Bazara kevn a Urmiyê kevntirîn bazara Kurdistanê ye

Solîn Urmiye

 

Bajarê Urmiyê yê Rojhilatê Kurdistanê xwedanê dehan şûnwarên dîrokî û balkêş e ku yek ji wan cihan bazara kevnar a Urmiyê ye. Bazara kevnar a Urmiyê yek ji cihên herî bi navûbang ên Urmiyê ye ku li taxa kevn a bajar hilkeftî ye. Tevî vê ku li Urmiyê gelek navendên kirîn û firotên hene, lê gelek kes hîn jî bazara kevnar a Urmiyê ji bo kirînê hildibijêrin, ku bi mîmariya sade, nirxek dîrokî, meinewî û çandî ya Urmiyê nîşan didin.
Bazara Urmiyê ku di serdema Sefewiyan de hatiye avakirin, di 12 Hezîrana 1983an de wekî yek ji mîratên neteweyî li Îranê hatiye tomarkirin.
Bazara kevn a Urmiyê li naverasta Urmiyê hilkeftî ye û ew der ji ber avahiyên kevnar û bazara hemûrengî, rojane hezaran kes ji bo bazarkirinê serdan dikin û herwisa rojane bi dehan geştyarên navxweyî û bîhanî jî, ji bo lêkolînan û dîtina vê cihî balkêş serdan dikin.


Bazara Urmiyê wek kevntirîn bazara dîrokî li navenda bajêr û li kêleka Mizgefta Cami`i ya Urmiyê ye, ev der dema hatibû avakirin bi qasî îro mezin nebû. Di serdema Qacaran de qebar û hin beşên din ên beşên bazarê pê hatine zêdekirin.
Di dema avabûna bazara Urmiyê de, gundên derdora bajêr ji bo peydakirin û daxwaza berhemên xwe yên xwestî serdana vê bazarê dikirin. Gelek caran di demên berê de xelkê ji ber hebûna mizgeft û serşorek li kêleka bazara dîrokî ya Urmiyê serdana bazarê dikirin û li wir hem serê xwe di serşoka kevnar a Urmiyê de dişûştin û hem jî serdana mizgeftê dikirin.
Rûbera bazara Urmiyê bi qasî 60 hezar metra çargoşe ye û pêkhateya wê ya kevn îro di bin çavdêrî û nûjenkirinê de ye. Di vê bazarê de zêdetirî 1000 dukanên cur bi cur, karwanserayeke piçûk, koşkek qasekî mezin û pênc hemamên kevn û mizgeftek bi navê Cami`i heye.


Yek ji taybetmendiyên girîng ên Bazara Urmiyê, sadebûna wê ye. Avahiyeke mezin a bi kerpûçên sor, mîmariya bi şêweyê gunbetî û kevaneyek bilind ji bedewiyên bazara dîrokî ya Urmiyê ye ku gelek geştyaran ber bi vê deverê ve radikêşe. Ev avahî bi şêwaza mîmariya Sefewî hatiye avakirin; Di serdema Qacaran de avahiya bazarê hate berfirehkirin û guhertin tê de hatine kirin. Her çend mîmariya bazarê sade be jî, lê mirov nikare şikl û şêwaza wê ya kevneşopî nebîne.
Di nava bazara kevnar a Urmiyê de, ji kelûpelên resen û kevnar ve bigire heta dukanên zêringan, sifirsazî (misgerî), çêkirina kêran, pêlavsazî, krîstalfiroşî, tovfiroşî, bezazî û bêhnfiroşî û hwd têne dîtin û dîmenek ciwan bexşîne bi vê bazarê.
Dîmenên xweşik û bedew ên bazarê bûne sedem ku gelek heştyarên bîhanî jî serdan bikin û ji resentiya bazarê sûd wergirin.

KURDŞOP
239 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!