Geliyê Qasimlo bedewiyek bo bajarê Urmiyê

Solîn Urmiye

 

Geliyê Qasimlo li bajarê Urmiyê yê Rojhilatê Kurdistanê hilkeftî ye û yek ji şûnên geştyarî yên vî bajarî ye, ku di demsalên Bihar û Havînê de bala gelek geştyarên navxweyî û bîhanî bo aliyê xwe radikêşe.

Geliyê Qasimlo bi geliyek dirêj û berfireh tê naskirin û li ser rêya Urmiye-Şinoyê hilkeftî ye. Rûberê geliyê Qasimlo 35 hezar hiktar e. Rûniştiyên geliyê Qasimlo hemû Kurd in û heta gundên derdora vî geliyê jî yên Kurda ne.

Ev geliye di nav devereke çiyayî de ye û bi çiyayên bilind ve hatiye dorpêçkirin. Di vê navberê de, Kanî Sêv bi 2,598 metren bilindtirîn û geliyê Dûlamayê bi 1300 metre kurtirîn geliyên vê navçeyê ne.

Geliyê Qasimlo ku her bi vî navî di nav tevahiya xelkê deverê de tê naskirin û ji navê malbata Dr. Ebdulrehman Qasimlo yê rêberê gelê Kurd ve hatiye hildan, ji aliyê hikûmeta Komara Îslamî ya Îranê ve bi navê geliyê “Şuheda” hatiye guherîn, lê kes bi navê dagîrkirî nas nake û hemû her bi navê geliyê Qasimlo nas dikin. Sedama guherîna vî navî jî vedigere bo piştî şoreşa gelan a sala 1979an li Îranê û dagîrkirina Kurdistanê ji aliyê rejîma Îslamî ya Îranê ve û çêbûna şerê di navbera hêzên Komara Îslamî ya Îranê û pêşmergên Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê de û kuştina çendîn hêzên dagîrker ji aliyê pêşmergeyan ve, rejîmê hewl da navê Qasimlo biguherên bikin “Şuheda”. Lê di rastî de ew hewla wan serkeftî nebû û xelkê Urmiyê û heta navçeyên dinê, hîn jî her bi navê xwe yê resen wate geliyê Qasimlo nas dikin.

Herwisa gundê rêberê şehîd ê gelê Kurd, “Dr. Ebdurehman Qasimlo” jî li vî geliyê ye û rojane dehan kes ji ber vî rêberê Kurd serdana vî gundî dikin.

Wêne: Gundê Dr. Qasimlo

Ev geliye ji ber sirûşta xwe ya bedew û bêhmpa û hebûna daristan û ajelên kovî û herikîna çemê ji bo xelkê Kurdistan û Îranê bûye seyrangeh. Her sal di demsalên Bihar û Havînê de gelek kes ji bajarên Kurdistan û Îranê serdana vî geliyê bedew dikin û demeke xweş di nava sirûşta bêhempa ya Urmiyê de derbas dikin.

Li Geliyê Qasimlo çend cure ji ajelên wekî “bizinê kovî, gur, rûvî, hirç û kîrûşk” û gelek cureyên balindeyan dijîn. Li çiyayên geliyê Qasimlo çendîn cure ji giya şîn dibin ku piraniya wan giyayan hem bo derman û hem jî bo xwarinê têne sûdwergirtin; Lê nabe em ji bîr bikin ku di vî geliyê de giyayên jehrî jî hene û ger kesekî niyeta bikarînê hebe, divê di pêş de zanyarî li ser giyayan hebe. Herwisa li vî geliyê gelek baxên sêv, gêlas û tirî jî hene.

Dema ku geştyar diçine vî geliyê, şahidê çem û sûlvan dibin ku ji çiyayan yan ji sirûşt û kaniyan çavkanî girtine. Yek ji sûlavên balkêş ku di gelî de bi yek ji mezintirîn sûlavên geliyê Qasimlo tê nasîn. Ev sûlave di nav dilê çiyayên bilind de hilkeftî ye û her bi navê Qasimlo tê naskirin û li rex vê sûlavê û derdorê wê çendîn kaniyên bedew û bi avek hênik hene ku ava wan tevlî çemê gelî dibe.

Bajarê Urmiyê yek ji wan bajarên bedew û pir geştyar ên Rojhilatê Kurdistanê ye û rojane sedan geştyar serdan dikin û şûnên balkêş û dîrokî yên Urmiyê dibînin.

KURDŞOP
319 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!