Elaedîn Secadî û gerek di Kurdistanê de

Diyako Şasiwar

 

Elaedîn Secadî navekî naskirî di dîroka nivîskarî û wêjeya Kurdî de ye û yek ji wan rewşenbîran e ku ji Rojhilatê Kurdistanê derbasî Başûrê Kurdistanê bûye û heta dawî demên jiyana xwe li wir maye. Di sala 1907an de li taxa Qetarçiyanî ya bajarê Sinê ji dayik bûye. Lê paşê xwendina xwe didomîne. Piştî ku xwendina xwe ya seretayî li Rojhilatê Kurdistanê qedand, di sala 1923an de diçe Silêmaniyê û li mizgefta Hacî Mela Resûlê Dêlêze dibe feqî. Di sala 1938an de xwendina xwe ya melatiyê qedandiye. Paşê mîna hemû xwendekarên baş, Secadî jî çû Bexdayê, ku mezintirîn bajar û metropola Iraqê bûye. Li wir dest davêje bi karê rewşenbîriyê. Demekê bi Brahîm Ehmed re di kovara Gelawêjê de dixebite. Paşê li Kolîja Hunerî ya Zanîngeha Bexdayê dibe mamostayê edebiyat û dîroka Kurdî û paşê wek endamê çalak ê Civata Zaniyarî ya Kurd dibe hevkarê vê civatê. Dawî pileya wî ya îdarî Emîndarê Giştî yê Ewqafê bûye ku pileyeke îdarî ya wezîr e. Heta sala dawî ya xanenişîniyê li Hewlêrê di vê postê de xebitiye. Secadî di warê edebiyat û dîroka Kurdî de gelek lêkolîn û nivîsandin kiriye û di encamê de li sala 1984an li Bexdayê koça dawî kiriye.

Beşek ji pirtûkên wî ev in; Rişteya Mirwarî, Dîroka Edebiyata Kurdî, Deqên Edebiyata Kurdî, Dîroka Serhildana Kurdî, Gêtiyî Zîndewer, Dîroka Weşana Kurdî û Gerek Li Kurdistanê.

Pirtûkên wî yên herî navdar “Mêjûy Edebiyatî Kurdî û Riştey Mirwarî” ye. Lê belê pirtûkek ku kêm hatiye behskirin “Geştek Li Kurdistan”ê ye. Di vê gotarê de ez dixwazim behs bikim.

Geroknivîsîn yek ji awayên nivîsandinê ye ku nivîskarên gerok ji demên kevnar ve ji bo mebestên cuda ezmûnên xwe nivîsandine. Bo mînak, di nav Farsan de, geroknameya helbestvanê mezin ê Îranî “Nasir Xusrewê Qubadiyanî”, geroknameyek e ku ezmûnên takekesî yên Nasir Xusrew vedibêje. Ew bi wê rêyê ve nasyariya xwe li ser erdnîgariya welatên Misilman ên sedsala pêncan bi berdengên xwe radigihîne. An jî geroknameya “Petro Dlawale” ku di serdema Sefewiyan de serdana Îranê kiriye, gelek mijaran rohn dike û hin rewşên siyasî yên serdema Kurdistana li serdema Sefewiyan ji xwîneran re vedibêje û xwîner ji rêya wê geroknameyê ve cudahiyên navçeyên cuda yên Kurdistanê bo mînak Kirmaşan, navçeya Gerûs û navçeya Erdelan ji yektir cuda dike. Nivîsandina geroknameyan di nav Kurdan de bi awayê weşanê tişteke adetî nebûye. Lê di sala 1955an de mamoste Elaedîn Secadî di gera xwe ya Kurdistanê de geroknameya xwe nivîsî û navê pirtûka xwe jî her danî “Gerek Li Kurdistanê.

Tişta balkêş di pirtûka Elaedîn Secadî de ew e ku xwendevan şêwe dîtingeha kesayetiyek naskirî û nivîskarekî jêhatî li deverên cuda yên Kurdistanê û cihên ku lê geriyaye dibînin. Her çend di warê demê de serdema ku Elaedîn Secadî tê de geriyaye serdemek gelek ji mêj ve nîne, lê em dikarin di çend aliyekê de bibêjin ku pirtûkê girîngî heye: Hinek rewşên sirûştî û civakî yên dehikên 50ê li Başûrê Kurdistanê bo me rohn dibe. Di vê navberê de Secadî dest bi rêwîtiya xwe ya li Mûsilê dike û pêkhateya civakî ya Mûsilê vedibêje. Wate tişta ku Secadî li Mûsilê dibîne, wate pêkhateya Ereb û Kurdên vî bajarî, ji bo niha û ji bo têgihîştina siyasî û civakî ya niha girîng e. Zêdetirî nîv sedsal berî niha ku Secadî behsa wê yekê kiribû ewa ye ku bajarê Mûsilê ji bilî Kurdan piranî Ereb jî bûne, lê Secadî tekezî dike ku tevahiya derdora wî bajarî wate gundên derdora Mûsilê Kurd bûne û ewa niha ji bo siyasetmedarên Kurd girîng e ku derdora Mûsilê çiqasî dikeve nava erdnîgariya desthilata Herêma Kurdistanê.

