Gundê Del li Hewramanê

Çiro Hewramî

 

Gundê Del yek ji gundên Hewramana Text e û li 34 KM bajarê Sewlava yê ser bi parêzgeha Sinê hilkeftî ye. Dirêjahiya erdnîgariya gundê Del 46-28 derece û panahî jî 8-35 derece ye û herwisa 1,340 metre ji asta deryayê bilind e. Del di navbera gundê Kidel û çiyayên bilind ên Hewramanê de hilkeftî ye û çemê Sîlrwanê ji xwarê gund derbas dibe. Del bi van gundane re hevsînor e: Riwar, Zom, Delemerz û Kolêj.

Heger em bixwazin behsa dîroka gundê Del bikin, ewa çavkanî li gorî daristan, deşt û şûnên vî behsa wê yekê dikin ku ev gundê kevnar û dîrokî vedigere bo 500 sal berî niha. Dibe ku ji bo piraniya me re bipe pirsyar ku navê Del ji kuderê ve hatiye û çima navê vî gundî Del e, lê mixabin di vê derbarê de ti çavkanî û belgeyek rohn ber dest nîne.

Gundê Dal ji ber sirûşta xwe ya bedew û bêhempa bala geştiyaran dikişîne û gelek kesên biyanî serdana vî gundî dikin. Lê ji ber hewaya sar û Zivistana dijwar, geştyar di demsala Payîz û Zivistanê de naçine vî gundî. Bi piranî geştyar di demsala Biharê de diçine gundê Del, ji ber ku dîmenên xweştir û xemilandîtir heye û hewa jî wê demê xweştir e. Yek ji seyrangehên herî navdar ên gundê Del, “Delor” e ku ji gund bilindtir e û Del pê ve diyar e.

Gundê Del 250 mal dibe, rûniştiyên vî gundî nêzîkî 1,000 kesî ne û gundî Zivistanê jî her li gund dimînin, lê dema ku hewa xweş dibe hin ji malbatan bi awayekî demkî diçin zozanê “Heyşûr”, ku wek zozana Havînî yê Deliyan tê naskirin. Gundî ji ber germbûna hewayê û nebûna çêrîngehan ji bo ajelên xwe diçine zozanê.

Zozana Heyşûr dîmeneke taybet heye û cihekî kesk û bilind e ku beranberê çiyayên Şaho ye.

Del li Hewramanê navenda çêkirina pêlavên “Kilaş” e. Piraniya gundiyan bi çêkirina Kilaşan re mijûl in. Mêr binê Kilaşan çê dikin û jin jî didirûn, ev jî bûye dahatek ji bo xelkê Del, herwisa ji ber vê yekê rêjeya bêkariyê kêm e, ev Kilaşên ku têne çêkirin ji bajaran re têne şandin û piraniya wan jî dişînine Herêma Kurdistanê.

Li Hewramanê jin xwedî pêgehek taybet bûne û di karûbaran de beşdarî kirine. Li gorî gotina pêşiyan, li gundê Del yek ji şêwrayên gund her tim jin bûye. Jinan ji mêran zêdetir jî kar kirine, hem li gund û hem jî li zozanan, dema ku koçî zozanan kirine, piraniya erkan li ser milê jinan bûye. Wekî ku bi xwe bi Hewramî dibêjin: “Jîway serû şanû jenîwe biyen”

Ji ber zêdebûna giya di vê navçeyê de çend cur ji darên taybet ên wekî "qezwan, zirişk û sincî hene, herwisa şûnek baş û bi bereket e bo xwedankirina mêşên heng. Salane rêjeyeke zêde ji hingivîn li Delê tê berhemanîn û ji xeynî berhemanîna hingivîn, benîşt jî tê berhemanîn ku bi benîştê Kurdî tê naskirin, benîşt ji dara qezwan yan bi Hewramiya wê ji "wen"ê tê çêkirin û ew jî şêwaza taybet a berhemanîna xwe heye û dikarin ji her dareke qezwanê du sal carekê benîşt berhem bînin.

Ava xwarinê ya vî gundî ji kanî û çemê Sîrwan û herwisa ji kaniyên demsalî tê dabînkirin. Bikaranîna ava kanî û çem li ser tendirustiya xelkê bandordar e, çimkî avek paqij û zelal e.

Gundê Del her wek gundên din ên Hewramanê, malên wan ji kevir û daran hatine çêkirin û ew mîmariya taybet ku li Hewramanê tê dîtin li Delê jî tê dîtin. Herwisa di niha de şêweyekî gelek kêm ji wan malan bi şêweya îroyî têne çêkirin.

KURDŞOP
451 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!