# Nav Mane
21 Ajîn Zibirbûn. Zivrbûn.
22 Ajo Ajor. Ajotvan. Lêxorr. Jevbelabûna reh û rîşe. Bi zazakî wate şopandin. Peyva paşgir e wek (Germajo. Destajo. Meyajo).
23 Ajwan Gundek e li herêma Çilçemeya girêdayî herêma Sine li Rojhilatê Kurdistanê.
24 Akam Encam, Encama kar.
25 Akan Gundekî Bakûrê Kurdistanê ye ku dewleta Tirk navê wê guheriye û kiriye tirkî.
26 Akar Kar û kiryar.
27 Akiran Agirdan. Cihê agirperistan. Gundekî herêma Qarsê ye li Bakûrê Kurdistanê.
28 Ako Kopîtka çiya. Şêx Mihemedê Merdoxê Kurdistanî di pirtûka (Dîroka Kurd û Kurdistanê) de dibêje: Ako navê eşîrekê ye li bakûrê bajarê Raniye.
29 Akoyan Navê gundekî ye li herêma Balîsan û navê herêm û hozekê ye li rexê Raniyê li Başûrê Kurdistanê.
30 Akran Agiran. Agirdan. Cihê agirperistan.
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!