Gola Kanî Berazan, beheşta balindeyên Kurdistanê

 Şino Resûlî

 

Li bajarê Mehabadê yê ser bi parêzgeha Urmiyê, golek bi navê gola “Kanî Berazan” heye. Gola “Kanî Berazan” bi rûbera 900 hiktarî li 30 kîlometreya bakurê bajarê Mehabadê û li nêzîkî gundên Xurxure, Qeredax û Befrevana navçeya Şarwêran hilkeftî ye. Nivinciya kûrahiya vê golê 60 santîmetre ye. Ava vê golê ji çemê Mehabadê û Kanî Qeredaxê tê dabînkirin û diherike nav gola Urmiyê.

Gola Kanî Berazan di warê balindenasiyê de li Kurdistan û Îranê yekem cîh e û yek ji baştirîn cihên nasandina balindeyên cur bi cur e.  Heta niha lêkolîneran 75 cureyên bailindeyan li wir tomar kirine.

Ger em candarên derdora golê ku hem avjîn û hem jî hişkjîn in, hesab bikin, 180 cureyên candaran li wir hene. Çend balindeyên ku di golê de hatine tomarkirin ev in: Flamîngo, wordek, wordekên serspî, dîkên dûvikspî, hacîreşikên deryayî, pelikên spî, qaz û gelek cureyên dinê ji balindeyan. Heta niha 45 cure ji giyayên taybet di wê golê de hatine tomarkirin.

Di demsala germayê de li gola Kanî Berazan zêdetirî 40 hezar balinde tê de nîştecih dibin. Di asta cîhanê de ev gole mezintirîn cihê hêlîna wordekên serspî ye.

Gola Kanî Berazan ji ber ku balindeyên cur bi cur û bi rengîn ên gelek bedew tê de dijîn bi beheşta balindeyan hatiye naskirin.

Ew gole di warê jîngehê de ji bo balindeyan pir taybet e ji ber ku ji bo balindeyan xwarinên baş tê de heye.

Ew gole di heyama salên borî de gelek caran ji aliyê kesên dije jîngehê ve hatiye agirberdan ku ew agire jî ji ber dabînnekirina kelûpelên taybet ên temirandina agir ji aliyê organên desthilatê ve bûye sedema wê ku zirarek zêde bi jîngeha wê golê bikeve.

Pirsgirêka sereke ya vê golê kêmbûna avê ye. Di heyama salên borî de ji ber kolandina bîran li derdora wê golê, kaniya Qeredaxê ku çavkaniya sereke ya ava wê golê ye, ava wê gelekî kêm bûye û heta di hin demsalên salê de jî zuhaw dibe.

Ew gole ji ber hinek sedemên dinê wekî nêçîrvaniya jiqasderçûyî; çêrandina pez û malat, kêmiya avê û madeyên kîmyayî yên çandiniyê metirsyiya jinavçûnê li ser e.

Ger pilanên taybet ji bo rêgirîgirtin ji zuhawbûna gola Kanî Berazanê neyên danê, egera wê yekê heye ku di heyama salên bê de bi tevahî ji nav biçe. Jîngeha wê golê li navçeyê gelekî girîng e û li Kurdistanê penageha balindeyan e. Her di niha de ji ber piştguhavêtina wê golê, zêdetirî 14 balindeyên pir degmen ji ber xemsariyan mûjil e ji nav diçin.

Salane xelkek zêde ji Kurdistan û Îranê bo serdana wê golê bera xwe didine wê cihê û wek şûnek geştyarî tê hesibandin; Lê îmkanata xizmetguzarî ya pêwîst ji bo wê derê nehatiye dabînkirin.

Li Mehabadê çendîn golên dinê hene ku pêk hatine ji: “Qobiya Baba Elî, Hesen Xan, Daşxane û Qereqişlax”.

KURDŞOP
277 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!