Gundê Xoşeko cihê xweşimitandina geştyaran

Solîn Urmiye

Li navçeya Tirgewer a Urmiyê ku yek ji navçeyên herî xweş û xwedan keşûhewayek bedew a navçeya Urmiyê ye, salane bi hezaran keştyarên bîhanî û navxweyî bo aliyê xwe radikêşe.

Yek ji cihên herî balkêş di wê navçeyê de xweşimitandina ser befrê ye ku di gundê “Xoşekoyê” de hilkeftî ye. Gundê Xoşeko ser bi navçeya Tirgewer a Urmiyê ye û li 30 kîlometreya bajarê Urmiyê hilkeftî ye.

Gundê Xoşeko ji bakur ve digel gundê Derbend, ji başûr ve digel gundê Dezgir, ji rojhilat ve digel gundê Helefile û ji rojava ve digel gundê Tuxlu li Bakurê Kurdistan hevsînor e. Ev gunde pêka dawî serjimêriya sala 2017an, xwedanê 796 rûniştî û 154 malbatan e. Li gorî Rêxistina Mîrateya Çandî ya Îranê, gundê Xoşeko yek ji 10 gundên herî geştyarî li parêzgeha Urmiyê ye.

Di çiyayê vî gundê de şûneke geştyarî ji bo werzişvanan û geştyaran heye ku gelek balkêş e. Ji vê derê re dibêjin “xweşimitandina Xoşeko”; Ev şûne 1,800 metre ji asta deryayê bilind e û dirêjahiya wê 1,200 metre ye. Cihek e ji bo xweşimitandina ser befrê.

Salane bi hatina keşûhewaya sar, befreke zêde li vê navçeyê dibare û seyrangeha xweşimitandinê ya ser befrê li gundê Xoşekoyê dibe cihê geştyaran li seranserê Îran û Kurdistanê. Ev seyrangeha xweşimitandinê rûbereke 50 hezar metreya çargoşe heye û ji ber hebûna giyayê baş li wir dikare di demsala Havînê de jî, ji bo xweşimitandina werzişvanê wî warî gelekî guncaw be.

Ji xeynî dîmenên balkêş û bedew ên vê navçeyê, xwedanê emrazên wek “telêsîyêj”ê ye ji bo veguhastina kesên ku xwe dişimitînin. Herwisa li vir çetirbaz jî hene ku dîmenek ciwan û bedew afirandine.

Li seyrangeha xweşimitandina Xoşekoyê ji xeynî werzişa binavûbang a şimitandinê bi rêya pêlavên taybet ve, geştyra dikarin ji tiyuban ji bo xweşimitandinê sûd wergirin û bi befrê re bilîzin; rojane bi hezaran kes ji navxwe û derveyê welat ji bo dîtina vê dîmena balkêş serdana vê navçeyê dikin.

Ev şûne li bajarê Urmiyê takane şûn e ji bo werzişa xweşimitandina ser befrê û gelek caran ji bo kêbirkêya xweşimitandinê li ser asta navxweyî û parêzgehê tê sûdwergirtin. Her lewma xelkê navçeyê girîngiyek taybet didine vê şûnê û heta bûye cihek ji bo peydabûna dahatekê bo xelkê gundên derdor.

Danasîna rêya gihîştin bi vê navçeyê:

Ji bo dîtina vê şûna geştyarî û balkêş du rê hene; Yekem, ger li nav bajarê Urmiyê dikevine rêya Enher-Tirgewer, ber bi aliyê Tirgewer ve bi rê bikevin û dema ku gihane sêrêya binav “14 Şehîd” berê xwe bidine aliyê çepê û rêya xwe bidomînin heta ku digihine gundê Xoşekoyê. Rêya duyem, Dema ku ji bajarê Urmiyê ber bi seyrangeha Bendê wate gundê Bendê ve diçin, digihîjine bendava Şehrçayiyê, ji wir ve digihine gundê Rajanê û aliyê rastê we bajarokê Sîlwana heye û ber bi wê aliyê ve biçin da ku digihîjine rêya gundê Xoşekoyê.

KURDŞOP
294 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!