Qezaya Xebat û girîngiya wê ji aliyê hilkefta erdnîgarî ve

Hanî Murteza

 

Erdnîgariya qezaya Xebatê

 

Qezaya Xebatê yek ji navçeyên ser bi parêzgeha Hewlêrê ye. Ev navçe li rojavayê Hewlêrê û li ser rêya Hewlêr-Mûsilê hilkeftî ye û 37 km dûrî navenda Hewlêrê ye û deriyê girêdana herdu bajarên Mûsil û Duhokê bi parêzgeha Hewlêrê ve ye. Di warê hilkefta felekî û pêgeha erîstonomîk de, di navbera 35-53 û 34-36 a bakur û hêla dirêjahiya 35-43 û 07-44 a rojhilatê de cih digire.

Ev qezaye ji 4 navçeyan pêk tê: Dareşekran, Rizgarî, Kewirgosk û Xebat. Herwiha 26 tax û 64 gund jî li xwe digire. Nêzîkî 29,000 kes li navenda qezayê dijîn.

Çandinî li qezaya Xebatê

Qezaya Xebatê dikeve ser Zêy Mezin û wek herêmeke girîng a çandinî û geştyariyê tê naskirin. Ji ber ku mezintirîn pirojeya avdaniyê heye gelek cureyên berheman li vê deverê têne çandin û navçeyeke daristanî ya berfireh heye û rûberek mezin a zeviyên çandiniyê li vê deverê heye. Rûbera giştî ya qezaya Xebatê 275,137 donim ango 687 kîlometreya ducî ye.

Pîşesazî li qezaya Xebatê

Çend pirojeyên giring ên aborî û pîşesazî li herêmê hene ku li ser asta paytext û Herêma Kurdistanê têne bikaranîn yên wek:

1- Palavtingeha neftê ku qaseke zêde ji benzîna Herêma Kurdistanê dabîn dike.

2- Li qezaya Xebatê mezintirîn hilmîna bikaranîna elekterîkê heye.

3- Projeya ava Îfrazê ku ava beşeke zêde ya welatiyên parêzgeha Hewlêrê dabîn dike.

4. Li qezayê kargehên hesin, kola, embara petrolê, kargeha şîremenî, çêkirina çîps û gelek kargehên dinê hene.

Geştyarî û seyrangeh

Hilkefta erdnîgariya Xebatê di navbera bajarên Hewlêr, Mûsil û Duhokê de û hebûna Zêy Mezin û hêşînahiya zêde ya daristanan, jîngeheke guncaw ji bo geştyariyê dabîn kiriye. Ji bo vê mebestê rûbereke gelek mezin û baş ji bo projeya geştyariyê hatiye destnîşankirin û proje di Desteya Veberhênanê de amade ye û li benda sermayeguzariya giştî yan taybet e ku projeyê werbigire û dest bi cîbicîkirina wê bike. Ev proje bibe sedemek ji bo vejandina kerta geştyariyê û peydakirina derfetên kar û tevgeriyana kar û kasibiya xelkê herêmê. Hebûna Zêy Mezin li qezaya Xebatê sedemeke dinê ye ku geştyar bi taybetî xelkê Hewlêrê di demsala Havîn yan jî Biharê de ji bo derbaskirina demeke xweş li nêzîkî Zêr Mezin berê xwe bidine navçeyê.

Dîroka qezaya Xebatê

Dîroka navçeya Xebatê di warê avabûn û bûn bi qezayê de, vedigere bo peymana Adara sala 1970an ku navenda navçeyê diyarî kir û navê wê kir Xebat. Yekemîn qaymeqamê vê qezayê “Rizgar Mistefa Mihemed” bû û piştî bi qezakirina Xebatê, vê navçeyê pêşkeftinek berçav bi xwe ve dît.

Li Başûrê Kurdistanê 5ê Adara 1991ê wekî roja serhildanê hatiye tomarkirin. Çimkî di vê rojê de rûniştiyên Raniye (qeza) û derdora wê rabûn û bajar rizgar kirin. Lê dibe ku em bêjin 4ê Adara 1991ê roja zenga serhildanê bû. Ji ber ku di vê rojê de girse li kampa Xebatê rabûn û êrîşî demûdezgehên dizî yên rejîma Beis kirin.

Qezaya Xebatê ji ber wan çalakiyên aborî ku tê de têne kirin, bûye qezayek girîng hem ji hêla cihê erdnîgarî û hem jî, ji hêla bidestanîna dahata aborî ve li ser asta parêzgeha Hewlêr û Herêma Kurdistanê.

Birêveberê qezayê jî dibêje, damezrandina çendîn pirojeyên geştyarî û pîşesazî li sînorê qezaya Xebatê di pilan de ne û bi vê yekê jî pêgeha qezaya Xebatê li ser asta parêzgeha Hewlêrê zêdetir bilind dibe.

KURDŞOP
198 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!