# Nav Mane
11 Ado Di serdemên kevn de navê Xwedayê “ba”yê bûye. Ev nav di nav Kurdê Rojavayê Kurdistanê û Kurdên Lubnanê de zêde heye.
12 Adyabin Di serdemê Mad heya Sasaniyan navê herêmên Zaxo û Duhok û Akrê bûye.
13 Aga Hişyar. Serwext. Zana û jîr.
14 Agirî Çiyayê Agirî, çiyayê herî bilind ê Kurdistanê ye ku di nava sînorê Bakûrê Kurdistanê de ye. Bilindiya wî 5.137 mêtr e, û bi vê yekê bilindtirîn çiyayê Kurdistanê ye.
15 Agirîn Wek agir. Bo mirovên biwêr û netirs bi kar tê.
16 Agiro Agir. Agirê piçûk.
17 Agom Paşayê Kasiyan û biraziyê (Olam Boryaş) bû ku karî dawî kelha Someriyan li peravê behrê wêran bike.
18 Ahêr Agir.
19 Ajak Navê kurdî yê gundekî bûye li Bakûrê Kurdistanê ku dewleta Tirk a faşîst navê wê guheriye û kiriye tirkî.
20 Ajar Berhema zeviyê.
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!