bi sal jêkirina simaqa navxweyî li Herêma Kurdistanê zêde bibe û bibe dahateke baş ji bo wan kesên ku simaqê berhem tînin. Di heman demê de wisa kiriye ku hinardekirina simaqê ji bo Başûrê Kurdistanê kêm bibe û bi vê sedemê jî hikûmeta Herêma Kurdistanê baceke zêde li ser hinardekirina simaqê deyne.

KURDŞOP
661 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!