Mezintirîn navenda berhemanîna masî û bedewtirîn zeviya topa pê li gundekî Kurdistanê

Çiro Hewramî

 

Gundê Dêweznaw dikeve quntara çiyayê Şaho û 45 kîlometreyan dûrî bajarê Sewlava yê ser bi parêzgeha Sinê ye. Dêweznaw xwedî dîrok û şaristaniyeke kevnar e û herwisa gundên derdorê vî jî ev in: Palingan, Delemerz û Colane.

Dêweznaw yek ji wan gundan e ku heta niha nehatine çolkirin û hertim avedan bûye û jiyan li wir berdewam bûye. Niha 160 mal li gund dijîn û ji bo debara jiyana xwe mijûlê ajeldarî, pîşeya destî û ya herî girîng jî xwedankirina masiyan in. Ev gund xwediyê yek ji mezintirîn binkeya xwedankirina masiyan e.

Gundê Dêweznaw xwediyê dîrokeke çend hezar salî ye û cihê nakokiya Zerdeştî û Mîtrayiyan bûye. Li gorî belge û çavkaniyan, tê gotin ku piştî derketina ola Zerdeşt û serkeftina wê bi ser ola Mîtra de, Dêweznaw  veşartingeha zilamên olî yên Mîtrayî bûye û piştre bi derbasbûna demê re ev nakokiye bo navbera Yarsan û Îslamê hatiye veguhastin. Ev yeka jî bûye sedem ku şer û nakokiyên îdeolojîk û olî çê bibe û wekî dîrokeke tevlihev hatiye nivîsandin.

Derbarê navê vî gundî bîr û rayên cuda hene, hinek peyva Dêweznawê bi împeratoriya Yûnanî ve girêdidin û li ser wê bawerê ne ku ew peyveke kevnar a Yûnanî ye û bi wan çiyayan re tê gotin ku kanî û sûlav jê derdikevin. Hinekên din vê nerînê red dikin û dibêjin ku di serdema Mîtrayiyan de navê wî gundî “Pawî” bûye û piştî hatina Zerdeştiyan bûye penageha dijberê Zerdeştiyan, û lewma jê re gotine “Dew û Yesna” wate cihê ew kesên ku bêbawer in, paşê piştî guherinkariyan navê vî gundî bûye Dêweznaw.

Dêweznaw gundekî naskirî û navdar e, yek ji sedemên navdarbûna wî gunî jî sirûta wî ye. Herçend em nikarin bedewiya sirûşta Hewramanê bi giştî înkar bikin, lê sirûşt û dîmenên Dêweznawê bêmînak in. Gund li quntara çiyayê Şaho ye û ji rex gund çemê Sîrwan derbas dibe. Çiya û daristanên derdora Dêweznawê bêhempa ne û di her demsalek salê de bedewiyeke xwe ya taybet heye. Çiyayên derdora Dêweznawê bi giya û darên cur bi cur yên wekî dara Qezwan (ku ji vê darê benîştê Kurdî tê berhemanîn), dara Erxewan û dara Berûyê hatiye veşartin. Ev darên han tev sirûştî ne, lê bi piranî darên Erxewanê li wir in û yek ji taybetmendiyên vê darê ew e ku bi hêsanî diçeme û naşkê û gelek cure kereste jê têne çêkirin ku ew kerestane taybet in bi pîşeya destî ya Hewramanê û di heman demê de jî dara Erxewanê bedewiya gund û sirûşta wî pir zêde kiriye.

Di destpêka gotarê de min behsa wê yekê kir ku Dêweznawê yek ji mezintirîn navendên berhemanîna masiyan li navçeyê heye. Xelkê Dêweznawê di çend salên borî de ji ber rewşa baş a hewa û ava paqij ku ji çiyayên Hewramanê ve tê çavkanîgirtin, biryar dan pirojeya xwedankirina masiyan bi rê ve bibin û bi kêfxweşî ve pirojeya wan sereftî bû û heta niha jî berdewam e û bûye dahatek bo beşek ji xelkê gund û masiyên Dêweznaw bo bajarên dûr û nêzîk têne hinardekirin.

Herçiqas divê em bi wê yekê jî îşareyê bikin ku li gundên din ên Hewramanê jî navendên berhemanîna masiyan hene.

Xwedankirina masiyan li Dêweznawê ya wan çend salên dawî nîne, belkî her ji mêj ve ev pîşeye hebûye û di demên berê de ku pêşketin kêm bû, xelkê Dêweznawê ji bo hewcedariyên xwe li gund û bajarekî din masî bi kelûpelan re guherîne, lê di van salên dawî de bi awayekî pêşketîtir navenda berhemanîna masiyan ava kirine û ev pîşeye pêş xistine.

Gundê Dêweznaw hertim cihê geştyaran bûye, berê xelkê gund û bajarên derdorê wek Merîwan, Pawe, Sine û hwd diçûne vî gundî, lê di çend salên borî de ji ber pêşketina pêwendiyan, soşyal medya bûye sedema wê ku gundê bedew û bêhepa yê Dêweznawê bê naskirin û ev yeka bûye sedem ku ne tenê ji bajarên din ên Kurdistanê, belkî ji navçeyên din ên Îranê jî xelk ji bo serdankirinê gundê Dêweznawê biçin û heta geştyarên cîhanî jî diçine vî gund.

Ji xeynî çiyayên bilind û sirûşta Dêweznawê, tiştek din ku ew gunde pir ciwan kiriye, çêkirina meydaneke fotbalê li rex çem e, ev meydane bûye şûna werziş û derbaskirina demê ya zarok û ciwanên gund û herwisa geştyaran.

Bêguman eger kesek carekê çûbe Dêweznawê û sirûşta paqij û bedew dîtibe, bîra dubaredîtina wî gundî û sirûşta wî ya bêmînak dike.

KURDŞOP
265 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!