Çend cihên geştyarî û dîrokî yên bajarê Sinê

Çiro Hewramî

 

Çiyayê Aviyerê

Çiyayê Aviyerê 2,550 metre ji asta deryayê bilind e û 3 kîlometre dûrî bajarê Sinê yê Rojhilatê Kurdistanê ye.

Aviyer tê wateya cihê pir av, lewra navê vî çiyayî kirine Aviyer ji ber ku li çiya gelek avên binerdê û kanî hene, ji wan “Kaniya Sengşikên, Kaniya Şefa û Heft Asiyab” û hwd ku xelkê deverê ji bo vexwarinê bi kar tînin; Sedema wê jî ev e ku ava bajarê Sinê çendîn sale bêhn jê tê û nepaqij e. Aviyer wek du beş tê naskirin, Aviyera Mezin bi bilindahiya 2,550 metre û Aviyeya Biçûk bi bilindahiya 2,350 metre ye û bajarî Sine li bintara vî çiyayî ye.

Ava kaniyên çiyayê Aviyerê ku hevdem di dilê wê de parkeke daristanî jî heye, hê jî çavkaniya ava koşkên dîrokî yên Xusrewava, Asef û Wekîl û gelek avahiyên din ên dîrokî ye.

Aviyer ji bo bajarê Sinê bûye nasname û gelek helbestvan û nivîskaran ji bo vî çiyayê serbilind helbest nivîsandine.

Çiyayê Aviyer gelek parkên geştyarî hene, ji wan: “Parka Emîriye, parka Emaniye, parka Zarokan û daristana Guwêze Kor” û di van salên dawî de jî parka “Meşahîr” pê zêde bûye ku ev parke ji nû ve hatiye avakirin, herwisa di vê parkê de cihê man û rûniştina geştyaran hatiye çêkirin.

Çiyager ji ber hilkeft û dîmenên bedew yên Aviyerê berê xwe didine vî çiyayî û heta ji bajarên dinê jî çiyager diçine wir.

Parka Emîriye bi yek ji mezintirîn sînemayên vekirî yên cîhanê tê hesibandin ku ekrana wê 12 x 25 metre dibe, dengê fîlmên vê sînemayê ji rêya menca radyoyî ya FM ve ji her derê be tê û perdeya sînemayê li cîhek wisa hatiye danîn ku 10 hezra kes dikarin li beranberî bin û bibînin.

Mixabin sûdwergirtin ji kanan di çiyayê Aviyerê de bûye sedema herifîna beşek ji vî çiyayî û berpirsên pêwendîdar ev karesate paşguh avêtine û girîngiyê pê nadin, sûdwergirtin ji van kanan û hatinûçûna barhilgiran bûye sedema çêbûna tepûtûzî û rêgiriya geştyar û çiyageran bo hilkişîna ser lûtkeya çiya.

Hemama (serşok) Xan

Hemama (serşok) Xan yek ji kevintirîn hemam û cihên geştiyariyê yên bajarê Sinê ye ku dîroka wê vedigere bo serdema Qacaran. Ev hemame li navenda bajêr û li nêzî Mizgefta Darux hilkeftî ye. Li gor kevirnivîsên di nav hemamê de, ev avahiye di serdema waliyê Kurdistanê “Emanulah Xanê Erdelan” de hatiye çêkirin û di sala 1220 a Koçî de bi dawî hatiye. Mîmariya avahiya hemamê pir nêzîkî hemamên deverên din ên Îranê ye û di beşên wê yên cuda de em dikarin behsa hola çûna nav hundur, hêlkarî, serban (hemama sar), deriyê navîn, bîne (hemama germ), gencîneya taybetmendî, avdest û embara avê bikin. Di sala 1998an de, beşa giştî ya mîrateya rewşenbîrî, ev avahiye kirî û di sala 1999an de dest bi nûjenkirina wê kir. Hemam Xan di 25ê Adara 1999an de bi hejmara 2603an di lîsteya berhemên netewî yên Îranê de hatiye tomarkirin.

Dêra Sine

Ermeniyên Xiristiyan ên ku ji hikûmeta Osmanî hatibûn derxistin, di serdema desthilata Sefewiyan de penaha xwe bo Îranê anîn û li nêzî bajarê Sinê nîştecih bûn. Piştî heyameke zêde di serdema Qacaran de ew Ermeniyên ku hatibûne nêzî bajarê Sinê, ji xwe re dêrek ava kirin da ku karibin dua û îbadetên xwe bikin. Navê dêrê “Dêra Sine” bû û îro rojê bûye yek ji cihên herî balkêş ên Sineyê. Ev dêre di nav avahiyên dîrokî de xwediyê yek ji mîmariya herî bedew e û hin ji bedewtirên cihên wê yên herî balkêş pêk hatine ji “kaniya ava kevirî û kaniya avê di nav hewşê de.

Koşka Xusrewava

Koşka Xusrewava serdemekê cihê nîştecihbûna malbata Erdelan bû, ev avahiya dîrokî wekî avahiyeke herî girîng a Kurdistanê tê naskirin. Ev koşke di nav koşkên Kurdistanê de xwediyê yek ji mîmariya herî bedew û herî baş e. Di vê koşkê de çendîn rêûresm dihatine lidarxistin û paşayên serdema Qacaran ji bo şahî û bêhnvedanê diçûn vê koşkê û dibûne mêvanên malbata Erdelan.

KURDŞOP
269 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!