Erdnigariya siyasî, mirovî û aboriya Hewşarê

Siyamend Şasiwar

 

Rojhilatê Kurdistanê di parvekirina siyasî ya navxweyê Îranê de, ku ji serdema “Riza Xanê Pehlewî” ve bi awayekî fermî kar bo hatiye kirin, bûye çend parêzgeh û navçeyên erdnîgarî. Ev parçebûn bûye sedema wê ku hin navçeyên girîng ên Rojhilatê Kurdistanê wekî herêmên serbixwe navê wan werine reşkirin û tevlî hin parêzgehên dinê bibin ku tevlîheviya neteweyên dinê ne. Bi vî awayî, navên resen yên herêmên sereke yên Kurdistanê li ser erdnîgariya Îranê heta radeyekê bêne bêrengkirin. Yek ji van navçeyane Hewşar e.

Navçeya Hewşarê ji dabeşkariyên piştî serdema Riza Xan ve li xwarê parêzgeha Urmiyê hilkeftî ye. Beşekî wê jî tevlî parêzgeha Zencanê bûye. Beşek biçûk a wê li parêzgeha Azerbaycana Rojhilatê ye. Lê her ew navçeye ku em niha bi navê Hewşarê nas dikin û li başûrê parêzgeha Urmiyê ye, navçeyeke dîrokî, olî û kultûrî ya dewlemenda Rojhilatê Kurdistanê ye.

Ji serdema Sefewiyan ve, pirtûkên dîrokî navçeya Hewşarê pêka dabeşkirina navçeyên Kurdistanê, dixine rex navçeya Mukriyanê. Wate Hewşar domkeriya navçeya Mukriyanê ye û li ser sînorê her du bajarên Tikab û Sayîn Qelayê û navenda Feyzulah Begiya bajarê Bokanê ye. Ev navçeye ji hêla mirovî ve pir dewlemend e. Nêzîkî sêsed gund û herdu bajaran jî li xwe digire û çendîn bajarok û gundên mezin jî heye. Ew navçeye di navbera bajarên Miyanduav û Sayîn Qelayê de dest pê dibe. Bajarokê “Mehmûd Cix”, bajarê Sayîn Qela û gundên di navbera van bajaran de, bajarokê Tikab, gundên Textê Silêman û Ehmed Ava û beşek ji parêzgeha Zencanê li xwe digire. Piraniya rûniştiyên Hewşarê Kurd in.

Lê hemû Kurdên navçeya Hewşarê bi yek zaravayê naxivin. Beşeke zêde her bi Soranî daxivin, ku rûniştiyên bajarên Sayîn Qela û Tikabê û gundên di navbera van bajaran de ne. Lê li navçeya Sayîn Qelayê du beşên biçûk bi navê “Mûslanî û Zaxoranî” hene, ku bi zaravayên Mûsilanî û Zaxoranî dipeyvin. Ewa ku hêjayê gotinê ye ew ku her çend ev her du beşane bi zaravayê Kurdên Zaxo û Mûsilî daxivin û ji wir derbasî wî aliyê Kurdistanê bûne, mezhebê Şîe qebûl kirine. Li gorî lêkolînan di serdemên zû de ji navçeyên Mûsil û Zaxoyê hatine û li wir bi cih bûne. Di demûdezgehên hikûmetî de jî, ji ber ku peyrewê mezheba Şîe ne, bi piranî kesên xwedî destçûyî ne. Li navçeya Sayîn Qela jî bajarokek piçûk bi navê “Mehmûd Cix” heye ku digel çend gundên derdorê bi zaravayê Çardolî dipeyvin. Ew jî li ser mezheba Şîe ne. Lê ew Kurdên resen in. Xelkê Mehmûd Cix ji wan Kurdan in ku di serdema Qacaran de ji navçeya Çardolî ya Îlamê ve bo parêzgeha Urmiyê û navçeya Hewşarê hatine dûrxistin. Ewa ku hêjayî balkişandinê ye ew e ku piraniya Kurdên Çardolî jî, ji ber ku Şîe ne, di nav demûdezgehên hikûmetî û pileyên çekdarî yên Komara Îslamî de xwedî pileyên bilind in. Ji bilî wê yekê ku ji sedî 69ê rûniştiyên bajar û gundanên navçeya Tikab û bajarê Tikabê Kurd in û bi Kurdî daxivin, hejmareke mezin ji Kurdên “Ehlê Heq û Yarsan” li wir hene ku hem ji aliyê Kurdan û hem jî ji aliyê Tirkên Şîe ve îtiraf bi wan hatiye kirin û jiyaneke aram û asayî digel xelkê derdorên xwe hene û di bajar û gundên derdor de dijîn.

Erdnîgariya mirovî ya navçeya Tikabê û bi giştî Hewşar pirreng û dewlemend e. Ji aliyê erdnîgariya aborî û erdnîgariya sirûştî ve jî herêmeke pir dewlemend e. Li devera Hewşarê çend çemên bigur hene, ku em dikarin di nav wan de îşareyê bi çemê “Qewer” bikin, ku çavkaniya ava wê çiyayên navçeya “Mayîn Bilax” e. Ew çeme ku ji çiyayê Mayîn Bilax ve derdikeve û di navbera gundên “Qisqopî û Tomaraxac” de diherike û di dawiyê de diherike nav çemê Cexetû. Çemekî din ê herêmê çemê Sarox e. Çavkaniya vî çemê çiyayê Aqdere û Qisqapan e. Çemê Sarox jî ku bi navçeya Hewşar re derbas dibe, di encamê de diherike nav bendava Bokanê ku li ser çemê Cextûyê hatiye çêkirin. Hebûna van çeman û sirûşta baran û barîna berfê li Hewşarê, bûye sedem ku Hewşar ji aliyê çandinî, ajeldarî û hengdarî ve bibe herêmek gelek dewlemend.

Herwiha herêma Hewşarê di warê kanan de li Îran û Kurdistanê yek ji dewlemendtirîn navçe ye. Li Hewşarê kanên wekî zêr, zîv, gogird, sifir, zerd, mermer û granît gelek in. Lê li herêma Hewşarê kana herî girîng zêr e. Piraniya zêrên Îranê li kana “Zêre Şoran” li gundekî bi heman navî, ku hemû rûniştiyên wî gundî Kurd in û ser bi bajarê Tikabê ye tê derxistin û berhemanîn. Mixabin hemû zêrên ku li wê herêmê têne berhemanîn, bo parêzgehên navendî yên Îranê têne veguhestin û xelkê herêmê bi xwe jî ji sûdmendiyên zêrên ku ji çiyayên wan û li herêma wan têne derxistin, bêpar in.

Beşeke din ku mirov dikare behsa wê bike beşa geştiyariya Hewşarê ye. Hewşar ji ber cihê xwe yê erdnîgarî ji bo geştiyariyê herêmeke balkêş e. Hem çiyayên di navbera Sayîn Qela û Tikabê de pir in ji dîmenê bedew û hêşîn, hem navçeya Hewşarê û bi taybetî navçeya Tikabê, gundê Ehmed Ava û Textê Silêman beşek ji dîrokîtirîn şûnwarên Kurdistanê li wir hilkeftî ne em dikarin îşareyê bi xwedê şûnwara Textê Silêman bikin. Ew şûnwara dîrokî û pêşîneyî vedigere bo hezaran sal beriya niha û heta niha jî bi sedan û hezaran geştyarên bîhanî serdan kirine û gotar li ser nivîsîne.

KURDŞOP
225 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!