# Nav Mane
1211 Zirkan Deverek e ji herêma Şêrwan li Başûrê Kurdistanê.
1212 Ziryab Ava zêr. Ava pak. Muzîkjenekî Kurd û xelkê bajarokê Başîk li rex Neynewaya Kevn (Mûsila niha) bûye û di serdemê Ebasiyan de jiyaye.
1213 Ziryan Reşeba. Befr û baran digel bayekî sar ê bihêz.
1214 Zivêr Xemgîn. Tûre. Nerazî. Xwînşirîn.
1215 Zor Zoro. Îbnê Xelekan ku Kurd bûye û di eslê xwe de Hewlêrî ye dibêje: Zor navê kurê Ejdehak bûye û binêşeya Şarezûrê wî daniye. Hemdullahê Mistofî jî dinivîse: Çimku deshilatdarên Şarezûrê zordar û şerker bûn, lewra navê wê kirin Şarezûr.
1216 Zorab Heman Sohrab e. Sohrab kurê Rostemê Zal e.
1217 Zoraw Navê bavê Restem qehremanê çîroka kurdî ya (Rostem û Zoraw) e. Dr. Îmadedînê Dewletşahî ku xelkê Kirmaşanê ye selimandiye Rostem û Zoraw (Sohrab) Kurd bûne û çîroka wan jî çîrokeke kevn a kurdî ye.
1218 Zoro Zoranbazî. Kurtkiriya navê Zohrab (Zoraw)e.
1219 Zozik Zozanê piçûk. Navê çiyayekî ye li Başûrê Kurdistanê.
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!