Danasînek li ser tax-Kaniya Ereban (Kurdan)

Evîn Teyfûr

 

Bajarê Kobaniyê wek hemû bajarên din ên Kurdistanê xwedî deşt, çiya, ziyaret, kaş, til û kaniyan e. Herwiha Kobanî wek bajar hema hema bihtirî 300 gundî di nava xwe de dihewîne. Navê hin ji wan gundan ev in; Helinc, Şêran, Şeran, Kulîlk, Donxiz, Minaz, Mûman, Êlecax, Nordên, Bilik, Boraz, Taşlog, Xozên, Til Xezal, Kurik, Bozik, Qilhedîd, Qûmlix, Sûsan, Kor Elî, Elî Şar, Serbehur, Gewrik, Taşlog, Tilik, Hemamik, Qizelî, Xanik, Qeremux, Xerabî Kuçkan, Çortanek, Çoxan, Sê Telp, Çixur, Xerab Kort, Bîreş, Kortik, Derbazin û hîn gelek gundên dîtir hene. Ev gund bi tevahî xwedî axên çandiniyê ne û tê de gelek cureyên daran ên wek zeytûn, fistiq, peyam, sêv, hinar, hêjîr û wekî din hene. Hema hema ji berê ve li van hemû gundan çaviyên avê teqiyane û pê re gund li şûna wan ava bûye.

 Kobanî wek bajarok xwediyê du kanî yan jî taxên mezin in; yek ji wan re kaniya Ereban (Kurdan) ku li aliyê rojhilatê Kobanî dikeve û ya din jî Kaniya Mirşidê (Mirşid Pînar)ye li aliyê rojavayî Kobanî dikeve. Emê li vir qala Kaniya Ereban an taxa kaniya Ereban (Kurdan) bikin.

Di dawiya sedsala 80ê de tê gotin ku av gelekî li Kobanî kêm dibû û êdî hêdî hêdî jiyana mirov û lawiran zehmet dibû. Ew her du kaniyên ku her buhar tijî av dibûn dimiçiqiyan, lê di van deman û salan de dîsanî tijî av bûne.

Ev kanî yan jî taxa mezin li rojhilatê bajarê Kobaniyê dikeve. Ev tax ji destpêka avabûna Kobanî de hebûye û niha hem wek gund û hem jî wek taxeke mezin li Kobanî tê naskirin. Ji ber ku ev kanî xwedî av, şînkahî û hênikahiyeke pir mezin e, ji aliyê erebên derdorê yên cîran ve her buhar dihatin û pezên xwe li ber vê kaniyê av didan û diçêrandin. Ji ber wê yekê jî li aliyê xelkê herêma Kobanî navê vê taxê kirin Kaniya Ereban. Heta mirov dikare bi qasî gundekî jî nav lê bike. Ji xwe gava ku serxet û binxet hate çêkirin, hemû gundên Kurdan bûn bi du parçeyan. Û Ji ber ku li hêla Bakûrê Kurdistanê de jî Kaniya Ereban heye, ev nav ji aliyê xelkê Kobaniyê ve hatiye pejrandin û wan navê kaniya Kurdan li kaniya Ereban kiriye. Herwisa tê gotin ku xwediyê stranên Memê Alan, Siyabend û Xecê ew dengbêjê bi nav û deng “Mişo Bekebûr Berazî” ji xelkê devera vê kaniyê ye. Lewma ji layê beşek ji xelkê herêmê ev kanî bi navê malbata mezin ya Mechanan ve jî tê naskirin. Di derdema împratoriya Osmaniyan de navê vê taxê an kaniyê Ereb Pînar bûye, paşê dewleta Suryayê navê Kaniya Ereban li ser daniye. Lê di van salên dawî û piştî şoreşa Rojavayê Kurdistanê û damezrandina Rêveberiya Xweser, Rêveberiyê navê wê bi fermî kiriye Kaniya  Kurdan.

Li dora vê kaniyê bi sedan darên fêkî û meyweyan hebûne. Herwiha bi sedan teyr û tilût jî dihatin dîtin. Lê mixabin di van salên dawiyê de ev kanî hatine miçiqandin, ne tenê ev kanî, çi kaniyê ku li bajarê Kobaniyê û gundewarên wê hebûne hatin miçiqandin û ev bajar di nava hişkahiyeke metirsîdar de maye. Lê ev bû du buhar in ku xwedê lê hatiyê dilovaniyê û kanî tijî av dibin.

Kobanî wek dîrokek kevnar bi dora 440 gundên piçûk, ku piraniya wan Kurdên Sunî ne. Ew di sala 1892an de wekî bajarekî nûjen rabû, û di navbera 1911 û 1912an de piştî damezrandina rêya hesinê, kombûnek girîng ya nifusê tê de çêbû. Piraniya eşîrên Kurd di vê herêmê de bi çandinî û xwedîkirina sewalan radibûn.

Çavkanî:

Hevpeyvîna bi zarbêjê Kobanî, Henîfê Ismet re.

 

 

KURDŞOP
250 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!