Urmiye navenda berhemanîna tovê kundir û gulebaxan li Rojhilatê Kurdistanê ye

Kanî Merîwan

Urmiye bi rûbera çandiniya 48 hezar hektar, yek ji navendên berhemanîna gulebaxanan li Îran û Rojhilatê Kurdistanê ye. Bajarê Xoyê wek yekem navenda berhemanîna gulebaxan li Rojhilatê Kurdistanê, wek bajarê gulebaxanan tê naskirin. Zêdetirî %85 ji rûbera çandiniya gulebaxan û kundiran li bajarê Xoye, Çaypare, Nexde, Selmas, Şût û Urmiyê hilkeftî ye.

Hebûna zeviyên bi bereket, daxwaza zêde ya bazarê, çandina hêsan û îmkana ji nû ve çandinê, sedemên herî girîng ên geşeya çandina tovê gulebaxanan li bajarê Xoyê ye û ji aliyek dinê ve mezintirîn zeviyên hişkkirina tovên gulebaxanan li Rojhilata Navîn û bi taybetî li rojavayê Asyayê û take bazara borsa gulebaxan di Îranê de li bajarê Xoyê hilkeftî ye. Ew cure ji gulebaxanên ku di wê navçeyê de têne berhemanîn pêk hatine ji gulebaxanên rûn û çerez, ku di nav wan de fistiqî, dexl û danî, badamî, spî dewr, û cureyên gulebaxanên rûn ên lakomka, hayson û hîbrîdî hene.

Kalîteya bilind û bitambûna gulebaxanan yek ji taybetmendiyên cuda ên vê berhema bajarê Xoyê ye. Ji xeynî bikaranîna xwarinê, tovên gulebaxanê sûda pizîşkî jî heye ji çaresekririna hin nexweşiyan, bi vê sedemê li Rojhilat û welatên cîran gelek kiryarê vê berhemê hene. Li bajarê Xoyê jêkirina gulebaxan bi awayekî mekanîzmî di destpêka meha Xermananê (naverasta meha Tebaxê) de dest pê dike û heya dawiya meha Xezelwerê (dawiya Cotmehê) berdewam dibe. Gulebaxan wek zêrê reş yê bajarê Xoyê tê nasîn.

Tovên gulebaxanê yek ji wan xwarinên kêm e ku di nav xelkê cîhanê de pir naskirî ye û alîgireke zêde heye. Hin çûkên mîna tûtî jî, ji xwarina dindikan hez dikin. Lêkolîneke pratîkî ya berfireh îspat dike ku rûyeke gulebaxanê li pey rojê dişope û tîrêjên wê di hundurê xwe de bikar tîne. Berhemanîna tovê gulebaxanê ku bi rastî çavkaniya çêtirîn xwarinên bingehîn û fîtokîmyayiyên bi nirx e, baştirîn pêkhateyên wê li dijî xemokiyê ye û di tendirustî û başiya dermanan    de roleke girîng heye.

Ew kesên ku berhemên tovê gulebaxanê bikar tînin, kêmtir tûşê jibîrçûnê dibin. Xwarina dindikên gulebaxanê bandordar e li ser nehêlana pirsgirêkên boriyên henase û qirik û pişikê û nermkirina dengî. Dindikên gulebaxanê çavkaniyek baş a menziyomê ye.

Gelek ji lêkolînan îsbat kirine ku menziyom hevkariya kêmkirina givaşa xwînê, serêşê    û herwisa celteya dilî    dide. Herwisa menziyom ji bo tendirustiya hestî û bidestxistina wizeyê jî girîng e, bi qasî du li ser sê ya menziyoma nav laşê di hestiyê de ye. Tevî vê ku rûna gulebaxanê kaloriya kêm heye û kolîstrola xwînê kêm dike, dibe alîkar ku zarokên pêşwext ku ji dayîk dibin, şansê wan ê saxbûnê zêde bike. Dindikên gulebaxanê yek ji tovên rûnî ye ku bi awayekî nûjen, hişk û biraştî tê xwarin û gulebaxan bi qasî %66 rûn heye.

Destnîşankirina derfet û şiyanên veberhênanê di pişka çandiniyê de, ji bilî alîkarî ji bo peydakirina kar û berhema domdar li gundan, dikare roleke bi bandor bilîze di zêdekirina perawêzxistin, nehiştina koçberiya gundan û kêmkirina pirsgirêkên civakî yên ji ber wê dirust dibin. Di vê rêyê de zêdeyî 20 hezar kes debara wan dabîn dibe.

Qebareya danûstandina bazara dindikên gulebaxanan li bajarê Xoyê salane nêzîkî 8,000 milyar    tumen (160 milyon dolar) hatiye pêşbînîkirin, rêjeya bazirganî û guherînkariya tovên kundir û gulebaxanan li bajarê Xoyê, salane digihîje 4,500 milyar  tumen (90 milyon dolar), ku rêjeyeke mezin a bazirganiyê li parêzgeha Urmiyê pêk tîne.

Li parêzgeha Urmiyê bi giştî 12 hezar û 900 ton tovê gulebaxan û 4 hezar û 300 ton tovê kundir tê mesrefkirin û ya zêde jî, ji bo gelek parêzgehên din ên Îran, welatên cîran û welatên kendavê tê hinardekirin. Hilkefta parêzgeha Urmiye û bajarê Xoyê li ser sînorên Îran û Tirkiyê yek ji wan avantajên herî girîng e ku dikare di firotina berhemên “birand”iya navxweyî de rol hebe.

Hawirdekirina tovên biyanî û nebûna destûrnameya hinardekirina vê berhemê pirsgirêkên sereke yên bazara bajarê Xoyê ye. Çimkî berhemanîna tovê gulebaxanê li vî bajarî, ji bilî dabînkirina pêdiviyên navxweyî, hevdem dikare hinardeyê welatên cîran jî bê kirin. Lê mixabin bi sedema qedexekirina hinardekirina tovê rûnî, rê ji hinardekirina vê berhemê tê girtin. Niha hinardekirina wan berheman    di rewşeke xirab de ye û tenê bazara wê Amanc Îmarat e. Hatina tovê çerezan ji Çîn û Ukraynê ji bo ajeldarî û rûngirtinê bi baceke kêm û dabînkirin ji bo kiryaran bi nirxek kêm, metirsî li ser vê berhemê çêdike. Nebûna cureyên hîbrîdî, nebûna yekeyên paketkirina nûjen, enflasyona nirxê kirînê û nebûna aramiya nirxan di bazara azad de, beşek in ji girîngtirîn pirsgirêkên bazara tovên Rojhilatê Kurdistanê.

KURDŞOP
633 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!