Ji xeynî wê yekê Secadî wek kesekî xwendevar, awayê xwendevariya navçeyên cuda yên Kurdistanê di wê serdemê de vedibêje. Wek mînak li Mûsilê behsa hin mijaran dike ku bo wê demê balkêş in. Ew behsa wê yekê dike ku Mûsilê çend pirtûkxaneyên giştî hebûne. Di wan pirtûkxaneyan de çend pirtûk hebûn. Wî xwestiye bizane ku di pirtûkxaneyên wî bajarî de ku pêkhateyeke Ereb û Kurdî jî heye axo pirtûkên Kurdî dest dikevin, paşê qasa emanetwergirtina pirtûk di sala 1955an de li Mûsilê di çi astekê de bûye. Rojane çend pirtûk ji aliyê xelkê ve têne emanetwergirtin? Çend kes li pirtûkxaneya Mûsilê mijûlê pirtûkxwendinê bûne?

Şûnên girîng û geştyarî û kultûrî yên bajarê Mûsilê kîjan in? Piştî Mûsilê ku berê xwe dide bajarên Kurdan ên wekî Akrê û Zaxoyê, dîsan dîtingeh û beravirdkirina Secadî di navbera bajarekî Erebnişîn wekî Mûsilê û bajarên din ên Kurdistanê de dîsa ji bo xwîneran girîng e. Ew rohn dike ku di wê serdemê de rewşa bajarên Kurdan û bajarekî girîng ê Erebnişîn wekî Mûsilê çawa bûye. Hem di warê xizmetguzariyên medenî û karûbarên bajarvaniyê de û hem jî di warê avedaniyê de hin agahiyan dide ku ew zanyariyane ji dîroknas û civaknasan re bi sûd in.

Di vê pirtûkê de Elaedîn Secadî xwastiye gelek bi hûrî  tavhiya tiştên ku hatine pêşiya wî binivîsîne. Çîrok û bûyerên herî hûr ku rastî wan hatiye nivîsîne û di pêşgotinê de behsa wan kiriye û dibêje: Ev yeka ji bo wan kesan girîng e ku dixwazin bizanin li paşerojê li navçeyên Kurdistanî û erdnîgariya Kurdistanê çi bûye. Herçiqas zimanê ku Secadî hilbijartiye zêde dewlemend nîne. Bi zimanekî sade dinivîsî û heta zimanê wî jî pir rêkûpêk nîne. Lê gera wî plankirî ye. Wî her bajarek ku dîtiye bi awayê geroknivîsên kevnar hejmara rûniştiyan û rûberên wan bajaran nivîsiye. Wî hejmarên malan nivîsiye. Dûrahiya bajaran ji hev nivîsiye. Ev hemû di paşerojê de dê girîng bin û hîn jî ji bo xwînerên Kurd çend taybetmendiyek hene:

Yek ji taybetmendiyên wê jî ev e ku herçiqas zimanê wî zêde edebî û rewan nîne, zimanek puxt û rast e. Ew zimanek sade ye ku her kes fam dike. Ji aliyek dinê ve xwîner bi Secadî re gereke yek mehî li Kurdistanê dike û bajarên cuda yên Kurdistanê nas dike. Têkiliyên xwendevarekî Kurd bi saziyên dewletê yên wê demê re nas dike. Ji ber ku Elaedîn Secadî kesekî bi navûbang û diyar bûye û xuya ye ku her bajarekî çûye, pêwendiyê bi dezgeh û damezraweyên dewletê re hebûye û bi vê rêyê ve hinek zanyarî dikevine destê xwendevanan ku qasa rol û pêgeha Kurdan di saziyên dewletê yên wê demê de çi bûye. Têkiliya Secadî wekî nivîskarekî bi helbestvan, nivîskar û rewşenbîrên wê serdem yên wekî Şakir Fetah re çawa bûye? Gelempera wan taybetmendiyane pirtûkeke puxt dide me û xwendevan dikare mehekê li Kurdistanê bigere û nîv sedsalê bo derbasbûyiya Kurdistanê vegere û bi dîtingeh û kamêraya Elaedîn Secadî bajarên cuda yên Kurdistanê bibîne.

KURDŞOP
280 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!